Nasnameyên du şehîdên QSD’ê hatin aşkerakirin

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê nasnameyên du şervanên xwe yên şehîd ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne aşkera kirin û soza şopandina rêça wan da.

Nasnameyên du şehîdên QSD’ê hatin aşkerakirin
25 adar, 2025   18:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê li ser malpera xwe ya fermî nasnameyên du şehîdên xwe ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne, aşkera kirin.

Di daxuyaniya QSD’ê de wiha tê gotin:

"Di berxwedana hêzên me yên berdewam ên li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de yek ji şervanên me, piştî berxwedaneke mezin li dijî hêzên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şehîd bû, her wiha şervanekî din jî di hemleyên hêzên me li dijî bermahiyên şaneyên rêxistina DAIŞ’ê ya terorstî li Dêrazorê de şehîd bû.

Hêzên me ji destpêkê ve, di pêkanîna serkeftinên li pey hev de xwe spartiye fedakariyên şervanên xwe û êdî weke taybetmendiyên şervanên me li her derê ye.

Em bi serbilindî nasnameya hevrêyê xwe yê şehîd Hemod /Ehmed Îsmalî El Kesar û hevrêyê xwe Zeyd/Mihemed Xelîl El Muteb aşkera dikin. Ew her du hevrêyên me, piştî ku di oxira parastina xak û gelê xwe de fedakariyên mezin raber kirin, gihîştin asta şehadetê.

Em sersaxiyê ji malbatên her du şehîdan û tevahî malbatên şehîdên xwe re dixwazin û soz didin ku em ê heta pêkanîna armanc û hêviyên wan ên gihandina welateke ewle û ji dagirkerî û terorê paqij, tê bikoşin.

Agahiyên der barê nasnameyên şehîdan de wiha ne:

Nasnav: Hemod

Nav û paşnav: Ehmed Îsmaîl El Kesar

Navê dayikê: Wedhe

Navê bav: Îsmaîl

Cihê jidayikbûnê: Dêrazor

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-04.03.2025’an, di encama birîna berê ya nava şerên dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Minbicê de, şehîd bû.

Nasnav: Zeyd

Nav û paşnav: Mihemed Xelîl El Muteb

Navê dayik: Şemse

Navê bav: Elî

Cihê jidayikbûnê: Sîhe

Cih û dîroka şehadetê: Besîra-10.03.2025’an."

(fr)