Nasnameya şehîdên Botanê hate eşkerekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên li Botanê şehîd bûn eşkere kir û got: "Hevrêyên me Benda, Destîna û Baran bi eşqeke mezin a azadiyê û wêrekiyeke bilind li ber dijminê hov rabûn."

Nasnameya şehîdên Botanê hate eşkerekirin
31 tîrmeh 2024   12:23
NAVENDA NÛÇEAYN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî 3 gerîlayên li Botanê şehîd bûn daxuyaniyek da. 

Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Hevrêyên me Benda Amed, Destîna Botan û Baran Xemlîn ku neferên fedaî yên têkoşîna azadiyê ya gleê Kurd bûn, 25'ê Tîrmeha 2024'an li qada Kato Xelîla ya Botanê di êrişên dijmin de şehîd bûn.

Hevrêya me Benda milîtaneke fedaî ya Apoyî bû ku li çiyayên Botanê ala têkoşîna azadiyê li ba da û fermandariya herêmê kir. Ji bo azadiya gelê me û rizgariya welatê me her cûre berdêl da ber çavên xwe û bi vê biryardariyê tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bû. Xwe di pîvanên jinê ya azad de kûr kir, hunera milîtaniya pîvanên PKK û PAJK'ê di kesayetiya xwe de xist meriyetê. Di gerîlatiay demê de xwe şareza kir, bû fermandareyeke pêşeng a YJA Starê, li gelek herêman wezîfe kir û piştre derbasî Botanê bû û bi salan têkoşiya. Di rêbazeke welê de fermandarî kir ku ruhê azadiyê da hevrêyên xwe yên jin û mêr û têkoşîn mezin kir. Weke fermandareke bi îdîa, biryar û înîsiyatîf heta kêliya şehadetê ji bo wezîfeyên xwe yên demê bi rengekî hêja bi cih bîne bi fedakarî têkoşiya.

Hevrêya me Destîna weke ewladeke leheng û serhildêr a Botanê li çiyayên Botanê ji bo azadiya gelê me bêeman têkoşiya. Li çiyê ku rehên esîl ên gelê me ye, ji aliyê îdeolojiya Apoyî ve xwe kûr kir, xurt kir, bedew kir û bû milîtaneke wêrek a YJA Starê. Demekê li gel hevrê Armanc Goşkar (Sûna Kizilkaya) ma ku yek ji fermandarên pêşeng ên partiya me bû, dersên bingehîn ên têkoşînê wergirt, li gorî pîvanên azadiyê yên jinê û şoreşgeriya Apoyî ya radîkal jiya û bêteredût têkoşiya. Pîvanên ku ji hevrê Şehîd Armanc hîn bû ji xwe re kir pîvanên têkoşîn û jiyan ê, li Botanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê meşeke mezin a azadiyê ya destanî pêk anî.

Hevrêyê me Baran, bênasname, bêstatuhiştina gelê me, dîlgirtina Rêbertî ji dil hîs kir, di temenê ciwantî de berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Bi eşq, daxwaz û coşeke mezin tevlî nava refên gerîla bû. Bi enerjiya xwe ya bêdawî, bi rûkeniya xwe, bi kesayetiya xwe ya kelecanî, bi milîtaniya xwe ya evîndariya azadiya gelê Kurd di gerîlatiyê de xwe şareza kir. Li Botanê tevlî nava refên gerîla bû, li qadên şer ên giran di nava êrişên dijmin de, di nava bêdefetî û zehmetiyan de gihîşt û bû gerîlayekîf edaî yê Apoyî. Hevrêyê me Baran jiyana gerîla, pratîka şer a hevrêyên xwe û bîranînên hevrêyên şehîd ji xwe re kir mamosteyê herî mezin, bû mînaka herî bedew a ciwanên Kurdistanê yên bi biryar ku li çiyayên Kurdistanê çiqasî kûr dibe û dikare bi pêş bikeve.

Hevrêyên me Benda, Destîna û Baran ku li çiyayên Botanê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ê welatparêz li gel hemû zehmetiyan bi biryardarî meşandin, bi eşqa mezin a azadiyê û wêrekiya xwe ya bilind li ber dijminê hov rabûn. Bi fedaîtî şer kirin û pîvanên milîtaniya fedaî ya Apoyî di asta herî bilind de temsîl kirin û gihîştin asta şehadetê. Em soz didin ku hersê milîtanên hêja yên têkoşîna me hevrê Benda, Destîna û Baran her tim ji xwe re bikin mînak, xwîna wan li erdê nehêlin, armancên wan pêk bînin û teqez bi ser bikevin.

