Ne fîlm, rastiyekek ji Kobanê 

Di 18 saliya xwe de berê xwe da Kobanê ya di bin êrişan de. 3 caran birîndar bû, birîndariya dawî ber bi rojên rizgarkirina bajar ve çêbû, hêvalên wê wisa hesibandin ku şehîd bûye, lê hêrsa wê ew li ser piyan hişt. Piştî 3 mehên li nexweşxaneyê vê carê li Kobanê ya azad bîranînên xwe zindî kirin. 

Ne fîlm, rastiyekek ji Kobanê 
16 îlon 2024   09:46
NAVENDA NÛÇEYAN
HÊLÎN EYLÛL

Dema ku çeteyên DAIŞ’ê 15’yê Îlona 2014’an êrîşî herêma Kobanê kir, ew hîn 18 salî bû. Hestên û wê yên netewî û mirovî di lutkeyê de bûn. Ew jî wekî gelek ciwanên Kurd di nava zordariya dagirkeran de bi hişmendiya têkoşîna azadiyê mezin bûye. Lewma dema Rêber Abdullah Ocalan ji bo Kobanê banga seferberiyê kir, bêyî dudiliyê tevlî pêla berxwedanê bû.

Em behsa Newal Egîd Koçer dikin. Ew bixwe ji bajarê Sêrtê yê Bakûrê Kurdistanê ye. Li gel banga serferberiyê, li gel 50 hevalên xwe berê xwe daye Kobanê.

Li eniyên Kaniya Kurdan, navenda bajar û Miştenûr, li kêleka yek ji fermandarên berxwedanê Gelhat Gabar (Ercan Kaya) tevlî şerên herî dijwar bûye.

Di şerên li Kaniya Kurdan û navenda bajar de 2 caran ji lingên xwe birîndar bûye. Di hemleya dawî ya rizgarkirina bajar, ango di çalakiya girê Miştenûr (Çileya 2015) de, ji qirika xwe bi awayekî giran birîndar bûye. Hevalên wê, wisa hesibandine ku şehîd bûyê. Lê îradeya wê ew li ser lingan hiştiye.

Ji ber birîndariya giran ku 2 mehan di komayê de maye, tevlî pêngava dawî ya rizgarkirina bajar û serfiraziya wan kêliyan nebûye (26 Çileya 2015), lê piştî bi ser xwe ve hatiye li eniyên şer geriyaye, ew kêlî careke din jiyan kirine.   

Bi minasebeta salvegera 10’emîn a êrîşên ser Kobanê, me nêrîn û hestên Newal ên têkildarî berxwedana dîrokî girtin.

‘ÇETE JI TÎLÎLIYÊN HEVALÊN JIN DITIRSIYAN’

Dîtina Newal Egîd Koçer a bajarê Kobanê di nava bêhna barût û hilweşînê de çêbûye. Ev bala wê kişandiye, lê berxwedana destanî hîn zêdetir bandor li wê kiriye.

Vê yekê jî bi van gotinan tîne ziman: “Çeteyan êriş dikir, me bersiva pêwîst dida. Tişta herî zêde moral dida me tîlîliyên hevalên jin û sekna wan bû. Çete ji van tîlîliyan ditirsiyan”.

Kêliyên pevçûnên ku Newal jî tevlî bûye, hîn di hişê wê de zindî ne. Çalakiyeke ku hevalên wê tê de şehîd bûne û ew bi xwe jî ji lingê xwe birîndar bûye wiha vedibêje: “Em 9 heval bûn, me dijî çeteyan çalakî pêk anî. Hin heval şehîd bûn, ez ji linge xwe birîndar bûm. Lê tîliliyên hevalan tirs xist dilê çeteyan, me ew têk birin.”

‘KENA LI SER LÊVÊN HEVALÊN ŞEHÎD LI BER ÇEVÊN MIN E’

Newal a ku li navenda bajar cara duyem ji lingê birîndar bûye dibêje; “Yek ji kêliyên ku her liber çavên min e û hêz dide min, kena li ser lêvên hevalên me yên şehîd e”. Dema Newalê ev gotin anîn ziman, wekî ku careke din vegeriyaye wan kêliyan axaftina xwe wiha domand: “Heval Pelîn yek ji wan hevalan bû, em bi hev re di tabûra bi liv û tevger de bûn. Rojekê wê biçûya çalakiyê, beriya biçe li me meyze kir û kenek li ser rûyê xuya kir. Ew ken her li ber çavên min e. Her çûna çalakiyekê bi vî rengî bû. Dema qala wan rojan dikim, destan û bîranînên wan hevalan tên bîra min.”

