Nasnameya şehîdên Elkê hate eşkerekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên ku li Elkê ya Şirnaxê a bakurê Kurdstanê şehîd bûne, eşkere kir û got: “Bîranîna hevrêyên me Brûsk, Rustem, Kamûran û Dilsoz wê her tim pêşengiyê ji têkoşîna me re bike.”

Nasnameya şehîdên Elkê hate eşkerekirin
28 hezîran 2024   12:49
NAVENDA NÛÇEAYN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya gerîlayên azadiyê  Brûsk, Rustem, Kamûran û Dilsoz li herêma Elkê de şehîd bûn aşkere kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Hevrêyên me Brûsk, Rustem, Kamûran û Dilsoz xwe bi hemû ve fedayî têkoşînê kirin. Hevrêyên me bi têkoşîna xwe û şerê xwe yê li dijî dagirkeran, bûn serbilindiya gelê me. Nûnerên tevlîbûna fedayî ya Apoyî hevrêyên me Brûsk, Rustem, Kamûran û Dilsoz salên xwe yên ciwantiyê yên herî bedew, fedayî azadiya gelê me kirin. Di vî warî de her yek ji wan bû bîrdariya berxwedanê û bi vî rengî ji ciwanên Kurdistanê re bûn mînak. Êrîşa li dijî gelê me ji kuderê tê bila were, hevrêyên me li wir bûn û ev yek weke wezîfeya şoreşgerî dizanîn. Îspat kirin ku gerîla şervanên azadiyê yên gelê Kurd in. Di pêvajoyeke ku dewleta Tirk a mêtinger li dijî gelê me konsepta tasfiyeyê xistî dewrê de, hevrêyên me bi îdîa û biryardariyeke mezin berê xwe dan Bakurê Kurdistanê û bi sekna xwe ya milîtanî bersiva herî mezin dan dijmin. Hevrêyên me Brûsk, Rustem, Kamûran û Dilsoz bi çalakiyên li dijî dagirkeran pêk anîn tola zext, êşkence û komkujiyên ku li hemberî gelê me hatine kirin, standin. Bîranîna hevrêyên me wê her tim pêşengiyê ji têkoşîna me re bike.

Agahiyên derbarê hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:

Nasnav: Brûsk Kato

Nav û Paşnav: Basrî Cîn

Cihê Jidayikûnê: Şirnex

Navê Dayik – Bav: Hanîfe – Xelîl

Cih û Dîroka Şehadetê: 20’ê Hezîrana 2024’an

Nasnav: Rustem Çekdar Kato

Nav û Paşnav: Sefer Temel

Cihê Jidayikûnê: Şirnex

Navê Dayik – Bav: Heybet – Sabrî

Cih û Dîroka Şehadetê: 20’ê Hezîrana 2024’an

Nasnav: Kamûran Teyrêbaz

Nav û Paşnav: Yilmaz Sala

Cihê Jidayikûnê: Colemêrg

Navê Dayik – Bav: Gulsuma – Nazim

Cih û Dîroka Şehadetê: 20’ê Hezîrana 2024’an

Nasnav: Dilsoz Gabar

Nav û Paşnav: Arvîn Huseynî

Cihê Jidayikûnê: Şaho

Navê Dayik – Bav: Ferîde – Kemal

Cih û Dîroka Şehadetê: 20’ê Hezîrana 2024’an

BRÛSK KATO

Hevrêyê me Brûsk li Elkêya girêdayî Şirnexê, di nava malbateke ku çanda qedîm a Botanê û welatparêziyê bi serbilindî dijî de, hate dinê. Ji ber vê taybetmendiya malbata xwe, hevrêyên me Brûsk jî girêdayî cewherê xwe mezin bû. Ji ber ku malbata wî welatparêz e û herêma ku lê dijî qada têkoşînê ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ye, di temenekî biçûk de têkoşîna me nas kir. Hevrêyê me di vê pêvajoyê de rastiya dijmin jî nas kir û bi taybetî li hemberî zext û êşkenceya ku dijmin li hemberî gelê me pêk tîne, bû xwedî hêrs. Piştre li dibistanên dewleta Tirk rûyê qirker ê dijmin nas kir. Hevrêyê me Brûsk di vê pêvajoyê de rastiya dijmin, hîn zêdetir fêm kir. Her çendî ku li van dibistanan demekî xwendibe jî, li dijî êrîşên asîmîlasyon û qirkirinê yên dijmin, cewherê xwe parast. Hevrêyê me Brûsk bi malbata xwe re li gund dijî û ji bo ku di temenê ciwantiya xwe de tevkariyê li debara malbata xwe bike, di gelek xebatan de xebitî. Lewma hevrêyê me pir zû wateya kedê fêm kir û di tevahiya jiyana xwe de bi ked dayînê karî li ser lingên xwe bimîne. Hevrêyê me di pêvajoya ciwantiyê de, geşedanên li Kurdistanê hîn ji nêztir şopand. Dijmin di serhildanan de li hemberî gelê me ket nava hewldana komkujiyan, vê yekê hêrsa hevrêyê me ya li hemberî dijmin hîn zêdetir kir. Di vê pêvajoyê de hin hevalên wî û xizmên wî yên nêz tevlî nava refên gerîla bûn û pismamê wî Botan Sason – Emîn Cîn di sala 2006’an de şehîd bû. Ev yek ji bo hevrêyê me Brûsk bû sedemê têkoşînê û li ser vî bingehî dest bi lêgerînên şoreşgeriyê kir. Hevrêyê me Brûsk her roja ku derbas dibe, lêhêrbûnên xwe yên têkildarî vê yekê kûr kir û êdî ket ferqa wê yekê ku ti wateya jiyana bi rastiya dewleta Tirk re nîne. Hevrêyê me fikirî ku jiyana bi vê sîstemê re ku bi ti rengî gelê Kurd nas nake û roj bi roj zext, êşkence û komkujiyên xwe li ser zêde dike, mîna koletiyê ye. Hem ji bo hesabê komkujiyên ku li hemberî gelê me hatine kirin bipirse û tolê bistîne, hem jî ji bo azadiya gelê me têkoşînê bimeşîne berê xwe da çiyayên Kurdistanê û di sala 2011’an de tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Brûsk ku ne biyaniyê çiyayan bû, di demek kurt de fêrî jiyana li çiyê bû. Di perwerdeya xwe ya destpêkê de, xwe di warê îdeolojîk û leşkerî de pêş xist. Hevrêyê me bi saya tecrubeyên xwe yên jiyanî, alîkarî da hevrêyên xwe yên pê re perwerde dîtî. Di vê pêvajoyê de bû milîtanekî ku bi kesayeta xwe ya xwezayî, dirûst û samîmî ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak û hemû hevrêyên wî rêz nîşan didan. Tevî ku di nava refên gerîla de nû bû û ne xwedî ti tecrubeyên leşkerî bû, xwest hêrsa xwe ya li hemberî dijmin veguhere çalakiyê. Ji bo biçe Zagrosan pêşniyar kir. Li ser vî bingehî hevrêyê me Brûsk derbasî herêma Zapê bû, li vir qasî 3 salan têkoşîn meşand. Hevrêyê me di pêvajoya li Zapê de di warê leşkerî, jiyanî û îdeolojîk de bû pispor. Bi taybetî ji bo di pêngava şoreşgerî ya sala 2012’an de, cih bigire israr kir. Hevrêyê me Brûsk bi kesayeta xwe ya kedkar û dilsoziya xwe ya bi şehîdan re, di dilê hevrêyên xwe yên li Zapê de cih girt û ji bo ku bibe layiqê Rêber Apo û şehîdan ket nava hewldanan ku têkoşîna xwe bê navber mezin bike.