Li ser vê bingehê em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe yên şehîd û gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Nasnav: Benda Amed

Nav paşnav: Semra Ayverdî

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Faîke-Kasim

Dem û cihê şehadetê: 25'ê Tîrmeha 2024 / Botan

Nasnav: Destîna Botan

Nav paşnav: Bişeng Dûrmûş

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Dayik-Bav: Sûzan-Nezîr

Dem û cihê şehadetê: 25'ê Tîrmeha 2024 / Botan

Nasnav: Baran Xemlîn

Nav paşnav: Seyîtxan Sencer

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Cewher-Mehmet Şerîf

Dem û cihê şehadetê: 25'ê Tîrmeha 2024 / Botan

BENDA AMED

Hevrêya me Benda li warê berxwedan û serhildanê li navçeya Pasûr a Amedê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber dilsoziya malbata wê ya bi çand, kevneşopî û welatê xwe, hevrêya me Benda bi dilsoziya bi cewhera xwe mezin bû. Di salên 1990'î de ku têkoşîna me ya azadiyê bi pêş ket, gerîla û partiya me PKK di zarokatiyê de nas kir û ji çîrokên gerîla yên ji derdorê bihîstî gelekî bi bandor bû. Ji ber vê jî gelekî ji gerîla hez kir, xwe nêz kir. Mîna her zarokên Kurd rastiya dijmin, zext û komkujiyên dijmin nas kir, hêrsa wê ya li hemberî dijmin mezin bû. Bi taybetî derxistina malbata wê ya hêja ya bi zorê ji gund, ku sîstema cerdevaniyê qebûl nekir û şewitandina mala wan a ji bîranînên wê, bû sedem ku hevrêya me Benda rastiya dijmin hîn bi şênberî fêhm bike. Hevrêya me ku bi malbata xwe re koçî Bismilê kir, li vê derê neçar ma biçe dibistana dewleta Tirk a asîmîlasyonê. Di pêvajoya dibistanê de siyaseta qirikrinê ya dijmin a li ser gelê me hîn baştir dît, ji bo ziman, çand û hemû nirxên xwe biparêze kete nava hewldanên mezin. Hevrêy ame Benda ku di ciwantiya xwe de êdî jineke têgihiştî ya Kurd bû, kete nava lêpirsîn û lêgerîna têkildarî jiyanê. Bi taybetî fêhm kir ku rola li nava civakê li jinê hatiye ferzkirin ji koletiyê cuda nîne; helwesteke welê nîşan da ku sîstema bi serweriya mêr ed kir ku jinê dike meta û hewcedarî hinekî din dike, keda wê dixwe. Hevrêya me gihîşt wê baweriyê ku jiyaneke bi vî rengî ti carî qebvûl nake, lewma kete nava lêgerîna li jiyana azad. Di vê pêvajoyê de tevî ku analîz û perspektîfên Rêber Apo yên têkildarî azadiya jinê nexwendibû jî haya xwe ji fikrên Rêbertî yên li ser vê mijarê hebû. Ji aliyekî ve di nava lêgerîn û kûrbûneke bi vî rengî de bû, li aliyê din jî şahidî ji êrişên dijmin ên li ser gelê me re kir. Sala 2010'an ji ber ku cîraneke wan ji aliyê dijmin ve hate şehîdxistin, hêrsa wê ya li hemberî dijmin hîn mezin bû. Di vê pêvajoyê de biryar li ser têkoşînê da. Dema ku li Zanîngeha Dîcleyê li beşa matematîkê dixwend, ciwanên şoreşger welatparêz nas kir, ji nêrîna wan a li jiyanê û dilsoziya bi hev re, her wiha ji hevrêtiya wan a ji dil bi bandor bû. Di nîqaşên bi van ciwanan re hevrêya me Benda rastiya Rêber Apo nas kir, nêrîna wê ya li jiyanê guherî. Hevrêya me fêhm kir ku jiyana azad a ku ew lê digere bi felsefeya Rêber Apo dikare pêk were, pê hesiya ku ev yek jî bi têkoşînê dibe. Hevrêya me li ser vê bingehê tevlî nava karên ciwanên şoreşger welatparêz bû, bi coş û kelecaneke mezin tevlî têkoşînê bû. Di demeke kurt de di kesayetiya xwe de pêşketinên mezin afirand, li her qada ku lê ma weke jineke ciwan a pêşeng bi berpirsyarî rabû. Hevrêya me bersiva pirsên xwe yên têkildarî jiyanê di nava felsefeya Rêber Apo de dît, lewma gihîşt wê encamê ku divê bi her awayî xwe li vê jiyanê bigire. Baş fêhm kir ku ev yek jî tenê bi têkoşînê dibe, li ser vê bingehê gihîşt biryardariya mezinkirina têkoşînê. Hevrêya me Benda xwegihandina gerîla ku qehremanê salên wê yên zarokatiyê bû ji xwe re kir armanca herî mezin û di sala 2013'an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê, beşdarî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me Benda gerîal weke dewama dîroka têkoşîna gelê me, di heman demê de temamiya vê yekê dît, bi vê têgihiştinê zor û zehmetiyên destpêkê bi hêzeke mezin a wateyê ji holê rakir. Hevrêya me dît ku gava her zehmetî ji pêşiya xwe rakir hîn bêhtir bi pêş ket û mezin bû. Ev yek ji xwe re kir rêbazeke têkoşînê. Hevrêya me destnîşan kir ku hevrêtiya ji dil û durust a gerîla bi cografya bêhempa ya Kurdistanê rastiyekê temsîl dike, herdu ji hev cuda nikare bê nirxandin. Hevrêya me dît ku pîrozmendiya jiyana gerîla ya ku şehîdên me yên leheng û Rêberê me bi berdêlên giran afirandin di vir de ye, lewma bi coş, kelecan û eşqeke mezin tevlî nava jiyanê bû. Tevî ku li nava refên gerîla hîn nû bû, bi vê asta têgihiştinê û kûrahiya wateyê di demeke kurt de di kesayetiya xwe de guhertinên girîng pêk anî û li qadên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê karên pratîkî kir, di vê pêvajoyê de ji aliyê rêxistinî û jiaynî ve tecrûbeyên girîng wergirt. Bi tevlîbûna xwe ya xurt û tempoya xwe ya bilind a bêrawestan, di demeke kurt de bû gerîlayeke YJA Starê ya şareza.