MIŞTENÛR Û GAVA DAWÎ

Newal herî dawî tevlî operasyonên dijî çeteyan ên li girê Miştenûr bûye. Dîrok meha Çile ya 2015’an e, ew rojên ku êdî bajar ber bi rizgarbûnê ve diçe ne. Newal jî tevlî çalakiyek ji vana dibe. Morala wê û hevalên wê pir bilind e. Di şer û pevçûnan de serkeftî ne, lê ber destê sibehê dema diçe cihê nobedariyê, dibe hedefa sekvanên çeteyan û ji qirika xwe giran birîndar bûye.

Newalê ew kêlî wiha vegotin: “Beriya çalakiyê ji bo ku moralê xwe bilind bikin me govend gerand. Pişte çalakî destpê kir û heta derengiya şeve dom kir. Dema ez serê sibê çûm cihê nobedariyê, bi guleya sûîqestê birîndar bûm. Gule li qirika min ket. Hevala wisa dizanî ku ez şehîd bûme. Paşê heval hatin û ez birin nexweşxaneyê.”

PIŞTÎ 3 MEHÊN LI NEXWEŞXANEYÊ Û MIZGÎNIYA RIZGARKIRINÊ

Newal Egîd Koçer 2 mehan di komayê de, mehekê jî di beşa lênêrîna giran a nexweşxaneyê de maye, piştî 3 mehan bi ser xwe ve hatiye. Hestên xwe yên wê demê bi van gotinan anîn ziman: “Dema ez bi ser hişê xwe ve hatim, min nekarî dest û lingên xwe bilivînim, nekarî rabim. Hestên min pir cûda hebûn. Piştî mehekê ez rabûm ser piyan, lê min nedikarî destên xwe bilivîn û biaxivim.

Dema li nexweşxaneyê de Newal gelek zehmetî kişandiye, lê mizginiya rizgarkirina Kobanê jî li vir gitiye, lewma hêzeke mezin girtiye. Kelecana wê demê jî wiha anî ziman: “Di pêvajoya dermankirinê de, doktorek cem min û got: ‘Mizgîniyek min ji te re heye’. Min nedikarî bi axivim, lê min serê xwe hejand. Ji min re got ku Kobanê azad bûye. Wê demê hest û keyfeke ku nikarim pênase bikim li ser min çêbû. Her wiha hevalên min ên ku şehîd bûne, hatin bîra min.”

‘BI KEDA JINAN...’

Newal destnîşan kir ku li Kobanê bi ked û berxwedana jinan serkeftin hatiye bidestxistin û got: “Çalakiya her hevalek jin rê li ber azadiya jinên cîhanê vekir. Lewma hêzên dagirker û serdest îro jî li Rojava û cîhanê jinên azad dikin hedef. Îrojî êrîş û gefên dewlata Tirk a dagirker li ser Kobanê û û tevahiya Kurdistanê didomin. Lê em ê tucar rê nedin ku pilanên wan yê dagirkeriyê bi ser bikevin.”

LI CIHÊ BERXWEDANÊ…   

Newal Egîd Koçer piştî pêvajoya dermankirinê ya li nexweşxaneyê di dawiya sala 2015’an careke din vegeriyaye Kobanê. Lê vê carê li pêşiya xwe bêhna barûtê na, ya azadî û aramiyê dîtiye. Kolan bi kolan li cihên pevçûnên dijwar geriya ye, çuye girê Miştenûr li cihê ku giran birîndar bûye rûniştiye. Bîranînên xwe zindî kirine, hevalên wê yek bi yek di ber çavên wê re derbas bûne. Çalakî, şer, govend, tîlîlî û serfiraziya mezin wekî dîmenekê dîsa li pêşiya çavên wê derbas bûne.

Bi gotina wê “Hesteke wê pênasekirin” bûye û dibêje ku hem ji ber serkeftina mezin û serbilindiyê, hem jî, ji ber hevalên xwe nekariye rondikên xwe rawestîne û giriya ye.

Rojên giran derbas kirine, lê bawerî û îradeya Newal zêdetir bûye, lewma niha xebata xwe didomîne.

(a)

ANHA