Bertek û daxuyaniyên têkildarî kuştina Îsmaîl Heniye

Li hember kuştina serokê Nivîsgeha Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniye, di serî dewletên Ereban, gelek dewlet û hêzên din daxuyanî dan û gelekan jî bertek nîşan dan.

Bertek û daxuyaniyên têkildarî kuştina Îsmaîl Heniye
31 tîrmeh 2024   12:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser kuştina serokê Nivîsgeha Siyasî ya Hemasê li paytexta Îranê Tehranê, dewletên Ereban û aliyên navneteweyî gelek helwest hatin nîşandan.

Serokê Filistînê Mehmûd Ebas kuştina Heniye bi "kiryareke tirsonak" wesifand û bang li filistiniyan kir ku li hember Îsraîlê bibin yek.

Çapemeniya Rûsyayê daxuyaniya cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov parve kir. Bogdanov got: "Ev sûc, kuştineke siyasî ye ku nayê qebûlkirin. Dê aloziya li herêmê gurtir bike.”

Ji Kaşka Spî jî daxuyaniyek hat ku haya wê ji raporên kuştina Îsmaîl Heniye heye.

Wezîrê parastinê yê DYA’yê Lloyd Austin di serdana xwe ya li Filîpînan de got ew bawer nake şerekî berfirehtir li Rojhilata Navîn rû bide û heke li dijî Îsraîlê êriş bê kirin, DYA dê wê biparêze.

Wezareta Karên Derve ya dewleta Tirk jî bi daxuyaniyekê got: "Careke din xuya bû ku niyeta serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu ya aştiyê tune ye."

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên Îsraîlê Netanyahu jî perspektîf dan serokwezîrê hikumetê ku der barê kuştina Heniye de tu daxuyaniyan nede.

Wezîrê çandê yê Îsraîlê Amichai Eliyahu got: "Ev rêbaza rast a paqijkirina cîhanê ye. Êdî bes e lihevkirinên teslîmbûnê yên nerast. Êdî bes e merhemet ji wan kesên mehkûmê mirinê re."

Qeterê kuştina Heniye şermezar kir û got: "Kuştin û kiryara xemsar a Îsraîlê di hedefgirtina sivîlan li Xezayê de, dê herêmê bixe xeleka tevliheviyê û derfetên aştiyê kêm bike."

Serokê hikumeta Lubnanê Necîb Mîqatî jî kuştina Heniye şermezar kir û wek "xetereya cidî ku di encamê de dê xeleka metirsiyê firehtir bibe" wesifand.

Endamê tevgera Ensarullah a Yemenê Mihemed Elî El Hûsî jî kuştine Heniye şermezar kir û got: "Sûcekî terorîstî û binpêkirina qanûnan e."

(şx)