Dema ku êrişên dewleta Tirk a mêtinger ên li ser gelê me û tevgera me destpê kirin, hevrêya me xwest biçe qadên ji şerê giran, lê beriya wê gihîşt wê baweriyê ku divê ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve xwe kûr bike. Li ser vê bingehê pêşniyarên hevrêya me hatin qebûlkirin û destpêkê tevlî nava perwerdeya pisporiya leşkerî bû. Ji ber baldariya xwe di demeke kurt de di gelek mijarand e bi pêş ket, alîkarî da hevrêyên xwe û demeke dirêj ew perwerde kir, wezîfeyên xwe yên milîtaniyê bi cih anî. Hevrêya me bi vê perwerdeyê re bû gerîlayeke YJA Starê ya profesyonel, ji bo xwe li ser bingeha xet û ruhê azadiyê yê Şehîd Bêrîtan û Şehîd Zîlan perwerde bike, beşdarî perwerdeyên îdeolojîk bû. Li vê derê di mijara têkoşîna azadiya jinê, rê û rêbazên têkoşînê de xwe kûr kir, xwe gihand encamên girîng. Hevrêya me ku ji xwe re kir armanca bingehîn ku bibe şopdara milîtanên jin ên pêşeng ên ku li dora Rêberê me bûn xeleka ji agir, di çarçoveya vê armancê de bi rengekî xurt tevlî bû. Hevrêya me têgihişt ku ji bo bibe nefereke têkoşîna azadiya jinê ya ku bi partiya me PAJK'ê şênber bûye, divê xwe di pîvanên azadiya jinê de bihelîne, tevlîbûneke bêfikar û bêteredût ji xwe re kir esas. Hevrêya me Benda ku berê wê timî li Bakurê Kurdistanê bû, piştî ku perwerdeya xwe bi rengekî serketî qedand, ji bo biçe Bakurê Kurdistanê pêşniyar kir. Lê belê ji ber wezîfeyên demê yên têkoşîna me, derbasî herêmên cuda bû, li her herêmê di asta pêşengiyê de tevlî bû. Hevrêya me wezîfe û berpirsyariyên girîng bi cih anî, biçûk an jî mezin her kar kir. Ji ber vê jî di nava hevrêyên xwe de bû fermandareke YJA Starê ya cihê hurmetê û hezkirinê. Pêşniyara xwe ya ji bo çûyîna Bakurê Kurdistanê her gavê bi hevrêyên xwe re parve kir, bi asta xwe ya tevlîbûnê, tecrûbe û zelaliya xwe ya li ser pîvanên jiyana Apoyî gihîşt armana xwe. Hevrêya me Benda ku pêşniyara wê hate qebûlkirin bi coş, moral û kelecaneke mezin berê xwe da Bakurê Kurdistanê.

