Masûd Barzanî ji bo Onder peyama sersaxiyê da

Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Masûd Barzanî di peyama sersaxiyê ya ji bo Sirri Sureyya Onder da û got, “Wî beşek mezin ji jiyana xwe ji bo xebatên siyasî û aştiyê veqetand û hewldanên wî yên ji bo çareseriyeke aştiyane li Tirkiyeyê hêjayî rêz û hurmeteke mezin in.”

Masûd Barzanî ji bo Onder peyama sersaxiyê da
3 gulan, 2025   23:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Masûd Barzanî ji bo koça dawî ya Endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) û Cîgirê Serokê Parlamentoyê Sirrî Sureyya Onder, sersaxî ji partîya xwe re xwest.

Peyama Barzanî wiha ye: “Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan. Me bi xemgîniyeke mezin nûçeya koça dawî ya kesayetiya navdar, siyasetmedar û Cîgirê Serokê Parlamentoyê Sirri Sureyya Onder bihîst. Endamê Şandeya Îmraliyê, Sirri Sureyya Onder’ê rehmetî, beşek mezin ji jiyana xwe ji bo hewldanên siyasî û aştiyê veqetand û hewldanên wî yên ji bo çareseriyeke aştiyane li Tirkiyeyê rêz û rûmeteke mezin heq dikin. Ez sersaxiyê ji malbat, xizim, heval, hevrê, rêveber û endamên DEM Partiyê û alîgirên Sırrı Sureyya Onderê rehmetî re dixwazim û êşa wan parve dikim. Ez ji Xwedayê mezin lava dikim ku bihuşteke berfireh bide giyanê wî û di her warî de aramî û serfiraziyê bide wî. İnna Lille ve İnna İleyhi Raciun (Em aîdî Xwedê ne û emê vegerin ba Wî)”