‘Cezayê darvekirinê yê li dijî Pexşan û Şerîfeyê li dijî mafê jiyanê ye’

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya cezayê li Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhemmedî hatiye birîn şermezar kir û banga rawestandina tundiya li dijî jinan kir.

‘Cezayê darvekirinê yê li dijî Pexşan û Şerîfeyê li dijî mafê jiyanê ye’
‘Cezayê darvekirinê yê li dijî Pexşan û Şerîfeyê li dijî mafê jiyanê ye’
‘Cezayê darvekirinê yê li dijî Pexşan û Şerîfeyê li dijî mafê jiyanê ye’
31 tîrmeh 2024   15:24
REQA

Bi dehan jin û endamên Meclisa Jinan a Zenûbiya şaxê kantona Reqayê ji bo şermezarkirina cezayên li jinan tên birîn, bi taybet cezayê darvekirina Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhemmedî çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de jinan pankartên "Ji kolekirina jinan re na û ji edalet û wekheviyê re erê" û "Ji tundiya li dijî jinan re na" hildan. 

Çalakî li qada navenda meclisê ya li Reqayê hate lidarxistin. Endama Komîteya Lihevhatinê Fatin El Racih daxuyaniya meclisê xwend.

Di daxuyaniyê de destnîşankirin ku zîhniyeta baviksalarî a desthilatdar dixwaze vîna jinan têk bibe û mafên wê yên rewa binpê dike.

Di daxuyaniyê de tundiya li ser jinan hate şermezarkirin û hate diyarkirin ku cezayên darvekirinê yên li dijî aktîvîst Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhemmedî mafê jiyanê binpê dikin.

(şx)

ANHA