Navê ‘Komîsyona Piştevaniya Netewî, Biratî û Demokrasiyê’ li komîsyonê hat kirin

Navê “Komîsyona Piştevaniya Netewî, XBiratî û Demokrasiyê” li komîsyona hate kirin.

Navê ‘Komîsyona Piştevaniya Netewî, Biratî û Demokrasiyê’ li komîsyonê hat kirin
5 tebax, 2025   19:06
NAVENDA NÛÇEYAN 

Navê komîsyona bi mebesta çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk û aştiyane li Meclisê hatibû avakirin, diyar bû. Navê “Komîsyona Piştevaniya Netewî, Biratî û Demokrasiyê” lê hate kirin. 

MHP’ê demeke berê pêşniyara “Komîsyona Yekitî û Piştevaniya Netewî” kiribû. DEM Partiyê jî dixwest teqez peyvên “Aştî” û “Demokrasiyê” tê de cih bigirin.