Qedexeya motorsîkletan dest pê kir û şêniyan daxwaza betakirina biryarê kir

Biryara qedexekirina motorsîkletan li bajarên Parêzgeha Hesekê dest pê kir, ku ev yek bû sedema nerazîbûna pir kesan. Şêniyan daxwaz kir ku biryar were betalkirin an jî were sererastkirin li gor şert û mercên jiyana wan.

Qedexeya motorsîkletan dest pê kir û şêniyan daxwaza betakirina biryarê kir
Qedexeya motorsîkletan dest pê kir û şêniyan daxwaza betakirina biryarê kir
Qedexeya motorsîkletan dest pê kir û şêniyan daxwaza betakirina biryarê kir
Qedexeya motorsîkletan dest pê kir û şêniyan daxwaza betakirina biryarê kir
Qedexeya motorsîkletan dest pê kir û şêniyan daxwaza betakirina biryarê kir
1 tîrmeh, 2026   15:54
QAMIŞLO

Qedexeya motorsîkletan îro sibê li bajarên Parêzgeha Hesekê bi fermî hate bicîhanîn, piştî bidawîbûna dema destûrdayînê ya ku ji hêla Rêveberiya Giştî ya Trafîkê ve ji xwediyên motorsîkletan re hatibû dayîn.

Dewriyeyên trafîkê, bi piştgiriya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, li deriyên barajan, kolanên sereke û çerxerêyan hatin bicihkirin da ku biryarê bişopînin û kesên ku binpêkirinan dikin ceza bikin, her wiha çen motorsîkletan desteser kirin.

Li bajarê Çilaxa, Yasir Hisên Ebdela, 55 salî, ji gundê Gênco li başûrê Çilaxa, ku xwediyê firoşgehek xwarinê li bajêr e, got ku ew rojane bi motorsîkleta xwe diçe ser kar. Lêbelê, îro ew neçar ma ku bi 3 an 4 otomobîlan rêwîtiyê bike da ku bigihîje bajêr, ji tirsa ku motorsîkleta wî were desteserkirin.

Ebdela diyar kir, "Ev biryar neheq e ji bo kesên ku dahata wan kêm e. Em nikarin otomobîl an jî bikirin û motorsîklet ji bo me vebijarka herî erzan û guncaw in."

Ebdela daxwaza guhertina biryarê an jî betalkirina wê kir, ji ber biryar rasterast zirarê dide beşek mezin a şêniyan.

Mehmûd Dawûd, ji bajarê Çilaxa, got ku roja yekem a bicîhanîna biryarê bi awayekî zelal bandor li çalakiya aborî ya bajêr kir. Dawûd diyar kir ku li gelek dikanan bazar kêm bû, ji ber ku gelek gundî nekarîn bigihîjin bajêr.

Dawûd da zanîn ku ew ne li dijî sepandina qanûnê an jî hesabpirsîna binpêkaran e, lê xwest ku ji bo kesên ku motorsîkletan wekî amûra xwe ya veguhastinê ya yekane bikar tînin, ev biryar were guhertin, an jî destûr didin ku motorsîklet di dema çûnûhatina kar de werin bikar anîn.

Şêniyan destnîşan kirin ku berdewamiya bicîhanîna biryarê bi awayê heyî dê êşa gundiyan zêde bike, ji ber nebûna alternatîfên guncaw. Her wiha bang li rayedarên têkildar kirin ku biryarê ji nû ve binirxînin da ku hevsengiyek di navbera pêdiviyên ewlehiya giştî û rewşa aborî û civakî ya welatiyan de pêk bînin.

(k)

ANHA