Hevrêya me têkoşîna li Bakurê Kurdistanê ji xwe re kir wezîfeyeke şoreşgerî ya herî bingehîn, bi têgihiştina têkbirina dewleta Tirk a mêtinger tê wateya azadiya gelê me ya li qadên din, tevgeriya. Ji bo vê jî wateyeke mezin da têkoşîna li vê derê. Bi taybetî gerîlatiya li Botanê ku yek ji qadên destpêkê yên têkoşîna me ya gerîla ye, ji xwe re weke şenseke mezin dît, hewl da hêjayî baweriya jê dihate kirin, bibe.

Hevrêya me Benda bi fedakariyeke mezin û kedeke bêhempa gihîşt çiyayên Botanê, li vê derê wezîfeya fermandariya herêmê hilda ser milê xwe. Li hemberî hemû êrişên dijmin di gerîlatiya Bakurê Kurdistanê de israr kir û gihîşt wê encamê ku ev yek bi çalakiyekiyên aktîf dibe. Lewma di vê mijarê de xwedî kûrbûneke girîng bû û ev yek di pratîka xwe de jî nîşan da. Di nava şert û mercên giran û bêderfetiyan de ji hevrêyên xwe re bû hevrê, fermandarî kir, rastiya jinê ya azad a ku di nava PKK'ê de şênber bûye û sekna lehengiya mezin a jinên Kurd li çiyayên Botanê temsîl kir. Hevrêya me Benda li gelek qadên Botanê gerîlatî kir, li her qada ku lê ma bi jiyana xwe ya sade, bi hevrêtiya xwe ya xurt û tevlîbûna xwe ya bi coş ji hevrêyên xwe re bû çavkaniya moralê. Di êrişa dijmin a 25'ê Tîrmeha 2024'an de tevî hevrêyên me Destîna û Baran şehîd bû. Hevrêya me Benda heta kêliya dawî bi pîvanên azadiyê re dilsoz ma. Weke hevrêyên wê em soz didin ku têkoşîna azadiyê ya ku ehvrêya me Benda ji me re hişt, bi serketinê tacîdar bikin.

