Şêx Cengî: Onder di navbera gelên Kurd û Tirk de parêzvanê biratiyê bû

Serokê Berey Gel (Eniya Gel) Lahûr Şêx Cengî got ku Sirri Sureyya Onder parêzvanê biratiya di navbera gelên Kurd û Tirk de bû û wefataa wî ji bo pêvajoya aştiyê windahiyek mezine.

Şêx Cengî: Onder di navbera gelên Kurd û Tirk de parêzvanê biratiyê bû
3 gulan, 2025   23:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Berey Gel (Eniya Gel) Lahûr Şêx Cengî ji ber wefata Sirri Sureyya Onder peyameke nivîskî ya sersaxiyê weşand. Lahûr Şêx Cengî wefata Onder wekî “windahiyek mezin ji bo çareserî û pêvajoya aştiyê” binav kir û tekez kir ku ew parêzvanê biratiya di navbera gelên Kurd û Tirk de bû.

Di daxuyaniya xwe ya derbarê Lahûr Şêx Cengî de, bal hat kişandin ser têkoşîna Onder ya li ser bingeha nirxên demokratîk, mafên gelan û rûmeta mirovan û hat gotin, “Ji ber vê yekê ew di tevahiya jiyana xwe de rastî zilm, girtin û zindanê hat.”

Lahûr Şêx Cengî di peyama xwe de bang li hikûmeta Tirkiyeyê jî kir û got, “Divê ev windahî gavên pêvajoya çareseriyê lewaz neke; divê têkoşîna aştiyane ya Sirri Sureyya Onder ji bo gelên Kurd û Tirk veguhere hêviyek ji bo jiyana bi hev re.”

Lahûr Şêx Cengî di dawiya peyama xwe de sersaxî ji malbat, dost û hemû gelê Onder re xwest.