Piştî pêşketina Şoreşa Azadiyê ya Rojava û destpêkirina êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li hemberî gelê me yê li Rojava û Şengalê, hevrêyê me Brûsk bû milîtanekî Apoyî û ji bo ku bi gelê me re li dijî çeteyan şer bike, derbasî herêma Rojava bû. Hevrêyê me li vir di gelek pêngavên şoreşgerî yên li dijî çeteyan hatin lidarxistin de, cih girt. Hem ji bo ku qadeke mezin ji çeteyan bê paqijkirin, hem ji bo azadiya gelê me û hem jî ji bo parastina qadên ku hatine azadkirin wezîfeyên girîng girt ser xwe. Gelek dewletan û hêzan ji ber tirsa ji çeteyên DAÎŞ’ê, bêyî ku şer bikin bajar terikandin. Li dijî vê yekê hevrêyê me Brûsk li her çeperê û qada ku lê ye bi cesareta xwe bawerî da hevrêyên xwe û bersiva gelek êrîşên çeteyan da. Hevrêyê me heta sala 2017’an li qada Rojava têkoşiya, bawer kir ku wezîfeya xwe ya li vir bi serketî qedand û car din berê xwe da çiyayan.

Hem muhasebeya pratîka xwe ya têkoşîna 6 salan kir, hem jî xwe di warê îdeolojîk û leşkerî de pêş xist. Bi vî rengî hevrêyê me Brûsk ji bo xwe ji wezîfeyên dema nû re amade bike li Akademiya Şehîd Îbrahîm tevlî perwerdeyê bû û bi lêhêrbûnên xwe yên di vê pêvajoya perwerdeyê de têkildarî têkoşîna xwe encamên girîng derxist holê. Hevrêyê me bi dersên ku ji pratîka xwe ya berê derxistî, hîn bi îdîa û biryartir xwe ji têkoşînê re amade kir û bi taybetî têkildarî taktîkên gerîla yên dema nû bû xwedî kûrbûneke girîng. Mîna her gerîlayek azadiyê hevrêyê me xwest derbasî Bakurê Kurdistanê bibe û têkoşîna xwe li wir bidomîne. Li ser vî bingehî çû Katoyan, xaka ku lê ji dayik bû, mezin bû û têkoşîna xwe li vir domand.

Hevrêyê me Brûsk di pêvajoya ku li Katoyan mayî de, bi taybetmendiyên xwe yên kedkar di nava demek kurt de bû milîtanekî ji hevrêyên xwe re mînak. Di pêvajoyê de xwest derbe li dijmin bixe û di serî de Berxwedanên Rêveberiya Xweser hesabê komkujiyên ku li hemberî gelê me hatine kirin bipirse. Hevrêyê me di vî warî de timî di nava lêhêrbûn û lêgerînê de bû. Li Katoyan di gelek çalakiyên li dijî dijmin hatin kirin de, bû xwedî ked. Hevrêyê me Brûsk welatparêziya kûr a Botanê û çanda wê ya bi kok, heta hemû hucreyên xwe jiyan kir. Ji ber van taybetmendiyên xwe ji aliyê gelê me ve hate hezkirin û nirx dît. Hevrêyê me Brûsk li Katoyan berpirsyariyên girîng girt ser xwe û bi pratîka xwe ya serketî, ji hevrêyên xwe re bû mînak. Tevî vê yekê jî ti carî xwe têrker nedît. Hevrêyê me ev sekna xwe ya dilnizm her tim parast û xwest xwe hîn zêdetir pêş bixe û ji pêvajoyê re bibe bersiv. Di vî warî de bû xwedî ked û hewldan. Hevrêyê me di her kêliyê de hewl da ku bîranîna hevrêyên xwe yên pê re têkoşîn meşandî û yên şehîd bûn, bide jiyîn û ev yek di heman demê de weke berpirsyariyeke wijdanî nirxand.

Di vî warî de hevrêyê me Brûsk bû milîtanekî mînak ê partiya me PKK’ê. Di 20’ê Hezîrana 2024’an de ji ber êrîşa dijmin bi hevrêyên me Rustem, Kamûran û Dilsoz re şehîd bû û têkoşîna xwe ya azadiyê ya 13 salan û bi serketinan dagirtî, di lûtkeyê de temam kir.

