Ji bo malbata fermandarê YPG’ê sardana sersaxiyê
Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê çûn sersaxiya malbata yek ji fermandarên YPG’ê Şervan Heleb ku di encama krîza dil de şehîd bibû.
Ji bo Fermandarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Şervan Heleb ku di 10'ê Çileyê (2024) de li Hesekê ji ber kirîza dil şehîd bû, konê sersaxiyê hat vedan. Piştî vedana kon ku li pêşiya mala malbata Şehîd Şervan a li taxa Şêxmeqsud hat vedan, bi sedan kes çûn sersaxiyê.
Rêveber û endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Parastina Civakê (HPC) û gelek şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sardana kon kirin û ji malbatê sersaxî xwest.
Di serdanê de Hevseroka Mala Êzîdî Roşîn Mûsa axivî û got: "Şehîd Şervan bi gelê xwe ve girêdayî bû. Hezkirina xwe di dilên wan de çand."
Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Mihemed Şêxo destnîşan kir ku Şehîd Şervan şagirtê Rêber Abdullah Ocalan bû, wî jiyana xwe li 4 parçeyên Kurdistanê bi têkoşînê derbas kiriye û di parastina taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rolek girîng lîstiye.
Hevserokê Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Emîn Elîko da zanîn ku Şehîd Şervan cihê xwe di dilê mezin û biçûkên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de çêkiriye û got: “Wî çete li herdu taxan têk birin û ev tax parastin."
Di sardana kon de bênavber dirûşmeya “Şehîd Namirin” hat berzkirin.
(mh/a)
ANHA