Nasnameya 11 Kurdên ku di xwepêşandanan de hatine qetilkirin eşkere bûn

Rêxistina Mafên Mirov a HRANA’yê nasnameya 11 xwepêşanderên Kurd ku di dema xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine qetilkirin, eşkere kir.

Nasnameya 11 Kurdên ku di xwepêşandanan de hatine qetilkirin eşkere bûn
15 ÇILE, 2026   12:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirov a HRANA’yê nasnameya 11 Kurdên ku ji aliyê hêzên rejîmê ve di dema xwepêşandanan de hatine qetilirin weşand.

Li gor agahiyên ku HRANA’yê li ser qetilkirina wan 11 Kurdan belavkirine wihaye;

Roja 8’ê Kanûnê xwepêşanderek Kurd bi navê Keywan Rezayî xelkê parêzgeha Kirmaşan di dema xwepêşandanan de ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hat qetilkirin.

Xwepêşanderek Kurd bi navê Poya Rustemî xelkê gundê Kulam li parêzgeha Îlamê di encama gulebarana hêzên rejîmê ya li ser xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest da.

Di heman rojê de du welatiyên din yên Kurd yên bi navên Erdeşêr Zarî (40) bavê sê zarokan û xelkê bajarê Dalaho û runiştvanê bajarê Kerec, her wiha Mihemed Seîdî xelkê Serpêla Zehaw a ser bi parêzgeha Kirmaşan û runiştvanê bajarê Sawe di encama gulebarana hêzên Îranê de jiyana xwe ji dest dane.

Roja 8’ê Kanûnê welatiyê bi navê Siyaweş Şêrzad xelkê bajarê Bokan ku li Tehranê dima, di encama gulebarana hêzên rejîmê de jiyana xwe ji dest da.

Roja 9’ê Kanûnê li bajarê Kerec di dema xwepêşandanan de welatiyê Kurd yê binavê Mîlad Hisênî xelkê gundê Zerde ya ser bi navçeya Dalaho a ser bi parêzgeha Kirmaşan di encama gulebarana hêzên Îranê de jiyana xwe ji dest da.

Li Tehranê jî di dema xwepêşandanan de welatiyek Kurd bi navê Irfan Elîzade (24) xelkê Lomarî ya ser bi bajaroka Sîrwan a girêdayî parêzgeha Îlamê ye, ji ber gulebarana hêzên Îranê jiyana xwe ji dest da.

Ciwanê Kurd yê bi navê Elî Ebas (18) xelkê Gîlan a ser bi parêzgeha Kirmaşanê li Tehranê dema ku li ser karê xwe bû, ji ber gulebarana hêzên Îranê jiyana xwe ji dest da.

Li parêzgeha Esfehanê di dema xwepêşandanan de welatiyek Kurd bi navê Hisên Şêrkol xelkê Zerînawa ya ser bi navçeya Dêhloran a girêdayî Îlamê di encama gulebarana hêzên Îranê de jiyana xwe ji dest da.

Li Tehranê welatiyek Kurd bi navê Diyar Purçerîq (32) xelkê bajarê Selmas di dema xwepêşandanan de ji aliyê hêzên Îranê ve hat qetilkirin.

Ciwanê Kurd yê bi navê Rêbîn Muradî (17) xelkê bajarê Selas Babacanî ku li Tehranê dijiya, di dema xwepêşandanan de hat qetilkirin.

Dr. Mihemed Resul Merdux (45) xelkê bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên Îranê ve hat binçavkirin, piştî çend saetan hat qetilkirin.

Xwendekarê Zanîngeha Mîsîna ya Îtalyayê, Yasîn Mîrzayî li parêzgeha Kirmaşan di encama gulebarana hêzên Îranê de jiyana xwe ji dest da.

Ji 28’ê Kanûna 2025’an ve li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê li dijî qeyrana aborî, pirsgirêkên siyasî û civakî xwepêşandan destpêkirine. Tevî ku rejîma Îranê bi tûndtirîn şêwaz rûbirûyê xwepêşandanan dibe, lê her ku diçe xwepêşandan berfirehtir dibin.

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a HRANA’yê, di nava 19 rojan de 18 hezar û 470 xwepêşander hatine binçavkirin.

Herwiha li gorî heman çavkaniyê di encama êrişên hêzên Îranê de 2 hezar û 615 xwepêşander hatine qetilkirin. Tê gotin ji vê hejmarê 12 kes dibin temenê 18 salî dene. Herwiha tê gotin heya niha 2 hezar û 45 xwepêşander jî birîndar bûne.