RUSTEM ÇEKDAR KATO

Hevrêyê me Rustem li gundê Setkarê yê girêdayî Elkêya Şirnexê, di nava malbateke girêdayî nirxên welatparêzî û Kurdîtiyê de hate dinê. Hevrêyê me di nava derdor û malbateke welatparêz de mezin bû, girêdayî cewherê xwe û bi exlaqê Kurdî mezin bû. Hevrêyê me di temenekî zû de, li hemberî Tevgera me bû xwedî sempatî û rastiya dijmin dît. Bi xeyala bûyîna gerîla xwe ji siberojên azad re amade kir. Hevrêyê me ferdê malbateke ku rû bi rûyê zext û zilma dewletê dimîne ye, li hemberî dibistanên sîstemê her tim xwedî bertek bû. Hevrêyê me di nava civakeke ku nedikarî bi zimanê xwe yê dayikê biaxive û di ferqa polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewletê de bû, mezin bû. Dibistanên sîstemê red kir û nerazîbûn nîşan da. Bi kûrahî ji şehadetên ku nêzî dibistana gund çêbûne, bandor bû û bû xwedî helwestekî tund. Hevrêyê me gelek caran zilma dewletê ya li hemberî malbata xwe dîtiye û bi vî rengî mezin bûye. Hêrsa xwe ya li hemberî dijmin zêde kir. Hevrêyê me li erdnîgariyeke wisa bû ku dewleta Tirk a qirker û dagirker di salên 90’î de gund dişewitandin. Her wiha gelek cînayetên ku faîlên wan diyar qewimîn. Lewma her tim li dijî bûyerên civakî, refleks nîşan da. Hevrêyê me hîna di temenekî biçûk de dijmin nas kir û zilma wî dît. Her tim heyranê gerîla bû. Hevrêyê me li gundekî sade, paqij û ji jiyana modernîteya kapîtalîst dûr, mezin bû. Bi kedkariya xwe hezkirina derdor qezenc kir. Bû kesekî ku gotina wî were guhdarkirin, bû kesekî bi tecrube. Li her qada ku lê ye rolekî afirîner lîst. Ji bo xeyala xwe ya bûyîna gerîla pêk bîne, ket nava gelek hewldanan. Lê ji ber tevlîbûnên malbatê, zextên dewleta Tirk a faşîst û pêdiviyên di nava xebatên milîstiyê de neçar ma ku vê biryara xwe taloq bike. Hevrêyê me salên dirêj xebata xwe ya milîstiyê bi rengekî serketî meşand. Di gelek xebatên hêja de bi rola xwe rabû. Hem weke şervanekî nû, hem xebatên kuryeyê hem jî weke gerîlayekî bajêr wezîfeyên xwe yên demê bi layiqî bi cih anî. Birayê wî hevrê Çekdar Beytuşşebap – Çolî Temel di sala 2011’an de li Geliyê Tiyarê di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker û qirker de şehîd bû. Bi vê şehadetê re xwesteka xwe ya têkoşînê û hêrsa xwe ya li hemberî dijmin, mezin kir û bi rengekî bi biryar têkoşîna xwe domand. Tevî ku di sala 2012’an de xwest car din biryara xwe ya tevlîbûna nava refên gerîla pêk bîne, ji ber xebatên stratejîk dîsa neçar ma xeyala xwe taloq bike. Li gorî zanebûna her xebata Partiya me, tevgeriya. Ji metropolan heta herêmên cuda yên Kurdistanê, xebatên girîng meşand. Di pêvajoya Şerê Gel ê Şoreşgerî de, bû xwedî kedên mezin.

