Nasnameya şehîdê êrişa li Amûdê aşkera bû

Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya welatiyê di êrişa dewleta Tirk a dagirker a li navçeya Amûdê de aşkera kir.

Nasnameya şehîdê êrişa li Amûdê aşkera bû
24 mijdar 2023   14:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh artêşa Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov erebeya ku tê de 3 şêniyên Amûdê hebûn, bombebaran kiribû.

Di êrişê de welatiyê bi navê Ciwan Mihemed şehîd bû, Munîr Ebid Faris û Ronak Silêman Mihemed birîndar bûbûn.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û paşnav: Ciwan Mihemed
Navê dayikê: Nefos Şêxê Elo
Navê bav: Silêman.

(fr)