Nameya Werîşe Mûradî: Şîrîn Elemhûlî, Ferzad Kemanger û hevalên wan birîneke zindî ne

Werişe Mûradî bi nameyekê Şîrîn Elemhûlî, Ferzad Kemanger û hevalên wan bi bîr anîn û got “Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemhûlî, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan, Mehdî Îslamiyan û her navek, ne wekî dawiyekê, ew li ser laşê me birîneke zindî ne.”

Nameya Werîşe Mûradî: Şîrîn Elemhûlî, Ferzad Kemanger û hevalên wan birîneke zindî ne
9 gulan, 2026   13:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Girtiya siyasî ya Werîşe Mûradî ku li Girtîgeha Evîn a Tehranê tê ragirtin, bi boneya salvegera darvekirina Şîrîn Elemhûlî, Ferzad Kemanger û hevalên wan ku di 9’ê Gulana 2010’an de ji aliyê rejîma Îranê ve hatibûn darvekirin, nameyek şand.

Nameya Werîşe Mûradî wiha ye:

“9’ê Gulanê ne tenê dîrokek e, xalek e ku bîra vê nîştimanê tê de disekine û nefesek giran dikişîne; ew navên ku divê xalê de dicivin, hesret derbas kirine û bûne bîranîn.

Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemhûlî, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan, Mehdî Îslamiyan û her navek, ne wekî dawiyekê, ew li ser laşê me birîneke zindî ne. Li vê nîştimanê, mirin carinan ne dawî ye, belkî dewama siyasetekê ya bi rûyekî din e. Jiyan pir caran ne ji bo jiyînê, belkî ji bo ku li hemberî tirsê were ceribandin, di rewşeke daleqandî de tê hiştine. Vegotin giranin, lê girantir ji vegotinê, dubarebûne; dubarebûnek ku tê de mirov yek li pey yek ji wateyê tên rût kirin û tenê ji bo rûpelên dozê, ji bo cezayekê, an jî ji bo nûçeyeke kurt tên kêmkirin.

Wisa xuya dike ku di rû de her tişt nêzî asayîbûnê dibe; nûçe kutrtir dibin, bertek kêmreng dibin û çûyîna mirovan dibe jêrenivîseke demkî û derbasbûyî.

Lê di kûrahiyê de, tiştek hêj sekinî ye û ji bîr nabe. Bîranînek ku li hember vê xalîbûnê bi hêminî, bêdeng, lê bi berdewamî berxwedanê dike. Di nav dilê vê dubarebûnê de, efsane dîsa can digirin; ne di nav pirtûkan de, lê di rastiya çarçoveya tundûtûjiyê de ku desthilatdarî ji bo hêdarkirina tirsên xwe, her roj birînekê li jiyanê dixe. Ev wêne di demeke din û bi şêwazekî nû de, berpirsiyariyê li vê nîştimanê girantir dike. Şêwazek ku tê de jêbirina mirov û dengên nerazî dibe bingeh, ne tenê sîstema cudakarî û dûrxistinê.

Di cîhaneke wisa de, her tişt dikare wekî gefekê were dîtin, heta nefeskêşandin, heta sekinîn, heta raman jî. Rastiya herî tal eve. Mirin ne tenê di dema rûdanê de, belkî di berdewamiya xwe ya bênavber de tê xwarin, heta wê radeyê ku nûçeya çûyîna ciwanekî di nav lehiya dangan de, dibe rêzikeke kurt, bêyî ku seknekê di demê de ava bike.

Lê divê tu mirin nebe kevneşopiyek û divê tu nav di nav dubarebûnê de bêbandor nebe. Ji ber ku her jiyanek cîhaneke bêhempa ye û her dawîyek derzeke ku ger neyê dîtin, di nav derûniya civakê de kûrtir dibe. Di nav dilê vê berdewamiyê de, ti tişt ji nav naçe, nav dimînin, ne tenê wekî bîranîn, belkî wekî pirs.

Pirs li ser wê yekê ku çawa dikare mirov bijî, dema ku civak di heman demê de hem zindî ye û hem jî her roj kincên reş li xwe kirine?”