Naveroka axaftina cîgirê sekreterê giştî yê Hizbullah
Cîgirê sekreterê giştî yê Hizbullahê Lubnanê Naîm Qasim bi vîdyoyeke qeydkirî ya nû de axivî û got êrişa 7`ê Cotmeha 2023`yan destpêka guhertina Rojhilata Navîn bû.
Cîgirê sekreterê giştî yê Hizbullahê Lubnanê Naîm Qasim di vîdyoyê de got: "Hûn dibînin ku destkeftiyên me mezin in. Bi sedan moşek û bi dehan diron hene. Dixwazim dilê we rihet bikim ku zirar li derfetên me nebûye. Dijmin dibêje derfetên me kêm kiriye, lê ev gotin xeyal e."
Qasim destnîşan kir ku êrişa 7`ê Cotmeha 2023`yan destpêka "guhertina Rojhilata Navîn"bû û Îsraîl dixwaze bi temamî "miqewemeyê" tune bike.
Qasim wiha domand: "Ji ber piştgiriya Amerîka û rojava ji Îsraîlê re, şer dewam kir."
Qasim got: "Em ji fişara Îsraîlê natirsin. Ez nikarim rewşa me bê Nesrallah biwesfînim."
Her wiha Qasim di axaftina xwe de got: "Em bi agirbestê û xebatên siyasî re ne."
(şx)