DESTÎNA BOTAN

Hevrêya me Destîna li bajarê qedîm ê Kurdistanê li Cizîra Botan ji dayik bû ku ev bajar bi berxwedana li dijî dewleta Tirk a mêtinger qirker û bi welatparêziya xwe ya kûr tê naskirin. Hevrêya me Destîna dema ku çavên xwe li jiyanê vekir, navê Şehîd Bişeng Anik lê hate kirin ku sala 1992'an di Newroza Berxwedanê ya Şirnexê de hate binçavkirin û qetilkirin. Hevrêya me li nava civakeke welê mezin bû ku ruhê berxwedanê yê Şehîd Bişeng her tim lê zindî ye, bû xwedî karekterekî welê ku hêjayî navê xwe be. Hevrêya me bi terbiya ji malbata xwe wergirtî û hişmendiya welatparêziyê, weke jineke Kurd a welatparêz a dilsozê cewhera xwe mezin bû. Weke kesayeteke dilsozê nasname û kevneşopiya xwe ya cewherî xwe nêzî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê kir. Ji ber ku ji derdora wê tevlîbûn li nava refên gerîla hebû û ji ber şerê diqewimî, bû heyranê berxwedana destanî ya gerîla. Hevrêya me ku li nava civaka Cizîra Botan a polîtîk û welatparêz mezin bû, kesayetiya wê jî li gorî vê civakê ava bû. Heta Lîseyê li dibistanên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk xwend û polîtîkayên dewletê fêhm kir, di mijara axaftina bi zimanê dayikê de her tim israr kir. Ji bo rastiya xwe ya cewherî biparêz e her tim hewl da. Hevrêya me li rola ku sîstem li jinê ferz dike û mejiyê serwer ê mêr pirsî, gerîlayên jin timî ji xwe re kir mînak. Bi taybetî her ku şerê gerîlayên jin û pêşengiya wan a li nava jiyanê fêhm kir, lêgerînên xwe hîn kûr kir. Hevrêya me jiyaneke ji rêzê li xwe neanî û ji bo tevlî nava refên gerîla bibe kete nava lêgerînên xurt. Hevrêya me bi bandora xizmên xwe yên tevlî nava refên gerîla bûn, hêzeke mezin ji tevlîbûnan wergirt. Biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe ku li dijî êrişên DAÎŞ'ê yên li ser Rojavayê Kurdistanê û Şengalê, li dijî qirkirinên têne ferzkirin bi rengekî fedaî li ber xwe dan û destan nivîsandin. Ji bo tola hovîtiya dewleta Tirk a di Berxwedana Xwerêveberiyê de li Cizîra Botan li gelê me kir hilîne, hêrsa xwe mezin kir. Bi baweriya ku rêya herî hêja ya têkbirina polîtîkayên qirêj ên sîstemê, tevlîb3una li refên azadiyê ye, lewma berê xwe da warên pîroz ên gerîla.

Hevrêya me Destîna ku sala 2015'an li Botanê tevlî nava refên gerîla bû, ji ber ku hesreta xwe pêk anî, kêfxweş bû. Hevrêya me ku li Botanê tevlî nava perwerdeya şervanên nû bû, bi coş û moraleke mezin tevlî nava perwerdeyê bû. Di demeke kurt de hînî jiyana gerîla û çiyê bû, bi saya hevrêtiya xurt, tevî ku gerîlayeke nû bû li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmetê. Piştî perwerdeyeke serketî hevrêya me beşdarî nava karên pratîkî bû, hewl da her karî bi rengekî hêja bi cih bîne. Di nava şerê giran ê li Botanê de gihîşt, bû xwedî tecrûbeyên pratîkî û derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrêya me Destîna ku armanca xwe mezin kir û biryardariyeke mezin bû gerîlayeke şareza, li her qada ku lê ma bi sekna xwe ya li nava jiyanê bandor li hevrêyên xwe kir. Li hemberî konsepta 'Plana Têkbirinê' ya deleta Tirk a mêtinger dagirker a ji bo tasfiyekirina tevgera me, weke gerîlayeke pispor ji bo bersivê bide, pêşniyar kir ku tevlî perwerdeya pisporiyê bibe. Hevrêya me xwest di taktîkên demê de şareza bibe û di pêvajoya pratîkê de kêmasiyên xwe analîz bike, bi vî rengî gavên xurt biavêje, lewma di pêvajoya perwerdeyê de ji her alî ve xwe kûr bike. Bi taybetî li ser artêşbûna jinê û materyalên Partiyê xwe kûr kir, hewl da pêwîstiyên nasnameya PAJK û PKK'ê bi rengekî hêja bi cih bîne. Hevrêya me Destîna pêvajoya perwerdeyê baş nirxand, piştî ku weke gerîlayeke YJA Starê ya pispor mezûn bû, li Herêmên Parastinê yên Medyay3e wezîfeyên şoreşgerî bi cih anî. Bi têgihiştina hêjayî şehîdan bibe nêzî hemû wezîfeyan bû, bi vî rengî bû milîtaneke Apoyî ya mînak. Hevrêya me Destîna xwest derbasî Botanê bibe ku lê ji dayik bû û pratîka xwe ya destpêkê lê bi cih anî. Bi têgihiştina xwe ya li ser karakterê zehmet ê pêvajoyê, germahiya şer û wezîfeyên demê, ji bo bibe bersiv ji her alî ve xwe amade kir. Hevrêya me li akademiyên îdeolojîk tevlî perwerdeyê bû, bi tevlîbûna xwe ya li pêvajoya perwerdeyê hem xwe hem jî hevrêyên xwe bi pêş xist. Xwest pîvanên azadiyê yên jinê bike taybetmendiyên sereke yên kesayetiya xwe. Lewma bi sekna jin a azad a bi pîvan, azad û xwedî hêz, ji hevrêyên xwe re bû mînak. Hevrêya me bi tecrûbeyên xwe, şarezariya xwe ya leşkerî û danheviya xwe ya îdeolojîk xwest bersivê bide êrişên dijmin, bi vî rengî careke din li qadên destpêkê yên gerîlatiya xwe vegeriya. Hevrêya me Destîna xwest perwerdeya wergirtî bixe meriyetê, li gorî bendewariyên pêvajoyê tevgeriya û bi nêzîkatiya xwe ya fedakar a di kar de ji nasnameya jin a azad ti carî tawîz neda.

