Li başûrê Sûriyeyê tevgerên Îsraîlê: Ciwanek birîndar bû

Dewriyeyeke Îsraîlê ket axa Sûriyeyê û bendên kontrolê danîn. Li Derayê di gulebarana hêzên Îsraîlê de ciwanek birîndar bû.

Li başûrê Sûriyeyê tevgerên Îsraîlê: Ciwanek birîndar bû
15 ÇILE, 2026   12:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Îsraîlê li gundê Hanût ê başûrê Quneytîrayê 2 jê bira, 3 kes girtin, piştre ew berdan.

Di heman demê de karwanekî leşkerî ku ji 22 wesayîtan pêk dihat ji Colanê derket,  ber bi bargeha Îsraîlê ya li girê Ehmer ê rojava ve çû.

Duh êvarî jî li gundê Ruqad ê Derayê ciwanek dema pezê xwe diçêrand, di encama gulebarana leşkerên Îsraîlê de birîndar bû.

Dewriyeyeke din a hêzên Îsraîlê derbasî rêya Semdaniye rojhilat a gundewarê navîn ê Quneytîrayê bû û bendek kontrolê danî. Piştre çend saetan vekişiya.

(b)