Hevrêyê me di sala 2013’an de li herêma Kato Jîrka ya Botanê tevlî nava refên gerîla bû. Ji ber bûyîna gerîla bi serbilindî tevlî xebatan bû. Ji ber ku bi salan bi gerîla re xebatên hevpar meşand, di nava demeke kurt de motîveyî jiyana gerîla bû. Hevrêyê me li Botanê di nava pêngava şoreşgerî de cih girt û di warê leşkerî de bû xwedî tecrube. Ji ber ku berê xebatên kuryetiyê kiriye û araziyê baş nas dike, di gelek mijaran de ji hevrêyên xwe re bû alîkar. Tecrubeyên ku bi dest xistî, derbasî hevrêyên xwe kir û hewl da wezîfeyên xwe yên hevrêtiyê bi cih bîne. Qasî 3 salan li herêma Kato Jîrkayê pratîkek serketî meşand, piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Li her qada ku lê ye bi tevlîbûna xwe ya bi moral û sekna xwe ya bi biryar a ji bo derb xistina li dijmin, bû milîtanekî mînak. Hevrêyê me xwest li Rojava di berxwedana destanî ya li hemberî êrîşên qirkirinê yên çeteyên DAÎŞ’ê de, cih bigire. Demekê li qada Rojava ma û piştre derbasî herêma Behdînanê bû. Hevrêyê me pêşniyar kir ku car din biçe Bakurê Kurdistanê. Li gorî ruhê pêvajoyê tevgeriya û ji bo ku bibe layiqê her xebata Partiya me, ket nava hewldanekî zêde. Hevrêyê me tevlî xebatên kuryetiyê bû û bi saya serweriya xwe ya li ser araziyê û tecrubeyên xwe, gelek hevrêyên xwe bi saxlem gihand cihê wan. Di pêvajoya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de rolekî aktîf lîst û di gelek çalakiyên serketî de bû xwedî ked. Hevrêyê me bi hevrêtiya xwe ya sade, dirûst û kûr bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Weke şopdarê Bargiranan û Esmeran, biryar da ku xwesteka xwe ya têkoşînê mezin bike. Fêm dikir ku bersiva herî baş a ji dagirkeran re bê dayîn, pêkanîna taktîkên demê ye û di her warî de bû gerîlayekî pispor. Hevrêyê me Rustem salên dirêj xebata kuryetiyê meşand, hemû teknîkên dijmin pûç kir û bi serbilindî hevrêyên xwe bi saxlem gihand cihê wan. Hevrêyê me dîsa pêşniyar kir ku derbasî Botanê bibe. Israr kir ku gerîlatiya Bakur a ku ked û biryardariyeke mezin dixwaze, bike. Li dijî operasyonên ku artêşa Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê dayî destpêkirin, ji bo pêkanîna taktîkên gerîla yên dema nû û têkbirina dijmin, berpirsyarî girt ser xwe. Hevrêyê me Rustem ji bo hewldanên dijmin pûç bike, kedek mezin da û di her warî de ji hevrêyên xwe re bû alîkar. Bû milîtanekî fedayî yê ku ji her wezîfeyê re amade. Hevrêyê me yê hêja Rustem li qadeke ku zarokatiya wî lê derbas bûye, gerîlatî kir û weke zarokekî bi wêrek ê Botanê bi sekna xwe ya bi hêman û biryar bû şervanekî bi wêrek û egîd.

Milîtanê fedayî yê Apoyî hevrê Rustem Çekdar Kato 20’ê Hezîrana 2024’an li herêma Botanê di êrîşa dijmin de heta nefesa xwe ya dawî şer kir û tevlî karwanê şehîdan bû. Zarokê leheng ê Botanê ji sekna xwe ya milîtaniyê tawîz neda û wezîfeyên xwe bi layiqî bi cih anî. Em soz didin, ala ku wî dewrî me hevrêyê xwe kiriye, bi serketinê bilind bikin û em ê bîranîna şehîdên xwe bidin jiyîn.

KAMÛRAN TEYRÊBAZ

Hevrêyê me Kamûran li Gevara resen û serhildêr ji dayîk dibe. Hevrêyê me li derdoreke ku bûye sembola welatparêzî û têkoşînê mezin dibe. Ev yek dibe sedem ku hevrêyê me di temenê xwe yê zarokatiyê de Tevgera me nas bike. Hevrêyê me di nava civakeke ku Kurdayetî lê zêde dihat jiyîn, polîtîkayên bişaftinê ferq dike û bi hişmendiyeke neteweyî mezin dibe. Weke hemû ciwanên Kurd li hemberî bûyerên civakî û polîtîkayên dewletê bê deng namîne. Weke şahidekî çalakî û lehengiyên gerîla yên li dijî artêşa dewleta Tirk, li hemberî Partiya me dibe xwedî sempatiyeke mezin. Hevrêyên me hê di serdema dibistana seretayî de dikeve nava nakokiyan û hemû caran nerazîbûnên xwe yên li hemberî saziyên sîstemê nîşan dan. Hevrêyê me li hemberî komsepta îmhayê ya li ser gel û Tevgera me tê ferzkirin, dikeve nava nakokiyan û weke şopdarê kevneşopiya ku li hemberî zilmê serî natewîne, xeyal kir ku tevlî nava refên gerîla bibe. Ji bo alîkariya debara malbata xwe di gelek xebatan de kar kir û ji aliyê malbat û derdora xwe ve gelekî hate hezkirin. Hevrêyê me di sala 2012’an de ji lehengiyên Şerê Gel ê Şoreşgerî bi taybet jî yên li Botan û Geverê bandor dibe û biryara tevlîbûnê dide. Hevrêyê me dizanîbî ku têkoşîna li hemberî dewleta Tirk a qirker û dagirker bes bi xwerizgarkirina ji pergalê pêkan e û berê xwe da qadên gerîla yên pîroz.

