Neîm Qasim: Hizbullah rêyên xwe yên dabînkirinê li Sûriyeyê winda kirin

Sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê Neîm Qasim diyar kir ku wan rêyên xwe yên dabînkirinê li Sûriyeyê winda kirin û got ev şer li pêşberî "xebata berxwedanê" hûrgilyeke biçûk e û bûyera li Sûriyeyê tu bandorê li Lubnanê nake.

Neîm Qasim: Hizbullah rêyên xwe yên dabînkirinê li Sûriyeyê winda kirin
14 kanûn, 2024   23:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê Neîm Qasim got Hizbullah rêyên xwe yên dabînkirinê li Sûriyeyê winda kirin û got: "Ev şer li pêşberî xebata berxwedanê hûrgiliyeke biçûk e."

Qasim wiha domand: "Bawer nakim ku bûyera li Sûriyeyê dê bandorê li Lubnanê neke. Em bi hêvî ne Sûriye li gorî daxwaza gelê wî îstîqrar be. Di vê demê de heta ku rewşa îstîqrar be ne pêkan e tu gotin li ser rêveberên nû yên li Sûriyeyê were kirin. Em bi hêvî ne di navbera gelên Sûriye û Lubnanê û her du hikumetan de hevkarî hebe."

Qasim wiha li gotina xwe zêde kir: "Em bi hêvî ne rêveberên nû yên Sûriyeyê li Îsraîlê binêrin ku dijmin e û tu têkiliyan pê re çênekin."

Qasim di berdewama gotina xwe de ev tişt anî ziman: "Îsraîlê tevahî kapasîteyên taybet ên artêşa Sûriyeyê di bin navê xweparastin û tirsa ji pêşerojê, wêran kirin. Ev nîşaneya biryara firehkirinê ye. Ji ber ku Îsraîl dixwaze tevahî herêmê dagir bike."

Der barê rewşên li eniya Lubnanê de Qasim got: "Peymana agirbestê tenê ji bo sekinandina êrişan e ne ji bo bidawîkirina berxwedanê ye û tenê girêdayî başûrê çemê Lîtanî ye û tu têkiliya xwe bi hundirê Lubnanê yan jî bi têkiliya berxwedanê bi dewlet û artêşê re nîn e."

Qasim got: "Hizbullah xurt e, birînên xwe derman dike û dewam dike. Kî dibîne Hizbullah di jiyana siyasî de hêzeke aktîv û bibandor e, dê ji hêla me ve were pêşwazîkirin û ji bo geşkirina berjewendiya Lubnanê hevkariyekê bibîne."

(fr)