′Divê şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê parastin′

Beşdarên merasîma şervanê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Mihemed Silêman gotin divê şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were parastin.

′Divê şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê parastin′
′Divê şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê parastin′
′Divê şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê parastin′
′Divê şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê parastin′
′Divê şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê parastin′
′Divê şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê parastin′
′Divê şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê parastin′
′Divê şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê parastin′
24 mijdar, 2023   14:46
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê ya Qamişloyê merasîma sersaxiyê ya şervanê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Mihemed Silêman li pêş mala wî ya li Çerxerêya Azadî li dar xist. Di merasîmê de bi sedan pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û nûnerên partiyên siyasî û saziyên Rêveberiya Xweser hazir bûn.

Şervan Mihemed Silêman di 22′yê Mijdarê de di encama bombebarana balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker a li dijî erebeyekê de li bajarokê Til Marûf şehîd bûbû.

Di merasîmê de endamê Melcisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê Nûredîn Şakir bal kişand ser girîngiya fedakariyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di oxira pêkanîna armancên şoreşa xwe û pêkanîna destkeftiyan û têkbirina dewleta Tirk a dagirker de.

Endamê Meclisa Têkiliyên QSD′ê Mihemed Zêdan diyar kir ku QSD′ê di parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de pabend in, li dijî tevahî êrişan sekinînin, ewlehî û îstîqrara gelê herêmê parast.

Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Hogir Mihemed îdiayên desthilatên Tirkiyeyê yên der barê îslambûna wan desthilatan de derewandin û got ew ji ola îslamê dûr in.

Hevseroka PYD′ê ya Tirbespiyê Hediye Şemo axivî û got êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewama komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û gelên bi fikrên wî bawer in.

Endama Kongra Star Medya Xelîl cudahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji herêmên din ên Sûriyeyê berxwedana wê li dijî tevahî êrişan û yekitiya pêkhateyên wê ye.

Merasîm bi xwendina wesîqeya şehadete ya şehîd û radestkirina ji malbata wî re bi dawî bû.

(fr)

ANHA