Nêçîrvan Barzanî: Xemîniya xwe bi malbat û hevalên Onder re parve dikim

Serokê Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber koça dawî ya Sirri Sureyya Onder xemgîniyeke mezin anî ziman û diyar kir ku ew xemgîniya DEM Partî malbat û hevalên wî parve dike.

Nêçîrvan Barzanî: Xemîniya xwe bi malbat û hevalên Onder re parve dikim
3 gulan, 2025   23:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî wefata Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê  Sirri Sureyya Onder daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya Serokê Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzani de wiha hate gotin:

“Min nûçeya koça dawî ya yek ji siyasetmedarên navdar yên Tirkiyeyê, Sirri Sureyya Onder, bi xemgîniyek mezin bihîst. Ez ji malbat, xizim, heval û civaka DEM Partiyê re sersaxiyên xwe yên kûr dixwazim û ez bi dil û can êşa wan parve dikim. Ez ji Xwedê lava dikim ku rehma xwe li wî bike; ji malbat û hemû hezkiriyên wî re sebir û sersaxiyê dixwazim.

Hewldanên ku wî ji bo pêşvebirina pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê, hem wekî Cîgirê Serokê Parlamentoyê û hem jî wekî endamekî Şandeya Îmraliyê, kirin, helwesta wî ya samîmî û hewldanên wî yên ji bo biratî û jiyana aştiyane mînakên zelal yên aştîxwazî ​​û nirxên wî yên mirovî bûn. Ji ber vê yekê, bîranîna wî dê her tim di wijdanê her kesê ku baweriya wî bi aştiyê heye de zindî bimîne.”