Navenda Tenduristiyê ya li Zirganê piştî 5 salan dest bi xebatê kir

Navenda Tibî ya li bajarokê Zirganê piştî 5 salan ji girtinê, ji hêla Gerînendetiya Tenduristiyê ya Bajarê Hesekê hat vekirin. Daxwaz hatin kirin ku sererastkirina navendê bidome, ji bo wê  alavên tenduristiyê û kadroyên tibî bên zêdekirin.

Navenda Tenduristiyê ya li Zirganê piştî 5 salan dest bi xebatê kir
Navenda Tenduristiyê ya li Zirganê piştî 5 salan dest bi xebatê kir
Navenda Tenduristiyê ya li Zirganê piştî 5 salan dest bi xebatê kir
Navenda Tenduristiyê ya li Zirganê piştî 5 salan dest bi xebatê kir
Navenda Tenduristiyê ya li Zirganê piştî 5 salan dest bi xebatê kir
Navenda Tenduristiyê ya li Zirganê piştî 5 salan dest bi xebatê kir
1 tîrmeh, 2026   15:51
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Piştî ku 5 salan di encamê êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê ji xizmetê derketibû, Gerînendetiya Tenduristiyê ya Bajarê Hesekê, ji bo pêşkêşkirina pêwîstiyên tenduristî ji bo welatiyan, îro Navenda Tibî ya li bajarokê Zirganê ya bajarê Hesekê vekir.

Beriya ku navend were vekirina hat paqijkirin û amadekariyên destpêkê ji bo wê hatin çêkirin. Lê tevî ku kêmanî di alavên tibî û pêwîstiyên lojistîkê heye jî, ev ev navend xizmetê pêşkêşî şêniyên bajar û bi dehan gundewaran dike, hat vekirin.

Midûra Navenda Tibî ya Zirganê Gulîstan Hamid ji me re diyar kir ku piştî 5 salan ji rawestandinê wan navend vekir, lê ji ber zirarên mezin ên ku di encamê êrişan li navendê bûne, bandor li derfeta navendê ji bo pêşkêşkirina xizmeteke tenduristî ya temamî hatiye kirin.

Gulîstan Hamid got: “Me li gorî derfetên di dest xwe de xebatê amadekirin û paqijkirina navendê kirine, lê hîn alavên esasî pêwîst dikin. Tevî rewşa ku em tê re derbas dibin jî, me bi awayeke lezgîn ji bo pêşwazîkirina rewşên awarte navend vekir, li kêlek vê yekê me beşa Jinan û dermanxane jî vekir.”  

Gulîstan Hamid da zanîn ku navend rewşên awarte yên li herêmê pêşwazî dike, lê tenê 2 textê nexweşan hene, lê alavên tibî kêm in û ambulans jî tune ye.

Gulîstan destnîşan kir ku ev navenda tibî ciheke sereke ye ji bo ku xizmeta tibî ya bajarokê Zirgan û bi dehan gundewarên derdorê ye. Ev dihêle ku piştgirî ji bo wê bê kirin û ji hêla tibî ve bê pêşxistin, da ku xizmetê pêşkêşî şêniyan bike. Ev navend zehmetiyên çûn û hatinê ji bo nexweşên li bajarok û gundewaran jî ji holê radike.

Gulîstan ji bo ku pêwîstiyên tenduristî yên şêniyên herêmê bê dabînkirin, daxwaza alavên tibî û lojistî, kadroyên tenduristiyê û bijîşkên pispor kir.

Gulîstan Hamid di dawiya axaftina xwe de têkildarî vekirina navendê, spasiya Rêveberiya Xweser û Gerînendetiya Tenduristiyê kir. Hêvî kir ku piştgiriya ji bo başkirina asta xizmetguzariya tenduristî bidome.

(sb)

ANHA