Nameya Rêber Apo di Pêşangeha Herekol de hat şîrovekirin

Di roja 3'yemîn a Pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan a Navneteweyî ya 9’emîn de li ser nameya Rêber Abdullah Ocalan a ji bo akademiya Jineolojiyê semînerek hat dayîn û pirtûkek şanoyê hat îmzekirin.

22 cotmeh, 2025   22:51
QAMIŞLO

Pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan a Navneteweyî ya 9’emîn di roja xwe ya 3'yemîn de li parka Azadî ya bajarê Qamişloyê yê kantona Cizîrê bi dirûşma "Pirtûk mifteya şaristaniyê ye" didome.

Di roja 3'yemîn de pêşangehê saet di 10.00ˊan, sibehê de dest dest bi çalakiyên xwe bû. Êvarê jî semînerek bi navê "Xwendina nameya Rêbertî ya ji bo akademiya Jineolojiyê" hat dayîn.

Semîner ji aliyê rêvebera akademiyê Zehrîban Hisên ve hat dayîn.

Di semînerê de nameya Rêber Abdullah Ocalan a ji bo akademiya Jineolojiyê ya ku di 30'ê Gulana 2025'an de dabû, bi zimanên Kurdî, Erebî û Îngilîzî hat xwendin.

Beşdar li 3 koman (Kurdî, Erebî û Îngilîzî) hatin parvekirin û her komekê li ser têgîn û gotinên jê nehatine naskirim, pirs kirin.

Zehrîban Hisên piştî ku name şîrove kir, bang li jinan kir ku xwedî li berpirsiyariya xwe ya dîrokî derkevin û vê qonaxê bi ser bixin.

Piştre şahiyek ji bo îmzekirina pirtûka şanoyê ya "Hêviyên Dil" a nivîskar Ciwanê Ebdal hat lidarxistin. Pirtûk ji 3 çîrokên şanoyê yên li ser şoreş, dîrok û civakê û pêşniyariyên çareserkirina krîzan pêk tê.

Di pêşangehê de nêzî 140 hezar pirtûkên bi zimanên Kurdî, Erebî, Tirkî, Suryanî, Ermenî, Îngilîzî û Rûsî tên pêşkêşkirin.

Rêjeya beşdariya jinan di pêşangehê de ji sedî 40 e. Rêjeya pirtûkên Kurdî jî ji sedî 43 û ya zarokan ji sedî 4 e.

(mh/fr)

ANHA