Nakokiyên Washington û Tehranê zêde dibin

Piştî nakokiya li ser hejmara qurbaniyên xwepêşandanan, aloziya di navbera Washington û Tehranê de zêdetir dibe.

Nakokiyên Washington û Tehranê zêde dibin
21 sibat, 2026   12:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku wezîrê karên derve yê Îranê Ebas Eraqçî ji serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump xwest delîlan ji bo îdiayên xwe yên der barê kuştina 32 hezar sivîlan di xwepêşandanên gel ên li Îranê de peyda bike, aloziya di navbera DYA û Tehranê ket qonaxeke nû.

Serokê DYA’yê Donald Trump gotibû rewşa Îranê pir trajedîk e û da zanîn ku di demeke kurt de bi hezaran sivîl hatin kuştin. Her wiha îşaret pê kir ku zextên DYA’yê rê li ber pêkanîna plana darvekirina bi sedan girtiyan girtiye.

Eraqçî di postekê de ku li ser X’ê parve kir, hejmara qurbaniyan ku DYA behsa wê dike red kir û jê xwest ku delîlan parve bike. Eraqç îdia kir ku rayedarên Îranê lîsteyeke giştî ya 3 hezar û 117 qurbaniyan ku tê de nêzîkî 200 polîs hene, weşandiye.

 Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) mirina 7 hezar û 114 kesî belge kiriye.

Reutersê aşkera kir ku "navbeynkaran di dan û standinên nerasterast de zerfeke DYA’yê  pêşkêşî şandeya Îranê kir. Hate gotin di zerfê de pêşniyarên der barê bernameya mûşekan de hene. Lê Eraqçî red kir ku zerfê veke û tavilê ew vegerand." Çavdêran nêzîkatiya şandeya Îranê wek "peyameke siyasî ya ku dan û standinên rawestiyayî nîşan dide" nirxand.

Koşka Spî jî destnîşan kir ku helwesta Washingtonê nehatiya guhertin û diyar kir ku Washingotin rê nade ku Îranê çekên nukleerî bi dest bixe an jî pêş bixe û dewlemendkirina uranyûmê rawestîne.

Trump berê ji 10 heta 15 roj dem dabû Tehranê da ku bigihêje lihevkirinekê û hişyarî da ku eger dan û standin bi ser nekevin dê rewşeke pir xirab derkeve. Trump gotibû, ew êrişek sînorkirî dinirxîne da ku zextê li Îranê bike. Her wiha anîbû ziman ku rêya herî baş ji bo Tehranê dan û standin li ser lihevkirineke adilane ye.

Li gorî Reutersê ku agahiyên xwe dispêre rayedarên amerîkî, planên leşkerî di qonaxeke pêşketî de ne û kombûna leşkeran li Rojhilata Navîn tirsa pevçûnek berfirehtir zêde kir.

Eraqçî diyar kir ku nîqaşên bi nûnerê amerîkî Steve Wittkopf û Jared Kushner re li ser rêgezên sereke yên rênîşandanê encam dane. Lê got, ev nayê wê wateyê ku rêkeftinek dawî nêzîk e.

Eraqçî anî ziman ku dibe pêşniyara Îranê di nav çend rojan de pêşkêşî rayedarên payebilind ên Îranê re were kirin û dibe ku di nav hefteyekê de toreke nû ya dan û standinan pêk were. Her wiha got, vebijarkek leşkerî dê şansên gihîştina rêkeftinekê tevlihev bike.

Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric bang li her du aliyan kir ku diyaloga dîplomatîk bidomînin û nakokiyên xwe çareser bikin.

Wezîrê karên derve yê Îranê destnîşan kir ku Washington di dan û standinên Cinêvê de daxwaza rawestandina tevahî ya dewlemendkirina uranyûmê nekiriye û Tehranê jî şertek wisa pêşkêş nekiriye. Eraqçî got nîqaş li ser misogerkirina xwezaya aştiyane ya bernameya nukleerî girêdayî gavên têkildarî cezayan e.

(bb)