Naveroka nivîsa Macron a li Mizgefta Emewî

Serokê Fransayê di serdana xwe ya li Şamê de, di lênûska mêvanan a Mizgefta Emewî de peyamek nivîsand û pesnê dîroka Sûriyeyê da û piştgirî da aramî û yekitiya Sûriyeyê.

Naveroka nivîsa Macron a li Mizgefta Emewî
7 tîrmeh, 2026   10:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Fransayê Emmanuel Macron duh (duşem) bi serokê hikumeta demkî Ehmed El Şera re serdana Mizgefta Emewî ya li paytexta Sûriyeyê Şamê kir. Ji sala 2009`an ve ev cara yekemîn e ku serokê Fransayê serdana Sûriyeyê dike. 

Macron di lênûska mêvanan a Mizgefta Emewî de wiha nivîsî: "Ez kêfxweşim ku li vî cihî me, Şam dîroka bi sedan salan a ol û şaristaniyan dihewîne. Perestgehên Romayê û dêrên xiristiyanan li hev dicivin heyanî ku yekitiya gelê Sûriyeyê û hêza dîroka wê vebêjin. Di van rojên zehmet de ku herêm tê re derbas dibe, Sûriye bi saya gelê xwe, bi yekitî û nêrandinên xwe yên siberojê vedije û Fransa li kêleka wê ye."

Her wiha Macron li ser hesabê xwe yê X’ê gotibû: "Sûriye serwer e, di pirrengiya xwe de yekgirtî ye û bi cîranên xwe re di nava aştiyê de ye. Em bi hêvî ne ku Sûriye rûpeleke nû veke û aramî û aştî lê çêbe.”

Piştî hilweşandina rejîma Baasê (2024) ev cara yekemîn e serokekî dewletên Yekitiya Ewropayê serdana Şamê dike.

(np)