Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

Malbata Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Îmraliyê dan.

Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
28 hezîran 2024   11:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê Rêber Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlum Dînç ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. Her wiha birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş, Melîhe Çetîn jî ji bo hevdîtinên serî li serdozgerî û midûriyeta girtîgehê dan. 

DI DU SALAN DE HERÎ KÊM 10 CEZAYÊN ‘DISIPLÎNÊ’ HATIN BIRÎN

Malbat û parêzeran re bi hincetên “cezayên disiplînê” tên astengkirin. Di navbera salên 2021-2023’yan de her yek jê ji bo 3 mehan herî kêm 10 cezayên disiplînê li Abdullah Ocalan û girtiyên din hatin birîn û mafê wan ê hevdîtinê hate astengkirin. Sedema van cezayên dîsiplînê û nimreyên dosyayê tevî hemû serlêdan û îtîrazan bi parêzeran re nayê parvekirin.

Di encama serlêdanên ku parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê li Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê kirin de ji aliyê dadgehê ve hate diyarkirin ku di 18'ê tebaxa 2021'an de 3 meh, di 3'yê sibata 2022'yan de 3 meh, di 31'ê gulana 2022'yan de 3 meh, di 9'ê îlona 2022'yan de 3 meh cezayên dîsiplînê hatine dayîn.

BIRYARA QEDEXEYÊ YA DAWÎ

 Parêzeran di 10’ê tîrmeha 2023’yan de serlêdan kir û dadgeriyê di 19’ê tîrmehê de bersiv da parêzeran. Dadgerî, bêyî ku dîroka wê destnîşan bike got ku cezayê disiplînê yê ji bo 3 mehan hatiye birîn. Parêzeran herî dawî jî di 10’ê cotmeha 2023’yan de serî li dadgeriyê da. Ji bo hevdîtina bi malbatan re serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê hate dayîn û dadgehê di 13’ê cotmehê de bersiv da serlêdanê. Dadgehê got ku cezayekî nû yê disiplînê li Abdullah Ocalan û girtiyên din hatiye birîn.

 Dadgeriyê, sedema parvenekirina hejmara dosyaya cezayê disiplînê jî weke “dê li ser çapemeniyê were parvekirin” nîşan da.

 QEDEXEYA HEVDÎTINA BI MALBATAN RE YA 3 MEHAN

Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê, serlêdana parêzeran û malbatan a ji bo hevdîtinê bersivand. Dadgeriyê diyar kir ku di 28'ê Adarê de Serokatiya Lijneya Disiplînê "cezayê disiplînê" li Abdullah Ocalan biriye. Hat hînkirin ku biryara di 12'ê nîsanê de teqez bûye.

 Parêzeran ragihand ku pêvajo bêyî wan hatiye meşandin û di 26'ê Nîsanê de serlêdan kirine ku biryar tevî dosye û delîlan radestî wan bê kirin. Lê belê serlêdana wan hat redkirin. Her wiha îtiraza parêzeran a ji bo biryara "cezayê disiplînê" jî hat redkirin.