Navên 2 karkerên birîndar hatin zanîn

Navên du birîndarên bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li ser aşê Dirbas de hatin zanîn.

Navên 2 karkerên birîndar hatin zanîn
14 ÇILE, 2024   19:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker beriya saetekî aşê Dirbas ê li ser rêya Amûdê- Hesekê bombebaran kir. Di encamê de du karkerên di aş de dixebitîn birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên tenduristiyê dane ajansa me, navên karkerên birîndar Hisên Ayiş Hisên (45) û Mihemed Xêr Ehmed Şêxê (23).

Hisên Ayiş Hisên ji hewz û çogê ve û Mihemed Xêr Ehmed Şêxê ji hêt û destê xwe yê çepê ve birîndar bûne. Her du birîndar li nexweşxaneyên bajarê Qamişloyê tên dermankirin.

(bb)

ANHA