Meclisa Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dema tomarkirinê dirêj kir

 Meclisa Zanîngehên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tomarkirina hevyazbariyê de dirêj kir. Ev gav ji bo ku xwendekarên mînhaca hikumeta Şamê bikarin xwe tomar bikin, hat avêtin.

Meclisa Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dema tomarkirinê dirêj kir
11 îlon, 2025   21:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Zanîngehên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyê dirêjkirina dema tomarkirina hevyazbariyê ragihand.

Daxuyanî wiha ye:

"J ber ku Meclisa Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê naxwaze tu xwendekarder derveyî hevyazbariyê bimîne, bi taybetî ew xwendekarên ku bawernameyên hikûmeta Şamê bi dest xistine û heta niha hîn belgeyên xwe wernegirtine, ji lewre bi awayekî taybet dema tomarkirina ji bo hevyazbariyê tê dirêjkirin. Da ku ev dirêjkirin bibe sedema ku xwendekarên me yên giranbuha karibin cihên xwe di zanîngehên me de bigirin.

Têbînî: Dem û dîrokên nû yên hevyazbariyê di xişteyê de hatine zelalkirin.

Serkeftin ji bo hemû xwendekaran

Meclisa Zanîngehên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê"

(mh)