Hevrêyê me di sala 2013’yan de ji Geverê tevlî nava refên gerîla dibe. Hevrêyê me ji erdnîgariya Zagrosan a zehmet û bê hempa bi bandor dibe û bi yekem koma gerîlayên ku lê rast tê re hestên xwe parve dike. Weke şervanekî azadiyê yê gelê xwe ji hemû şert û mercan re amade bû. Hevrêyê me li lûtkeyên Zagrosan dest bi gerîlatiyê dike û perwerdeya şervanê nû dibîne. Hevrêyê me perwerdeya şervanê nû bi awayekî serkeftî temam dike û li herêma Avaşînê di nava xebatên pratîkê de cih digire. Hevsengiya gerîlayan a bi xwezayê û têkiliyên hevrêtiyê bandoreke mezin li hevrêyê me dike û di hemû xebatan de tevlîbûneke bimoral û bikelecan nîşan da. Tevî ku gerîlayekî nû jî bû, di warê leşkerî de di demeke kurt de gelek tecrûbe bi dest xistin. Hevrêyê me di Dibistana Operasyonan a Şehîd Mehmet Goyî de perwerdeyê digire û ji bo ku di warê leşkerî de taktîkên sermenê pêk bîne, kedeke mezin nîşan da. Hevrêyê me dizanî ku bûyîna bersiva li hemberî bendewariyên serdemê, tenê bi bûyîna gerîlayekî profesyonel pêkan e. Tevî ku zêde neçûbû dibistanên pergalê jî hevrêyê me ji bo ku wextê xwe baş bi kar bîne û felsefeya Rêbertiya me fêm bike, tim materyalên Partiyê xwendin, nîqaşa wan di nava jiyanê de kirin û di warê îdeolojîk de tecrûbeyên mezin bi dest xistin. Hevrêyê me di sala 2015’an de derbasî herêma Cîloyê dibe û bi kesayeta xwe ya bipratîk û kedkar ji aliyê hevrêyên xwe ve zêde hate hezkirin. Hevrêyê me di nava şertên dijwar ên Cîloyê de gerîlatî kir û di şertên herî dijwar de jî bê dudilî di çalakiyên ku derbên giran li dijmin hatin xistin de cih digire. Hevrêyê me di sala 2017’an de di encama êrîşa dagirkeran de birîndar dibe û her wiha piştî ku di demeke kurt de tedawiya xwe temam dike, têkoşîna xwe berdewam dike. Piştî pratîka salan a dijwar hevrêyê me di sala 2019’an de, di Akademiya Şehîd Îbrahîm de dest bi perwerdeyê dike û di hemû wateyan de xwelêpirsîneke kûr esas girt. Hevrêyê me Kamûran kêmasiyên di pêvajoya pratîkê de analîz dike û xwe ji bo pêşerojê amade dike û li ser rêya şehîdên ku ji bo xwe weke mînak digire, meşiya. Di pêvajoya perwerdeyê de bi taybet jî li ser parastinên Rêbertiya me xwe kûr dike û xwe di îdeolojiya Rêbertiya me de gelekî bi pêş ve dibe. Hevrêyê me di pêvajoya perwerdeyê de kûrbûnên zêde jiya û pêşniyar kir ku derbasî Bakurê Kurdistanê bibe û helwesteke li gorî ruhê serdemê nîşan dide. Hevrêyê me Kamûran di sala 2020’an de li herêma Serhedê dimîne û bi pêkanîna taktîkên serdemê, tecrûbe bi dest xistin. Hevrêyê me Kamûran ji bo tedawiyê derbasî herêma Behdînanê dibe û piştre ji bo ku derbasî Bakur bibe bi israr pêşniyar dike. Hevrêyê me piştî ku tedawiya xwe temam dike dubare berê xwe dide qadên şer û vê carê jî hewl dide ku li Botanê erkên xwe yên serdemê bi cih bîne. Derbasbûna Bakur hevrêyê me gelekî kêfxweş dike û hewl da ku erkên xwe bi awayekî serkeftî bi cih bîne. Hevrêyê me li qadên herî dijwar gerîlatiyê dike û lêgerînên derblêxistina dijmin tîm didomîne, têkoşîneke bênavber dimeşîne û weke şervanekî fedekar û wêrek, di nava Partiya me de wê timî were bîranîn.

