QSD: Li Tiwêne yê Hesekê terorîstek hat girtin

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê diyar kir ku TOL’ê bi piştgiriya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî li bajarokê Tiwêne yê Hesekê yê kantona Cizîrê terorîstek girt.

QSD: Li Tiwêne yê Hesekê terorîstek hat girtin
25 adar, 2025   19:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku li dijî terorîstekî şaneyên rêxistina DAIŞ’ê operasyoneke ewlehiyê li bajarokê Tiwêne yê Hesekê pêk anî.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

"TOL’ê yên girêdayî hêzên me, QSD’ê û bi hevkariya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî îro (sêşemê) operasyoneke ewlehiyê li dijî yek ji şaneyên rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst li bajarokê Tiwêne yê bajarê Hesekê pêk anî.

Piştî komkirina agahiyên têkildarî tevgerê terorîstê bi navê "Ebdullah Xidir Nasir El Ferox" ji hêla hêzên me ve bi dawî bûn û cihê veşartina wî hat diyarkirin, ew hat girtin. Her wiha 3 telefon û belgeyên takakesî yên li gel terorîst hatine dîtine, hatin desteserkirin.

Hêzên me diyar dikin ku ruxmî mijûlbûna wan di bersivdana êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de, lê di serdegirtina şaneyên rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst de dewam dikin û operasyonên ewlehî û leşkerî heta ziwakirina tevahî çavkaniyên şaneyan ranawestin."

(fr)