Navenda Lêkolînên Kurdî ya Qahîreyê piştgirî da Rojava 

Navenda Lêkolînên Kurdî ya Qahîreyê li dijî êrişên çeteyên hikumeta demkî, piştgiriya xwe bi gelê Rojava re anî ziman û banga xurtkirina piştevaniyê kir.

Navenda Lêkolînên Kurdî ya Qahîreyê piştgirî da Rojava 
25 ÇILE, 2026   17:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Lêkolînên Kurdî ya Qahîreyê der barê êrişên çeteyên hikumeta demkî yên li ser Rojavayê Kurdistanê de peyama piştgiriyê da.

Navendê piştgiriya xwe bi gelê Kurd re anî ziman û wiha hate gotin: "Li dijî êrişên hovane û planên komplger ên ku komên terorîst ên navê artêşa Sûriyeyê wekî perdeyekê ji bo xwe bi kar tînin, em piştgiriya gelê Kurd ê li Rojava/ Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ev plan ku destê hêzên herêmî jî tê de hene, di nava bêdengiya navneteweyî de tê kirin.

Em di wê baweriyê de ne ku wê serkeftin para Kurdan be, ji ber ku Kurd ew mafdar in. Hebûn, erd û mafên xwe diparêzin.  Eger êriş li ser wan were kirin, tenê parastina xwe dikin."

Di peyamê de îşaret bi bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrişên li ser Kurdan hate kirin û hate gotin: "Em ji ber bêdengiya navneteweyî û herêmî ku piştgiriya Kurdan nakin û rola Kurdan di têkbirina xetereya rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst de înkar kirine, matmayî ne. Kurdan  ji bo rizgarkirina mirovahiyê ji xetreya DAIŞ’ê ya ter û hişt dabûn ber xwe bi hezaran şehîd dan."

Navenda Lêkolînên Kurdî ya Qahîreyê bang li hêzên navneteweyî, herêmî û saziyên cîhanî û tevahî azadxwazên cîhanê kir ku piştgiriya bi Kurdên li Sûriyeyê re  xurt bikin ku şerê man  hebûnê dikin, ta planên li ser wan ji holê rabin.

(b)