Ji ber pirsgirêkekê stasyona Hîlaliyê rawestiya

Ji ber pirsgirêkeke teknîk stasyona ava vexwarinê ya Hîlaliye rawestiya. Aliyên têkildar dest bi xebatên sererastkirinê kiriye ku dê 2 rojan dewam bike.

Ji ber pirsgirêkekê stasyona Hîlaliyê rawestiya
31 tîrmeh 2024   13:00
QAMIŞLO

Di encama pirsgirêkeke teknîk de stasyona ava vexwarinê ya Hîlaliye ya li rojavayê Qamişloyê, rawestiya. 

Aliyên têkildar hewl didin pirsgirêkê sererast bikin û li gorî nivîsgeha ragihandinê ya Şaredariya Qamişloyê, xebatên sererastkirinê dê piştî 2 rojan biqedin.

Stasyona Hîlaliye stasyona herî mezin a Qamişloyê ye.

Bi zêdebûna nifûsa bajêr û koçberan re, xerckirina avê jî zêde bû. Şaredariya Gel ji bo ku avê bigihîne tevahiya bajêr, avê bi dorê dide taxan.

(şx)

ANHA