Li kantona Firatê bazirganekî madeyên hişbirê hate girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarê Eyn Îsa yê kantona Firatê bazirganekî madeyên hişbirê girtin, madeyên hişbir û çekên pê re desteser kirin

Li kantona Firatê bazirganekî madeyên hişbirê hate girtin
24 îlon, 2025   20:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku li bajarê Eyn Îsa yê kantona Firatê bazirgan û bikarhênerekî madeyên hişber hate girtin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Hêzên me li Eyn Îsayê, piştî ku agahiyên rast ji Daîreya Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbirê wergirtine, kesekî bi tohmeta bikaranîn û bazirganiya madeyên hişber girtin."

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di serdegirtina mala gumanbar de, 54 gram hevirê heşîşê û kaxizê pêçandina cixareyan, 2 çekên kilaşnîkov, tivingeke şer, demançe, 5 bombeyên destan û 7 carûr (mexzen), her wiha 200 dolar hatin desteserkirin.

Li gorî daxuyaniyê, gumanbar û tiştên desteserkirî ji bo temamkirina tedbîrên qanûnî yên pêwîst li dijî wî, ji dadgeha pirspor re hate vaguhastin.

(ac/şx)

ANHA