Mûstafa Karasû: Bêyî aştî û civaka demokratîk entegrasyon nabe

Endamê Konseya Rêvebir Mustafa Karasû, nêzîkatiya dewletê û desthilatê ya ji bo pêvajoyê rexne kir û got ku divê dewlet rast nêzî Rêber Abdullah Ocalan bibe. Her wiha Karasû destnîşan kir ku divê Komisyona Meclisê bi berpirsiyarî tevbigere û got: " Bêyî aştî û civaka demokratîk entegrasyon nabe.”

Mûstafa Karasû: Bêyî aştî û civaka demokratîk entegrasyon nabe
5 îlon, 2025   08:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû hevdîtina ku 28’ê Tebaxê bi Rêber Apo re hate kirin weke ‘hevdîtineke gelekî derengmayî’ pênase kir. Karasû got, di vê pêvajoyê de ku ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd gelekî krîtîk e, divê rola muzakerevaniya sereke ya Rêber Apo rast bê fêhmkirin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û polîtîkayên dewleta Tirk ên li ser Sûriyeyê bersiv da pirsên Medya Haber TV:

Piştî mehekê di 28'ê Tebaxê de Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê serdana Rêber Apo kir. Hûn lidarketina vê hevdîtinê piştî mehekê çawa dinirxînin?

Beriya ku derbasî vê mijarê bibim, hevrê Kemal, Xeyrî, Akîf û Elî yên di sala 1982'an de di Rojiya Mirinê de şehîd bûn bi minet û hurmet bi bîr tînim. Hesreta wan wê teqez bi têkoşîna me pêk were. Şehadeta van hevalan hem nirxê dîrokî yê berxwedana zindanê ye, esasê pêkhatine berxwedana zindanê ye, esas û cewhera berxwedana zindanê ye, hem jî di dema ku tevgera me xwe vekişand de ji têkoşîna me re bû pireke girîng, di mijara jinûve kombûn û pêşketina têkoşîna me de roleke mezin lîst. Bi vî rengî di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de wê timî bê bîranîn. Bêrîtan Amed a ku di vê mehê de şehîd ket, bi rêzdarî bi bîr tînim. Bi dehan salan di nava têkoşîna me de bû, fermandarî kir, li ser xeta azadiyê ya jinê têkoşiya, hevrêyeke me ya gelekî hêja bû. Ji ber pirsgirêkên tenduristiyê me ew winda kir, şehîd bû. Ji malbata wê û tevahiya gelên Kurdistanê re sersaxiyê dixwazim. Yek ji pêşengên tevgera ciwanan Çiya Rizgar jî ji ber nexweşiyê şehîd bû. Di nava têkoşîna me de xwedî cihekî gelekî girîng bû. Bi coş û pêşengiya xwe tevkariyên girîng hem li tevgera ciwanan hem jî li têkoşîna me kir. Ez wî jî bi minet û hurmet bi bîr tînim.

