Navenda bihêzkirina jinan; Weqfa Jinên Azad

Weqfa Jinên Azad a Çilaxayê bi rêya perwerdeyên îdeolojîk û pîşeyî piştevaniya bi jinan re didomîne.

Navenda bihêzkirina jinan; Weqfa Jinên Azad
Navenda bihêzkirina jinan; Weqfa Jinên Azad
Navenda bihêzkirina jinan; Weqfa Jinên Azad
Navenda bihêzkirina jinan; Weqfa Jinên Azad
Navenda bihêzkirina jinan; Weqfa Jinên Azad
Navenda bihêzkirina jinan; Weqfa Jinên Azad
Navenda bihêzkirina jinan; Weqfa Jinên Azad
Navenda bihêzkirina jinan; Weqfa Jinên Azad
Navenda bihêzkirina jinan; Weqfa Jinên Azad
5 nîsan, 2025   03:45
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Navenda Weqfa Jinên Azad di sala 2015’an de bi armanca pêşxistina jinan û piştevaniya hat vekirin. 

Weqfa Jinên Azad, kursên hemşîretî, dirûtin û kuaforiyê ji jinan re vedike. Di vê çarçoveyê dewreyên teorîk û pratîk bi rêxistin dike ku her yek 60 rojan dewam dike. Piştre bawernameyan li beşdaran belav dike û derfetên kar ji wan re peyda dike.

Jina ciwan a bi navê Esma Ewad beşdarî dewreya dûrtinê ya li Navenda Weqfa Jinên Azad bûye. Esmayê got: "Ev 2 roj e beşdarî dewreya perwerdeyê ya dirûtinê bûme. Ji zarokatiya xwe ve ji vî karî hez dikim, xeyala min ew bû ku ez kargeheke dirûtinê vekim û bi rêya wê xweseriya xwe pêk bînim."

Esma Ewad anî ziman ku Weqfa Jinên Azad hem bi rêya dewreyên pîşeyî hem jî bi rêya semînerên zanistî piştgiriyê dide wan.

Ji bilî dewreyên fêrkirina pîşeyan, li Navenda Weqfa Jinên Azad her hefte semîner bi mijarên cuda wekî, têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, danasîna hevjiyana azad, qanûna malbatê, zayendparêzî, nexweşiyên jinan û rêgirtina li ber wan hene.

Rêvebera Navenda Weqfa Jinên Azad a Çilaxayê Newroz Seyîd anî ziman ku ew li ser daxwazên jinan dewreyên perwerdeyê vedikin û got: "Were xwestin em amade ne di warên din de wekî fêrkirina zimanan û komputerê jî bidin. Armanca me ya bingehîn piştevaniya jinan û teşwîqkirina wan li ser kar û aktîfkirina rola wan di civakê de ye."

Newroz Seyîd di dawiya axaftina xwe de got: “Piştevaniya jinan erka me ye. Em berdewam bin ku xwe bigihînin her jinekê da ku wê teşwîq bikin û rola wan di avakirina civakeke azad û demokratîk de çalak bikin."

(bb)

ANHA