MSD û T.N.K-S têkildarî pêşxistina xebata siyasî panelek li dar xist

MSD û T.N.K-S'ê ji bo pêşxistina xebatên hevbeş bi partiyên siyasî re û pêkanîna nexşerêya MSD'ê ya çareseriya Sûriyeyê, paneleke diyalogê li dar xist.

MSD û T.N.K-S têkildarî pêşxistina xebata siyasî panelek li dar xist
MSD û T.N.K-S têkildarî pêşxistina xebata siyasî panelek li dar xist
MSD û T.N.K-S têkildarî pêşxistina xebata siyasî panelek li dar xist
MSD û T.N.K-S têkildarî pêşxistina xebata siyasî panelek li dar xist
30 tîrmeh, 2024   23:23
HESEKÊ

Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Tevgera Nûjen a Kurdistanî - Sûrya (T.N.K-S) paneleke diyalogê bi navê "Rêbazên pêşxistina xebata di navbera MSD û partiyên siyasî de" li dar xist. Armanc ji panelê aktîvkirina rola partiyên siyasî yên di bin siya MSDˊê de ku xebata siyasî li Sûriyeyê were bipêşxistin.

Panel li avahiya MSD'ê ya bajarê Hesekê bi beşdariya hevseroketiyên nivîsgehên MSD'ê, endam û serokên T.N.K-S'ê hat organîzekirin.

Panel ji 3 mijaran pêk hat. Mijara yekemîn li ser rewşa siyasî ya herêmê û zehmetiyên heyî bû û ji aliyê hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan Giştî ya MSD'ê Zûhat Hesen ve hat birêvebirin.

Di mijara yekemîn de bal li ser geşedanên herêmê û bandora wan li ser herêmê û rola partiyên siyasî di pêvajoya bê de, hat kişandin.

Mijara duyemîn li ser nexşerêya MSD'ê ya çareseriya krîza Sûriyeyê bû û ji aliyê hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a MSD'ê ya kantona Cizîrê Deham El Setam ve hat birêvebirin.

Di mijarê de de xalên girîng ên nexşerêya MSD'ê hatin diyarkirin. Wek agirbestê, derxistina çekdarên biyanî ji Sûriyeyê, bidawîkirina dorpêça li seranserî Sûriyeyê, redkirina guhertina demografîk li Sûriyeyê, bidawîkirina dagirkeriyê û derxistina hêzên biyanî ji Sûriyeyê.

Her wiha, di mijara sêyemîn de ya li ser nêrîn û helwesta MSD'ê endamên MSDˊê, endamên T.N.K-Sˊê û beşdarên panelê nîqaşên berfireh kirin. Mijar ji aliyê endamê Nivîsgeha Têkiliyan a MSD'ê Ezher Ehmed ve hat birêvebirin.

Di encama nîqaşan de xalên girîng wek pêkanîna diyaloga Sûriyeyî-Sûriyeyî, redkirina çareseriyên leşkerî, pêkanîna biryara 2245ˊan û biryarên neteweyî, betalkirina destûra heyî û ragihandina destûrekê li gorî îradeya gelê Sûriyeyê, betalkirina qanûnên neteweperest ên berê, avakirina mecliseke leşkerî û hin xalên din, hatin nîqaşkirin.

Panel bi encamnameyekê bi dawî bû û wiha ye:

Xwedîderketina partiyên siyasî li berpirsiyariya xwe ya li herêmê.

Aktîfkirina rola siyasî, civakî û çandî ya partiyên siyasî.

Xwendina belgeyên MSD'ê.

Xurtkirina piştgiriya gel ji partiyên siyasî re yên di MSDˊê de.

Dûrketina ji partiyetê û divê tenê bi rêziknameyê neyê fikirîn.

(mh)