Li 4 navendên Swîsreyê ji bo parastia Rojava bang hat kirin

Li 4 navendên Swîsreyê li dijî faşîzmê banga têkoşîna enternayonalîst hate kirin û peyamên parastina Rojava hate dayîn.

Li 4 navendên Swîsreyê ji bo parastia Rojava bang hat kirin
15 kanûn, 2024   00:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Saziyên demokratîk ên bi pêşengiya Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) li bajarên Bern, Cenevre, Basel û Zurîh ên Swîsreyê daketin qadan, li dijî şer, faşîzm û nîjadperestiyê banga mezinkirina têkoşînê kirin.

BERN

Pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê û saziyên şoreşger ên Swîsreyî li Bahnhofplatz paytexta Swîsre Bernê li hev civiyan û heta pêşiya avahiya Sefaretxaneya Tirk meşiyan.

Di meşê de ku bi pêşengiya ADGB’ê bi şîara “ Li dijî şer, faşîzm û nîjadperestiyê têkoşînê mezin bikin” hat lidarxistin, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga mezinkirina têkoşîna enternasyonalîst hate kirin.

Di çalakiyê de li ser ADGB metna çapemeniyê ya bi zimanê Elmanî hate xwendin û li ser navê saziyên şoreşger daxuyanî hatin dayîn. Piştî daxuyaniiyan, girseyê bi dirûşmeyan dest bi meşê kir.

Girseyê di tevahiya meşê de li cihên girîng rawestiya û daxuyanî da. Girseyê ku piştre ber bi avahiya Sefaretxaneya Tirk meşiyan meşiyan, dema gihiştin Kolana Lombachwegê daxuyanî dan.

Siyasetmedar Ferhat Encu li vir axivî. Encu destnîşan kir çeteyên cîhadîs ên di kontrola dewleta Tirk a dagirker de ji 27’ê Mijdarê ve bi hedefgirtina Şoreşa Rojava li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcê mirovahiyê dikin û wiha got: “Em gelê Kurd û dostên wan li ku derê bin bila bibin, em ê Şoreşa Rojava biparêzin ku gelê Kurd bi xwîn, can û keda xwe afirand.”

Li ser navê ADGB’ê jî Tuncay Yilmaz axivî û diyar kir ku pêkhateyên ADGB’ê bi hem wextî li dehan navendên Ewropayê daketin qadan.

Girseyê piştî daxuyaniyên li ser navê Komîteya Rojava, saziyên enternasyonalîst, PYD, TCŞ û Teko-JIN’ê, bi dirûşmeyan dawî li çalakiya xwe anîn.

CINÊV

Navnîşana çalakiya li Cenevreyê bû Qada Nations ku Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) lê ye. Di çalakiyê de li ser navê ADGB’ê siyasetmedar Alî Orak axivî û destnîşan kir ku li cîhanê şer her ku diçe zêde dibe û wiha got: “DYA û YE amadekariya şer dikin. Li dijî vê yekê li ser banga ADGB’ê gel li gelek navendên Ewropayê daketin qadan. Em li dijî şer, koçberî û faşîzmê li qadan in. Em li Rojhilata Navîn rûbirûyê xeteriya tunekirina gelên Kurd û Filîstînî ne. Ev xeterî li Rojava zêdetir xuya dibe. Çeteyên ku dewleta Tirk piştgirî dide, li Sûriyeyê komkujî dikin. Em ê her tim li dijî şer li qadan bin û dengên wan bidin bihîstin.”

Li ser navê Koma Serhildan Daniel Traub axivî û wiha got: “Dewleta Tirk û çeteyên wî êrîşî Şoreşa Rojava dikin. Me her tim piştevanî da Rojava û em ê bidomînin.”

Piştî axaftinan danezana ADGB’ê ya têkildarî çalakiyê bi Fransî hate xwendin û çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

BASEL

Li bajarê Baselê jî li Qada Mitterklibrucke çalakî hate lidarxistin. Li ser navê ADGB’ê siyasetmedar û nivîskar Huseyîn Yeter axivî. Yeter diyar kir ku dewletên emperyalîsyt ji bo mexfaetên xwe yên qirêj ên li Rojhilata Navîn biparêzin, peymanan çêdikin û wiha got: “Şoreşa Rojava yekane temînata mayîndekirina aştî û demokrasiyê ya ji bo gelên Rojhilata Navîn e. Hêzên emperyalîst li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêdeng dimînin.           

Piştî axaftina Yeter, li ser navê Komîteya Rojavaj û saziyên şoreşgerî daxuyanî hatin dayîn û çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

ZURIH

Saziyên şoreşgerî ku li ser banga ADGB’ê li Qada Stayffacher ê Zurihê li hev civiyan, li vir mîtîngek li dar xistin. Di mîtîngê de li ser navê ADGB’ê daxuyanî hate dayîn û wiha hate gotin: “Cîhan rûbirûyê xeteriya şerê parvekirina emperyalîst e. Şerên herêmî ên ku li Kurdistan, Filîstin, Sûriye, Ukranya, Yemen û gelek welatên din dewam dikin, her roj zêdetir dibe.”

Di daxuyaniyê de bal kişandin ser êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hate destnîşankirin ku parastina Şoreşa Rojava bi mezinkirina têkoşîna enternasyonalîst pêkan e.”

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.