Li Zapê dagirkerek hate cezakirin 4 jî birîndar bûn

Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de li Zapê leşkerekî Tirk ê dagirker hate cezakirin, 4 jî birîndar bûn.

Li Zapê dagirkerek hate cezakirin 4 jî birîndar bûn
5 tebax 2024   13:01
NAVENDA NÛÇEAYN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Li Herêma Heftanînê;

3'ê Tebaxê saet di 09:30'î de li qada Keşanê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

3'ê Tebaxê saet di 12:00 de li qada Kanî Biyê bi çekên nîv otomatîk û çekên giran li dagirkeran hate xistin.

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

2'ê Tebaxê saet di 19:03 de li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê kamerayeke mobesse ya dagirkeran bi sûîqestê hate îmhakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

3'ê Tebaxê saet di 09:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî kamerayeke mobesse ya dagirkeran bi sûîqestê hate îmhakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

3'ê Tebaxê saet di 22:05'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li kepçeyekê hate xistin ku li qadê hewl dida rê çêbike. Di encama vê çalakiyê de derb li kepçeyê ket û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

3'ê Tebaxê saet di 08:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Piştre saet di 09:30'î de bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin. Di van çalakiyan de ku ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatin kirin dagirkerek hate cezakirin, cebilxaneyek hate îmhakirin.

3'ê Tebaxê saet di 22:32'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar bi çekên giran li dagirkrean hate xistin. Di encama vê çalakiyê de 4 dagirker birîndar bûn ku 2 jê çawişên pispor bûn.

5'ê Tebaxê saet di 02:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

3 û 4'ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê tunelên me 9 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

3 û 4'ê Tebaxê li Herêma Xakurkê qadên Lolan, Şehîd Şerîf, Kendakola, Sinînê 12 caran, li Herêma Garê qadên Dêrîk, Gûzê, Deşta Kafya, Şikeftiya, Girê 7 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 5 caran, li Herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Şêlazê carekê; bi giştî 25 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

4 û 5'ê Tebaxê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar, li Herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Şêlazê û li Herêma Xakurkê jî Qada Kendakolayê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin."