Di topbarana Şehbayê de ji malbatekê 3 kes birîndar bûn

Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker li gundê Şealê yê herêma Şehbayê de ferdên malbatekî birîndar bû.

Di topbarana Şehbayê de ji malbatekê 3 kes birîndar bûn
17 ÇILE, 2024   21:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji herêmê dane, artêşa Tirk a dagirker beriya çenda kêliyan gundê Şealê yê Şehbayê topbaran kiribû, di encamê de 3 kes ji heman malbatê birîndar bûn. Li gorî nûçegihan navên birîndaran wiha ne: Mihemed Mistefa (50), Emîne Bilêc (45) û Rûslîn Mistefa (16).

(fr)

ANHA