Hevrêya me Destîna Botan di êrişa dijmin a 25'ê Tîrmeha 2024'an de tevlî karwanê şehîdan bû. hevrêya me Destîna Botan bi jiyana xwe ya dilnizm, dilsoziya xwe ya bi şehîdan re, hevrêtiya xwe ya ji dil navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsand. Weke şopdarên wê em dibêjin ku em ê hêjayî mîrateya têkoşînê ya hevrêyên xwe bibin û bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna hemû şehîdên xwe ditewînin.

BARAN XEMLÎN

Hevrêyê me Baran ku li yek ji bajarên berxwedanê yê girîng ê Kurdistanê li Wanê di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Ji ber ku derdora ew lê dijî û malbata wî, dilsozê nirxên Kurdîtiyê ye hevrêyê me Baran jî girêdayî cewherê xwe mezin dibe. Gelê me yê welatparêz her roja borî xwedî li têkoşîna me derdikeve û bi vî rengî Wan veguheriye bajarekî serhildanê. Vê yekê bê guman bandor li hevrêyê me Baran jî kir. Ji ber ku li bajarekî ku ruhê şoreşê lê serwext e, dijî di temenekî biçûk de têkoşîna me nas kir. Hevrêyê me bi taybetî bû heyranê têkoşîna fedayî ya gerîla. Xeyala wî ya herî mezin ew bû ku rojekê beşdarî gerîla bibe. Hevrêyê me Baran bû şahidê rastiya dijmin û bi taybetî jî bû şahidê êrîş û êşkenceyên li dijî dayikên me tên kirin. Li hemberî dijmin bû xwedî hêrseke mezin û soz da ku wê tola van tiştên hatine kirine, hilîne. Hevrêyê me li dibistanên bişaftinê yên dewleta Tirk, 9 salan xwend. Ferq kir ku ev dibistan yek bi yek hêlîna bişaftinê ne û ji dervey vê ti rolekî din ê wan tune ye. Lewma dibistan terikand. Di heman demê de hevrêyê me Baran ferq kir ku dijmin bi polîtîkayên şerê taybet ciwanên Kurd ji cewher û têkoşînê dûr dixe. Xwe zane kir û li dijî vê yekê sekinî. Hevalên xwe yên ku mîna wî dilê wan jî ji bo têkoşîna azadiya gelê me lê dide, hişyar kir û ji bo zanebûna wan jî ket nav hewldanan. Hevrêyê me Baran bawer kir ku bi têkoşîneke rêxistinkirî, dikare vê yekê bi ser bixîne. Hevrêyê me li ser vî bingehî di nava xebatên ciwanên şoreşger de cih girt û bi rengekî bi bandor têkoşiya. Hevrêyê me di ferqa girîngiya van xebatan de bû û bû xwedî pratîkek serketî. Fikirî ku ev yek têra azadiya gelê me nake. Li ser vî bingehî biryar da ku têkoşîna xwe hîn mezintir bike. Dijmin êrîşî her qada ku destkeftiyên gelê me lê hene, dike û siyaseta xwe ya qirkirinê dimeşîne. Ev yek bû sedem ku hevrêyên me Baran hîn zêdetir têbikoşe. Hevrêyê me Bawer kir ku ev yek herî baş li çiyayên Kurdistanê bi têkoşîna gerîla pêkan e. Li ser vî bingehî berê xwe da çiyayên Botanê û tevlî nav refên gerîla bû.

