Êrişên dagirkeran li Şehbayê hatin şermezarkirin 

Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û bêdengiya navneteweyî ya li hember êrişan şermezar kirin.

Êrişên dagirkeran li Şehbayê hatin şermezarkirin 
Êrişên dagirkeran li Şehbayê hatin şermezarkirin 
14 ÇILE, 2024   19:14
ŞEHBA

Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê bi armanca şermezarkirina erîşên dewleta Tirk a dagirker li Kampa Serdem a navçeya Ehdasê daxuyaniyek da çapemeniyê. 

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker ji ber binketina xwe ya di warên siyasî û leşkerî de êrişî herêmên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê dike. Bi van êrîşan re jî dixwaze DAIŞ'ê ji nû ve vejîne.

Li hemberî êrişan di daxuyaniyê de girîngiya parastina rewa ya xaka herêmê careke din hat vegotin û bang li gelên herêmê hat kirin ku dijî êrîşan bibin yek.

Di dawiya daxuyaniyê de bêdengiya navnetewî jî hat şermezarkirin.

(mh/a)

ANHA