Şêniyên Reqayê: Divê hikumeta Şamê li gel Rêveberiya Xweser diyalogê bike

Şêniyên kantona Reqayê diyar kir ku lihevkirina bi dewleta Tirk re li dijî berjewendiyên sûriyeyiyan û komploya li dijî yekitiya gelê Sûriyeyê ye. Her wiha destnîşan kirin ku divê hikumeta Şamê ji bo vegerandina bajarên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, bi Rêveberiya Xweser re hevkariyê bike.

Şêniyên Reqayê: Divê hikumeta Şamê li gel Rêveberiya Xweser diyalogê bike
31 tîrmeh, 2024   04:15
REQA
MIHEMED XELÎL

Dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi hikumeta Şamê re bicive. Lê belê ji daxuyaniyên hikumeta Şamê diyar e ku ev daxwaz dijwar e û divê dewleta Tirk hin daxwazên hikumeta Şamê bîne cih ji bo ku pê re rûne, di serî de artêşa xwe ji axa Sûriyeyê bikişîne û piştgiriya çeteyan rawestîne.

Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê beyannameyek pêşkêş kiribû. Rêveberiya Xweser ragihand ku ew amade ye bi hêzên sûriyeyî re bicive da ku çareseriyeke giştî di çarçoveya diyaloga navxweyî de bi dest bixin.

Şêniyên kantona Reqayê destnîşan kir ku divê alozî, di çarçoveya diyaloga navxweyî de be û her wiha bang li hikumeta Şamê kir li beyannameya çareseriyê ya Rêveberiya Xweser vegere.

Şêniyê bi navê Elî El Şîxan ê ji Reqayê got: "Her kes dizane hikumeta Tirkiyeyê ji destpêka şoreşê ve roleke neyînî dilîze. Piştgiriya hêzên tundraw kir da ku dagirkeriya xwe firehtir bike û ji bo wê daxwazên gelê Sûriyeyê bi kar anîn.”

El Şîxan wiha domand: "Divê EHhikumeta Şamê normalîzekirinê qebûl neke. Berovajî wê divê bi Rêveberiya Xweser re hevkariyê bike da ku bajarên dagirkirî wekî Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê, Idlib û Ezazê vegerîne."

‘HER LIHEVKIRINEK BI TIRKIYEYÊ RE LI DIJÎ BERJEWENDIYÊN SÛRIYEYIYAN E’

El Şîxan ev li gotinên xwe zêde kir: "Lihevkirina li gel dewleta Tirk li dijî berjewendiyên sûriyeyiyan û yekitiya gelê Sûriyeyê ye. Divê hikumeta Şamê bi Rêveberiya Xweser re hevkariyê bike ji bo ku rê li pêşiya van komployan bigire."

Şêniya bi navê Fatme El Yusif jî got: "Çareseriya aloziyê di destê gelê Sûriyeyê de ye. Em sûriyeyî, destwerdanên derve qebûl nakin."

Fatme îşaret bi girîngiya însiyatîf û daxuyaniyên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Rêveberiya Xweser ên ji bo çareseriyê kir û got armanca wan çareserî û bidawîkirina dagirkeriyê ye.

Fatme bang li gelê Sûriyeyê û hikumeta Şamê kir ku "Projeya Rêveberiya Xweser ji nêz ve nas bikin, ji ber ku aloziyê çareser dike û dagirkeriyê bi dawî dike."

Şêniyê bi navê Ehmed El Nehar jî got: "Gelê Sûriyeyê, yek e. Divê em bi xwe, aloziyê çareser bikin. Divê hikumeta Şamê guh bide beyannameya çareseriyê ya Rêveberiya Xweser."

El Nehar wiha domand: "Em çareserkirina aloziyê li gel aliyên derve bi taybet dewleta Tirk qebûl nakin. Ew dixwaze axa me dagir bike û tev li Tirkiyeyê bike. Ji xwe li dijî berjewendiyên sûriyeyiyan e."

(şx)

ANHA