YPJ: Agirê şoreşa azadiyê dê bi destê jinan geş bibe

YPJ’ê cezayê li hember Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî şermezar kir û diyar kir “Em di şexsê Pexşan û Şerîfeyê de têkoşîna jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê silav dikin. Agirê şoreşê bi destê jinên wiha leheng hatiye pêxistin û dê bi destê jinan jî bigihêje serkeftinê.”

YPJ: Agirê şoreşa azadiyê dê bi destê jinan geş bibe
31 tîrmeh 2024   13:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî a YPJ’ê bi daxuyaniyeke nivîskî cezayê darvekirinê yê ku desthilata Îranê li Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî biriye, şermezar kir.

Di daxuyniya YPJ’ê de hate gotin:

“Pergala zilamê desthilatdar di hemû serdeman de bi kiryarên xwe yên li dijî hebûn û nasnameya jinan tevahî civakan mehkûmî koletî û serî tewandinê kiriye. Bi şidet û qetilkirina jinan re ku di heman demê de qerkirina civakê ye, hebûna xwe ya destpot domandine. Lê di sedsala 21’mîn de jinan bêhtir xwe bi rêxistin kirin û di hemû eniyên têkoşînê de bi rola pêşengiyê rabûn. Jin îro tola hezarê salan ji pergala mêrê desthiladar hiltîne û rêya jiyana azad bi ked, fedekarî û bi bedel xêz dike. Ji wê ye ku dewlet bi polîtîkayên xwe yên tepisandin, destdirêjî, tune hesibandin û darvekirinan re bi awayekî dijwartir êrîşê jinan dike.

‘DÊRSIM KIRMAŞAN Û VIYAN PEYMAN BÛN DENGVEDANA RASTEQÎN A ŞOREŞA ROJAVA’

Şoreşa jinan a Rojava ji bo tevahî jinên herêm û cîhanê bû çavkaniya îlhamê. Hemû jinên xwedî lêgerîna azadiyê Rojava ji bo xwe wek qiblegeh dît û ji lehengiya jinên rojavayî hêz û bawerî girt. Jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî bi baldariyeke mezin şoreşa me şopand û bi sedan jinên ciwan beşdarî nava refên YPJ’ê bûn. Dêrsim Kirmaşan û Viyan Peyman ji wan jinên Rojhilat û îranî yên dilwêrek bûn ku tev li nava refên YPJ’ê bûn û bi fedakarî, lehengî û bi dengê xwe bûn dengvedana rasteqîn a şoreşa Rojava. Îro jî di şexsê Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî de jinên îranî bi heman coş û kelecana şoreşê ji bo avakirina Îraneke azad ku hemû jin bikarin bi vîn û rengê xwe lê bijîn, li ber xwe didin.

‘REJÎMA ÎRANÊ LI ŞÛNA RÊYÊN ÇARESERIYÊ BI NAVÊ NAMÛS Û EXLAQ ZÊDETIR ÊRIŞÎ JINAN DIKE’

Lê mixabin ku rejîma Îranê li hemberî daxwaz û lêgera azadiyê ya jinan bi cezayên darvekirinê bersiv dide. Bê guman ev ne cara yekeme ku rejîma Îranê bi vî rengî êrîşî jinan dike. Di Gulana 2010’an de jina Rojhilatî Şîrîn Elemhûlî, weke jineke têkoşer xwedî li hebûna xwe derket û ji ber ku teslîmiyet qebûl nekir, hate darvekirin. Di sala 2014’an de jî Reyhaneh Jabbarî ji ber ku li hemberî zilamekî tecawizkar xwe parast, ji aliyê rejîma Îranê ve hate îdam kirin. Herî dawî jî bi hinceta ku tayên porê wê xuya dikin, jina têkoşer Jîna Emînî bi şêwazekî hovane qetil kirin. Li hemberî vê kiryara dij mirovî di serî de jinan, gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi dirûşma; “JIN, JIYAN, AZADΔ hemû qad veguherandin qada serhildanê. Di van serhildanan de jinan bi helwesteke radîkal agirê serhildanan geş kir û tevahî jinên cîhanê piştgirî da rabûna jinên îranî ya mafdar. Lê mixabin ku rejîma Îranê li şûna rêyên çareseriyê, bi navê namûs û exlaq zêdetir êrişî jinan kir. Îro jî biryara darvekirinê li hember her du aktîvîst û rojnamevanên jin Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî daye.

‘JINÊN CÎHANÊ YÊN BIRÊXISTINKIRÎ DÊ JIYANEKE AZAD DIYARÎ TEVAHÎ MIROVAHIYÊ BIKIN’

Wek YPJ em di şexsê Pexşan û Şerîfe de têkoşîna jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê silav dikin. Ew ji bo bidestxistina azadiyê canê xwe feda dikin. Agirê şoreşê bi destê jinên wiha leheng hatiye pêxistin û wê bi destê jinan jî bigihêje serkeftinê. Ji bo wê jî pêwîst e hemû jinên cîhanê, hemû mirovahî li hemberî biryara darvekirina jinên têkoşer rawestin da ku em dawî li van polîtîkayên qirkirina jinan û gelan bînin. Wek Yekîneyên Parastina Jin ku me jî di oxira avakirina civakeke azad de gelek berdêl dane, em bawer in ku wê têkoşîna jinan a mafdar bi ser bikeve. Tevahî jinên cîhanê ku îro ji her demê bêhtir birêxistinkirî ne, wê dawî li vê zilmê bînin, wê jiyaneke azad a bi pêşengiya jinan diyarî tevahî mirovahiyê bikin.