Hevrêyê me di 20’ê Hezîrana 2024’an de di encama êrîşeke dijmin de tevlî karwanê şehîdan dibe û weke zarokekî leheng ê Geverê ji me şopdarên xwe re mîrateyeke tije têkoşîn hişt. Bi milîtantiya xwe ya şertên dijwar û tevlîbûna xwe ya fedaî, hevrêyê me Kamûran bû şervanekî heqîqetê yê mînak. Em dubare dikin ku em ê bîranîna hevrêyê xwe Kamûran tim zîndî bigirin û bibin şopdarên xeyalên şehîdên xwe.

DILSOZ GABAR

Hevrêyê me Dilsoz li herêma Şaho ya Rojhilatê Kurdistanê di nava malbeteke girêdayî çanda Kurdî de ji dayîk dibe. Hevrêyê me di nava malbat û derdoreke bi vî rengî de mezin dibe û di temenê xwe yê zaroktiyê de hişmendiya Kurdayetiyê bi dest dixe. Haya hevrêyê me ji têkoşîna gelê me ya ku bi salan ji bo azadiyê tê meşandin, çêdibe û ji ber vê yekê hemû caran eleqeyeke mezin nîşanî têkoşînên li herêmên Kurdistanê dide. Hevrêyê me Dilsoz 11 salan di dibistanên pergalê de perwerdeyê dibîne û weke Kurdekî birûmet difikire ku divê zêde di nava pergalê de cih negire. Lewma dev ji dibistanên pergalê ber dide û ji bo debara malbata xwe dest bi kolberiyê dike. Hevrêyê me di vê pêvajoyê de êşa dagirkirin û perçebûna welatê me Kurdistanê di dilê xwe de hîs dike. Karkirina di karên zehmet û bitalûke ya li welatê xwe de, bû sedem ku di dilê wî de li hemberî dagirkeran hêrseke mezin peyda bibe.  Hevrêyê me bi vê yekê rastiya dijmin baştir nas dike û gihişt wê baweriyê ku divê weke hemû ciwanên Kurd ên birûmet teqez têkoşîna xwe bide meşandin û xwe li hemberî dijmin biparêze. Hevrêyê me ferq dike ku partî û rêxistinên li Rojhilatê Kurdistanê têdikoşin herêmî dimînin û şensê bidestxistina serkeftinê kêm e û bi saya hevalekî xwe partiya me PKK’ê rastiya Rêber Apo nas dike.  Têkoşîna destanî ya ku ev 40 sal in di pêşengtiya Partiya me de ya li hemberî dewleta Tirk a dagirker tê meşandin û şerê li hemberî DAÎŞ’ê, dibin sedem ku bandoreke mezin li cem hevrêyê me Dilsoz peyda bibe û li hemberî rehîngirtina Rêbertiya me di dilê wî de hêrseke mezin ava dibe. Tevlîbûna hevalên hevrêyê me jî bandoreke mezin li wî dike û lêgerînên têkoşînê kûrtir dike. Hevrêyê me ji sala 2016’an heya 2018’an tim xwe kûr dike û ji bo naskirina partiya me PKK’ê dest bi lêkolînan dike û bi biryardarî û îdîayeke mezin biryar dide ku tevlî nava refên gerîla bibe. Girêdayî vê yekê hevrêyê me di sala 2018’an de berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û li Qendîlê tevlî nava refên PKK’ê dibe.

