Artêşa Tirk 426 caran sûcê bikaranîna çekên kîmyewî kir

Artêşa dewleta Tirk a dagirker ji destpêka 2024’an ve 426 caran li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê gazên kîmyewî û çekên qedexekirî bi kar anîn.

Artêşa Tirk 426 caran sûcê bikaranîna çekên kîmyewî kir
28 hezîran 2024   12:54
NAVENDA NÛÇEYAN
CÎHAN BÎLGÎN

Yekemîn êrişa derveyî sînor a dewleta Tirk a dagirker a li hemberî Başûrê Kurdistanê, di 25’ê Gulana 1983'yan de bi navê "Operasyona Derveyî Sînor" dest pê kir. Dewleta Tirk bi vê êrişê cara ewilî sînor binpê kir û bi navên "Operasyona Şopandina Nêzîk", "Operasyona Malaştinê", "Operasyon Xakûrkê", "Operasyona Pola", "Operasyon Başokan", "Operasyon Sîleyan", "Operasyona Çekûç", "Operasyona Berbang", "Operasyon Murat", "Operasyona Rojê" û "Operasyona Pençe" bi dehan êrişên dagirkirinê kirin. Herî dawî di 16’ê Nîsana 2024'an de li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi êrişeke nû kir.

Dewleta Tirk di êrişan de bi bikaranîna çekên kîmyewî sûc kir û di êrişa Sibata 2021'an de ku li dijî Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dabû destpêkirin, 256 êrişên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî yên jehrî kirin. Di sala 2022'yan de bi giştî 3 hezar û 280 caran û di sala 2023’yan de bi giştî hezar û 47 caran bi gazên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî êrişî gerîla kir.

Ji 1'ê Çileya 2024'an heta 26'ê Hezîrana 2024'an, me bîlançoya sûcên bi gazên kîmyewî yên jehrî û teqemeniyên qedexekirî ku hem li dijî gerîla hem jî li hemberî xwezaya Başûra Kurdistanê hatine bikaranîn, di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de, her wiha çalakiyên gerîla berhev kirin.

ÇILE

Dewleta Tirk 6 caran bi teqemeniyên qedexekirî, 238 caran bi balafirên şer û 18 caran jî bi dronên tijî teqemenî êriş birin ser çeperên gerîla. Li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker gerîlayên YJA Star û HPG'ê bi giştî 79 çalakî li dar xistin û yek ji van jî operasyoneke şoreşgerî ya berfireh bû. Di wan çalakiyan de 99 dagirker hatin kuştin û 12 leşker jî birîndar bûn.

SIBAT

Artêşa Tirk 211 caran bi balafirên şer, 5 caran bi helîkopterên êrişê, carekê bi teqemeniyên qedexekirî û bi 10 dronan êriş kir. Di 18 çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriyê de yek jê serpel, 41 leşker hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn.

ADAR

Artêşa Tirk 226 caran bi balafirên şer, 5 caran bi helîkopterên êrişê, 9 caran bi teqemeniyên qedexekirî û 15 caran bi dronên teqemenî lê barkirî, êriş kir. Di operasyoneke şoreşgerî û 14 çalakiyên gerîla yên li dijî êrişan de 43 leşker hatin kuştin, 11 leşker jî birîndar bûn.

NÎSAN

Dewleta Tirk di meha Nîsanê de 279 caran bi balafirên şer, 30 caran bi helîkopteran, 11 caran bi teqemeniyên qedexe, 9 caran bi balafirên bêmirov û bi çekeke kîmyewî êriş kir.

Di 29 çalakiyên gerîlayan de 12 leşker hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn.

GULAN

Dewleta Tirk 286 caran bi çekên kîmyewî êrişî gerîla kir û 37 caran teqemeniyên qedexekirî bi kar anîn.

245 caran bi balafirên şer, 43 caran bi helîkoptêrên êrişê û 61 caran jî bi balafirên keşfê yên bêmirov êrişên xwe domandin.

Di 82 çalakiyên gerîla yên li dijî teknolojiya pêşketî de 43 leşker hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn.

HEZÎRAN

Ji 1'ê Hezîranê heta 26'ê Hezîranê 73 caran çekên qedexekirî û kîmyewî hatin bikaranîn. 204 caran bi balafirên şer êriş kirin.

Gerîlayan 86 çalakî li dar xistin. Di wan çalakiyan de bi dehan leşker hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.

Çavkanî: Navenda Ragihandinê ya HPG'ê

ANHA