6 endamên Hizbullahê û 2 yên Hemasê hatin kuştin

Hizbullaha Lubnanê ragihand ku di êrişên Îsraîlê de 6 endamên wê hatine kuştin. Hemasê jî kuştina 2 endamên xwe li kampa Eyn Hilwayê aşkera kir.

6 endamên Hizbullahê û 2 yên Hemasê hatin kuştin
21 sibat, 2026   12:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê li herêma Bîqaa a Lubnanê li 3 baregehên Hizbullahê xistiye û endamekî yekîneyên mûşekan ên Hizbullahê kuştiye.

Hizbullahê aşkera kir ku di êrişên Îsraîlê de 6 endamên wê yên bi navên Hisên Mihemed Yaxî, Elî Zeyd El Mewsewî, Mihemed Îbrahîm Wehbî El Mewsewî, Seyîd Qasim Elî Muhdî, Hesenên Yasir El Sebelanî û Ehmed Hisên Hac Hesen hatine kuştin.

Artêşa Îsraîlê ragihandibû wê li baregehên Hemasê yên li kampa Eyn El Hilwa ya başûrê Lubnanê jî kirine hedef.

Tevgera Hemasê kuştina 2 endamên xwe di êrişên Îsraîlê yên li ser kampê de ragihand.

(bb)