Zêdetirî 18 hezar kes ji Lubnanî gihaştin herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Heta niha 18 hezar û 351 sûriyeyî û lubnanî gihaştin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji ber êrişên Îsraîlê yên li dijî Lubnanê reviye.

Zêdetirî 18 hezar kes ji Lubnanî gihaştin herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
8 cotmeh, 2024   13:28

Maseya Kirîzê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a têkildarî kar û barên kesên ji Lubnanê tên herêmê, ragihand ku heta niha 18 hezar û 351 kes gihaştiye herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Her wiha da zanîn ku di nav wan de 58 lubnanî û 14 cenaze heye. 

Kesên ji Lubnanê tên an di malên xwe de yan jî li gel xizmên xwe bi cih dibin. Kesên mal û xizmên wan li herêmê nîn bin, Rêveberiya Xweser ji wan re navendan dabîn dike.

Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Lubnanê û Weqfa Çandî û Civakî ya Newroz bi sûriyeyiyên ji herêmên Bakur û Rojhilatê herêmê ku dixwazin vegerin re, mijul dibe.

(şx)