‘Gerîla rûyê rast ê berxwedana li dijî zilma li Rojhilatan Navîn e’

Xelkê bajarê Çilaxa berxwedana gerîla a li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker silav kir û tevkariya PDKˊê bi dagirkeriyê re şermezar kir û got: "Gerîla rûyê rasteqîn a berxwedana li dijî zulma li Rojhilata Navîn e."

 ‘Gerîla rûyê rast ê berxwedana li dijî zilma li Rojhilatan Navîn e’
31 tîrmeh 2024   02:35
QAMIŞLO
BESNE ŞEMO

Artêşa dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên bi armanca dagirkirinê li ser Herêma Başûrê Kurdistanê dewam dike, ev yek bi hevkariya PDKˊê û bêdengiya hikumeta Iraqê tê kirin. Di heman demê de gerîlayên HPGˊê li dijî van êrişan berxwedaneke mezin raber dikin.

Xelkê bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê diyar kir ku ew ê piştgiriya HPG’ê bikin û hevkariya PDK’ê bi dagirkeriya Tirkiyê re şermezar kirin.

Welatiyê bi navê Basil Hesen ê ji bajarê Çilaxa, der barê berxwedana gerîlan de got: “Bi saya fedakariya gerîla em îro bi azad û rûmet li ser axa xwe dijîn. Ew tenê ji bo parastina rûmeta gelan ji kiryarên rejîmên serdest û emperyal fedakariyê dikin.”

Hesen wiha berdewamî da axaftina xwe: “Em xelkê Çilaxa piştgiriyê didin berxwedana gerîla ya li dijî êrişên hovane yên ku dagrikeriya Tikiyê bi hevkariya PDK’ê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk tîne. Em êrişên dagirkeriyê yên ku armanca wan tunekirina me ne, red dikin.”

Hesen di dawiya axaftina xwe de got: “PDK’ê weke amûrek ji berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker tev digere. PDK’ê bi hewlwesta xwe îxanetê li gel dike û ji bo parastina hebûna xwe hewl dide gel tune bike."

Welatiyê bi navê Telal Elî der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker de got: “Armanca Tirkiyeyê ji van êrişan tunekirina doza gelê Kurd û hemû gelan e. Êrişên Tirkiyeyê ne yasayî ne, em xwediyê axê ne û mefê me heye ku em bi rûmet li ser axa xwe bijîn. Gerîla maf û rûmeta me ji êriş û planên bi armanca tunekirina me diparêzin.”

 ‘GERÎLA LI DIJÎ ÊRIŞÊN DIJMIN KELHEKE XURT E’

Elî wiha li axaftina xwe zêde kir û got: “Gerîla zarokên me ne, ne ji wan bûya wê dijmin armanca xwe ya tunekirina hebûna me pêk bianiya. Gerîla ji bo gelên bindest weke keleheke xurt e. Gerîla parêzvanê dîrok û çanda me ne, ne tenê li Kurdistanê li tevahî Rojhilata Navîn.”

Elî der barê îxaneta PDK’ê de got: “PDK’ê rê li ber dewleta Tirk vekir ku Herêma Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê dagir bike. Kiryarên PDK’ê ku partiyek siyasî û malbatek bi ser neteweya Kurd ve dihesibîne şerm e û ev yek dikevin xizmetî dijminan. PDKˊê di destê dewleta Tirk de bûye rêbaza tunekirina doza Kurd û parêzvanên vê dozê."

Elî di dawiya axaftina xwe de soza sekna li dijî hemû hewldanên tunekirina gerîla da û piştgiriya xwe ji bo berxwedana gerîla li dijî zulmê destnîşan kir.

Her wiha welatiya bi navê Sîham Hisên berxwedana gerîlayan û destanên lehengî ên ku li serê çiyayên azad dinivîsin silav kir û got: “Gerîla rastiya berxwedan û têkoşîna li tevahî Rojhilata Navîn li dijî zulma hêzên kapîtalîst û emperyalîst ên ku hewl didin gelan tune bikin.”

(mg/fr)

ANHA