Hevrêyê me Baran perwerdeya xwe ya destpêkê ji hevrêyên xwe yên li Botanê, wergirt û di nav şert û mercên şer de perwerde dîtin, ji bo xwe weke şansekî mezin dît. Hevrêyê me derfet dît ku hemû xisûsên derbarê gerîlatiyê de fêr bûyî, bixe pratîkê. Bi vî rengî di nava demeke kurt de bû gerîlayekî azadiyê yê pispor. Hevrêyê me Baran her roja borî tecrûbeyên nû li ser tecrubeyên xwe zêde kir. Bi îdîa û biryardariyeke mezin tevlî jiyana gerîla bû û her kêliyê weke kêliyên azadiyê nirxand. Hevrêyê me bi jiyana gerîla re mîna ku nû ji dayik bûye, xwe hîs kir. Roj bi roj tempoya xwe ya tevlîbûnê bilind kir û esas girt ku ji pêdiviyên demê re bibe bersiv. Hevrêyê me Baran armanc kir ku ji tecrubeyên gerîlatiyê yên hevrêyên xwe yên pê re têkoşîn meşandî, sûd werbigire û bi vî rengî bibe milîtanekî Apoyî yê pispor. Li hemberî taktîkên gerîla yên dema nû, bû xwedî eleqeyeke mezin. Hevrêyê me Baran têkildarî vê yekê perwerde dît û ji hevrêyên xwe alîkarî wergirt. Bi saya hevesa xwe ya ji bo fêrbûnê û bi xwestek, di gelek taktîkên gerîla de bû pispor. Hevrêyê me di heman demê de di nîqaşên ku bi hevrêyên xwe re kirî de, fêrî esasên milîtaniya Apoyî bû û êdî weke gerîlayekî Botanê yê pispor û bi tecrube tevlî têkoşînê bû. Hevrêyê me li qada Botanê di nava gelek xebatan de cih girt. Li vir bi gelek milîtanên Apoyî yên hêja re li heman qadê meşiya û li heman lûtkeya çiyê bi cih bû. Hevrêyê me ji her hevrêyek xwe yê pê re têkoşîn meşandî, tiştên nû fêr bû û ev bîranîn hemû weke bîranînên herî bi qîmet ên jiyana xwe di bîra xwe de bi cih kir. Ji vî alî ve bû milîtanekî ku hemû hevrêyên wî qedir bidinê. Hevrêyê me Baran piştî şehadeta her hevrêyek xwe yê pê re jiyan kirî û têkoşîn meşandî, xwesteka xwe ya têkoşînê zêde kir û bi zanebûna ku encex bi vî rengî dikare bibe layiqê şehîdan tevgeriya. Di heman demê de ji bo parastina vê çanda berxwedanê û mezinkirina wê, xwe ji têkoşîna îdeolojîk jî neda paş. Her kêmahî û pratîkên ku ji pêvajoyê re nebûne bersiv, rexne kir û hewl da ku wezîfeyên xwe yên demê pêk bîne. Bi vî rengî xwest bi rengekî aktîf beşdarî pêngava ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatî destpêkirin, bibe. Hevrêyê me Baran xwedî kesayetekî kedkar û dirûst bû. Bi vê taybetmendiya xwe bawerî da hemû hevrêyên xwe. Ji bo ku bibe layiqê baweriya hevrêyên xwe, bêyî rawestan beşdarî her xebatê bû. Bi tecrubeya leşkerî, jiyanî û îdeolojîk a bi dest xistî re, ji her hevrêyek xwe yên gihiştî Botanê re bû alîkar da ku di nava demek kurt de adapteyî qadê bibin. Hevrêyê me Baran bi kesayeta xwe ya dilnizm jî bû milîtanekî Apoyî yê mînak.

Hevrêyê me Baran 25’ê Tîrmeha 2024’an di êrîşa dijmin de bi hevrêyên me Benda û Destîna re şehîd bû. Bi kesayeta xwe ya samîmî, dirûst, kedkar û dilnizm di nava yek ji milîtanên Botanê yên nayên jibîrkirin de cih girt. Weke hevrêyên wî em soz didin ku hesret û xeyalên hevrêyên xwe Baran, teqez pêk bînin."