Xelkê Hesekê li pêşiya Koşka Dadweriyê xwepêşandan li dar xist

Xelkê Hesekê li dijî rakirina nivîsên kurdî ji tabeleya Koşka Dadweriyê xwepêşandan li dar xist û xwest rêz ji taybetmendiyên gelên herêmê re were girtin.

 Xelkê Hesekê li pêşiya Koşka Dadweriyê xwepêşandan li dar xist
9 gulan, 2026   13:24
HESEKÊ

Şêniyên bajarê Hesekê li dijî rakirina nivîsa kurdî ji tabeleya Koşka Dadweriyê, xwepêşandanek li pêşiya koşkê li dar xist.

Endamên hikumeta demkî 7'ê Gulanê tabelaya bi nivîsa kurdî û erebî ya Koşka Dadweriyê ya Hesekê rakiribû û li şûna wê tabelayeke bi zimanê erebî û îngilîzî danîbû. Şêniyên bajar li hemberî vê yekê nerazîbûn nîşan da.

Piştre tabelayek ku bi zimanê erebî tenê hişt. Gel li hemberî vê yekê li Qada Aştiyê ya li beramberî Koşka Dadweriyê xwepêşandan li dar xist. Şênî dixwazin nivîsa kurdî di tabelayê de were nîvisandin û rêz ji taybetmendiyên çandî û zimanî yên pêkhateyên herêmê re were girtin.

(bb)

ANHA