Bûdçeya 2025’an a Dêrezorê hat veqetandin

Serokê Nivîsîngeha Amar û Plansaziyê ya Meclisa Rêveber a Kantona Dêrazorê diyar kir ku projeyên di plansaziya îsal de bi giranî ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyên sereke, bihêzkirina qada tenduristiyê, piştgiriya geşepêdana aborî ne û 12 milyon dolar jê re hatiye veqetandin.

Bûdçeya 2025’an a Dêrezorê hat veqetandin
Bûdçeya 2025’an a Dêrezorê hat veqetandin
Bûdçeya 2025’an a Dêrezorê hat veqetandin
Bûdçeya 2025’an a Dêrezorê hat veqetandin
Bûdçeya 2025’an a Dêrezorê hat veqetandin
Bûdçeya 2025’an a Dêrezorê hat veqetandin
5 nîsan, 2025   07:25
DÊAEZORÊ

Desteya Darayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 12 milyon dolarê amerîkî wek budçeya giştî ya ji bo sala 2025’an ji Meclisa Rêveber a Kantona Dêrazorê re veqetand. Butçe bi giranî li ser sektorên xizmet, perwerde, tenduristî û enerjiyê tê belavkirin.

Serokê Nivîsgeha Amar û Plansaziyê ya Meclisa Rêveber a Kantona Dêrazorê Ziyad El Ehmed got projeyên sala îsal cihêreng in û giraniya xwe li ser qada xizmetguzariyê ne.

Ziyad El Ehmed der barê mijarê de got: “Beşa herî mezin a budçeyê ji bo xizmetguzariyê tê terxankirin, wekî projeyên paqijkirinê, kanalîzasyon, çêkirina rêyan û berfirehkirina toreyên avê li gundewarên kantonê.”

Li gorî El Ehmed ji sedî 10’ê budçeyê ji bo qada tenduristiyê tê terxankirin, wekî peydakirina dermanan ji bo nexweşxane, navend û dermanxaneyan. Her wiha cîhazên MR, mamografî û cîhazên din jî dê ji Nexweşxaneya El Kisra re bên peydakirin. Nûjenkirina qata yekê û pêvekên wê li Nexweşxaneya Mezin a Kisrayê, çalakkirina banka xwînê, peydakirina laboratuarekê li heman nexweşxaneyê û peydakirina deh ambulansan.

El Ehmed her wiha diyar kir ku ji sedî 26`ê budçeyê ji bo desteyên çandinî, enerjî, ciwan û werziş, jin û jîngehê tê terxankirin, her wiha projeyên Meclisa Cîbicîkar. Di qada enerjiyê de jî dê stasyoneke elektrîkê li El Kesra bê avakirin û 2 jenerator (2,5 megawatt) dê li herêma El Zir werin sererastkirin.

Her wiha dê 2 stadyum li Dirinc û Mihêmîda bêne nûjenkirin. Ji bo avakirina çapxaneyeke girêdayî Desteya Jinan li herêma Meamil û avakirina navendekê û laboratuarekê ji bo Desteya Jîngehê jî budçeyek hate veqetandin. Projeyên perwerdeyê jî dê li ser nûjenkirina dibistanan bin.

Ziyad El Ehmed di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku dê hemû projeyên di plansaziya sala 2025’an de bi giştî ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyên sereke, bihêzkirina qada tenduristiyê, piştgiriya geşepêdana aborî û pêşxistina aboriya civakê ne.

(k)

ANHA