Hevrêyê me li herêma Qendîlê perwerdeya şervanê nû dibîne û weke pêngava ewil gelekî di bin bandora têkiliya hevrêtiyê de dimîne. Hevrêyê me Dilsoz şertên dijwar ên çiyayan bi têkiliyên hevrêtiyê yên fedekariya gerîlayan derbas dike û di nirxandineke xwe de bi gotina; ‘Însanên xwedî armancên mezin di xwe de wateya hêza ku ji hemû zehmetiyan derbas bikin, dihewînin’ sekna xwe nîşan dide. Hevrêyê me xwe di warê leşkerî û îdeolojîk de pêş ve dibe û bi saya vê perwerdeyê hînî hemû detayên jiyana Partî û gerîla dibe. Hevrêyê me di heman demê de xwe li ser felsefeya Rêber Apo kûr dike û bi zelalbûna xwe bi coş û kelecaneke mezin tevlî xebatan dibe. Hevrêyê me li gelek herêmên Qendîlê gerîlatiyê dike û ev yek dibe derfet ku xwe di gelek qadan de bi pêş ve bibe. Hevrêyê me dema ku tevlî nava refên gerîla dibe paşnavê nasnavê xwe weke Gabar diyar dike û di vê pêvajoyê de derfeta lêkolînkirina gerîlatiya Gabarê bi dest dixe. Hevrêyê me çûna Gabara ku têkoşîn bi temamî girêdayî îrade û fedekariyê lê tê meşandin, dike mezintirîn xeyala xwe û bi vê yekê kûrbûnên xwe zêdetir dike. Hevrêyê me ji bo li hemberî dewleta Tirk a ku li hemû deran êrîşî destkeftiyên gelê me dike û ji bo tasfiyekirina gerîlayên azadiyê êrîşên xwe zêde dike bibe bersiv, pêşniyar dike ku derbasî herêma Gabarê bibe. Pêşniyara hevrêyê me yê ku bi sekna xwe ya mîlîtanî ya di jiyanê de û asta kûrbûnên xwe baweriyeke mezin dide hevrêyên xwe, tê qebûlkirin.  Lê belê ji hevrêyê me tê pêşniyarkirin ku beriya biçe, li ser taktîkên gerîlatiya serdema nû perwerdeya pisporbûnê bistîne û hevrêyê me jî bi xwestek û kêfxweşiyeke mezin tevlî perwerdeya pisporbûnê dibe. Hevrêyê me Dilsoz di pêvajoya perwerdeyê de bi tevlîbûn û jêhatîbûna xwe dikare ji hevrêyên xwe re bibe gerîlayekî mînak û perwerdeya xwe bi awayekî serkeftî temam dike û berê xwe dide Bakurê Kurdistanê. Hevrêyê me bi derbasbûna Bakurê Kurdistanê re xwesteka xwe pêk tîne û li vir tevlîbûneke bitempo nîşan dide. Hevrêyê me tim îfade dikir ku mezintirîn armanca wî dabînkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye û ji bo vê yekê bi awayekî bê navber têkoşîn meşand. Hevrêyê me tevî ku Soranekî ji Rojhilatê Kurdistanê jî bû, di demeke kurt de fêrî Kurmancî bû û karî di dilê gelê me yê Bakurê Kurdistanê de bibe xwedî cihekî girîng. Hevrêyê me ferq dike ku çanda herêma Botanê ku lê têdikoşiya û çanda herêma Şahoyê ku lê ji dayîk dibe, gelekî nêzî hev in û ev yek dibe sedem ku zêdetir ji gel û erdnigariya Botanê hez bike.

Hevrêyê me Dilsoz weke kesayeteke neteweyî, bû xwedî têkoşîneke ku ji Şahoyê dirêjî Botanê dibe û bû delîlê bêwatebûna sînorên ku dijmin ji bo parçekirina Kurdistanê danîne. Hevrêyê me Dilsoz di 20’ê Hezîrana 2024’an de li çiyayên Katoyê di encama êrîşeke dagirkeran de li gel sê hevrêyên xwe tevlî karwanê şehîdan dibe. Hevrêyê me Dilsoz wê tim di nava têkoşîna azadiyê ya gelê me de nemir be û wê ji bo me hevrêyên xwe bibe çirayekî ronîker.’’