Weke ku we jî got, hevdîtina ku di 28'ê Tebaxê de hate kirin hevdîtineke gelekî derengketî bû. Derengketina hevdîtinê di vê astê de bêguman nêzîkatiya desthilatdariya AKP'ê radixe pêş çavan. Di mijarên ewqasî girîng de; Rêbertî banga Aştî û Civaka Demokratîk kir, di mijara demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd de gavên gelekî girîng avêt, gavên ku kes ne li bendê bû avêt û vê yekê li Tirkiyeyê ji demokratîkbûnê û çareseriya pirsgirêka Kurd hêviyek afirand. Di atmosfereke bi vî rengî de derengketina hevdîtinan di vê astê de bêguman rewşeke ku nayê qebûlkirin. Ji ber ku Rêber Apo muzakerevanê sereke ye, Rêberê gelê Kurd e, muxatabê pirsgirêka Kurd e, muxatabê demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Ji ber ku demokratîknebûn ji ber neçareserkirina pirsgirêka Kurd e. Lewma mijara demokratîkbûna Tirkiyeyê jî bi muxatabiya Rêber Apo, bi têkoşîna wî, bi danûstandinên wî yên bi dewletê re dikare pêk were. Bêguman têkoşîna demokrasiyê bi dehan sal in tê meşandin, danheviyeke wê heye. Têkoşîna Azadiyê ya gelê Kurd sed sal in tê meşandin, danheviya vê heye. Rêber Apo li ser bingeha van hemû danheviyan dixwaze Tirkiyeyê demokratîk bike û pirsgirêka Kurd çareser bike. Di mijareke ewçend girîng de, di mijara pirsgirêkên herî bingehîn ên Tirkiyeyê de aktorekî sereke, muzakerevanekî sereke heye, rastiya Rêber Apo heye ku dikare bi roleke mezin rabe. Di rewşeke bi vî rengî de derengxistina hevdîtinê nîşaneyeke wê yekê ye ku nêzîkatiyeke cidî li pêvajoyê nabe. Em vê yekê bi vî rengî fêhm dikin. Halbûkî di çareseriya pirsgirêka Kurd de helwesta Rêber Apo, di mijara demokratîkbûna Tirkiyeyê de helwesta Rêber Apo, di mijara pirsgirêkên din ên Tirkiyeyê de helwesta Rêber Apo, gotinên wî pir pir girîng in. Lewma mehek, 15 roj li aliyekî divê Rêber Apo timî karibe bi derdorên cuda re hevdîtinê bike, hevdîtinê bi derdorên demokratîk re bike, bi rewşenbîr, rojnamevanan re karibe hevdîtinê bike, divê karibe bi siyasetmedaran re hevdîtinê bike. Û bi rêya van hevdîtinan ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê rêya herî rast, gavên divê bêne avêtin wê derkevin holê. Ji ber ku nîqaş, hevdîtin wê rê û rêbazên gavên ji bo serketinê diyar bikin. Ev yek jî wê pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi pêş ve bibe. Eger bi rastî jî dewlet, desthilatdariya AKP-MHP'ê dixwaze pirsgirêka Kurd çareser bibe wê demê divê ev hevdîtin li demeke welê dirêj neyê belavkirin. Belavbûna li dema dirêj tê wateya nêzîkatiya ne cidî ya li pêvajoyê. Di rewşeke welê de ku ewqas pirsgirêkên Tirkiyeyê hene, pirsgirêkên li Rojhilata Navîn ewqasî giran bûye, di demên bi vî rengî de tempo û rêbaz divê bilind be. Di dema xwe de divê gavên bi lez bêne avêtin. Eger bi vî rengî nayê kirin, wê demê diyar dibe ku pêvajo rast nayê fêhmkirin, nêzîkatiyeke rast lê nayê kirin. Yan jî hewl tê dayin ku mijûl bikin. Yanî li demê belav dibe. Eşkere ye ku her tişta li demê bê belavkirin wê bi rîsk be. Nediyar e bê dem wê çi bi xwe re bîne. Eger pirsgirêk di dema xwe de neyê çareserkirin, ew pirsgirêk dikare bixitime, birize, dikare derbasî qonaxên cuda bibe. Ji ber vê yekê çareserkirina pirsgirêkan di dema xwe de, ji bo vê jî bilezkirina hevdîtinan, bi taybetî rêdana li rola Rêber Ocalan pir pir girîng e. Ji niha û pê ve jî nêzîkatiya li Rêber Apo wê bibe pîvana nêzîkatiya li pêvajoyê. Wê bi wê yekê ve girêdayî be, ku hevdîtinên bi Birêz Ocalan re wê zêde bibin an na. Her wiha ya herî girîng jî ew e ku şert û mercên Rêber Apo yên karkirin bêne sererastkirin û ji bo azadiya wî gavên şênber bêne avêtin. Lewma em pêvajoyê ji nêz ve dişopînin

Peyamên girîng ên Rêber Apo yên di vê hevdîtinê de anî ziman bi raya giştî re hatin parvekirin. Bi taybetî sê têgehên diyarker ên pêvajoye; civaka demokratîk, aştî û entegrasyon destnîşan kir. Ev nirxandina wî bal kişand. Ev tespîta Rêberê gelan divê çawa bê fêhmkirin.

Bi Rêber Apo re hevdîtin pêk hat. Naveroka hevdîtinê ji hin aliyan ve hate eşkerekirin. Her wiha Pervîn Bûldan di televîzyonê de li ser hevdîtinê hin agahî da. Bi rastî jî di vê hevdîtinê de Rêber Apo nirxandinên gelekî girîng kiriye, helwest nîşan daye. Rêveçûna pêvajoyê çawa ye, rêveçûna pêvajoyê divê çawa be, di vê nirxandina xwe de diyar kir. Rêber Apo bi rengekî eşkere got, ev pêvajo divê bêyî mijûlkirinê bi rengekî cidî bê nirxandin. Em her tim destnîşan dikin, Rêber Apo jî rola xwe destnîşan kiriye. Destnîşan kir ku rola wî roleke ji rêzê nîne; belê rola wî rola muzakerevanê sereke ye, bi bidawîkirina şerê 50 salî de rolê dilîze, Rêberekî bi vî rengî ye. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a 100 salî bi înîsiyatîf rabûye, Rêberekî bi vî rengî ye. Divê nêzîkatiya li hemberî wî jî li ser vê bingehê be. Mirovekî ji rêzê nîne. Rêber Apo aktorek e. Divê dewlet rast nêzî Rêber Apo bibe. Rayedar divê rast nêzîk bibin. Me berê jî gelek caran anîn ziman; Rêber Apo ne tê xapandin ne jî dixapîne. Nepêkan e ku Rêber Apo bê xapandin, Rêber Apo naxape. Lewma nêzîkatiya, 'bi Rêber Apo re hevdîtinê bike, mijûl bike, bi demê re belav bike, li gorî xwe rojevekê diyar bikin, planekê çêbikin, li gorî pêvajoyê bimeşîne', ev nêzîkatî nêzîkatiya xapandina xwe bi xwe ye. Ev yek nêzîkatiya necidî ya li pêvajoyê ye. Devlet Bahçelî daxuyanî da, got 'Bila were li Meclîsê rêxistinê betal bike û mafê hêviyê bi cih bê anîn'. Ev got. Ev yek sozek bû, ev soza hikumetê bû. Ew ne tenê nêrîna Devlet Bahçelî bû. Devlet Bahçelî û Erdogan hevdîtin kirin û bi biryara hevpar ev gav hate avêtin. Wê demê divê Rêber Apo biçe meclîsê û biaxive. Her wiha got, bila bê siyasetê bike li nava refên DEM Partiyê. Got, bila mafê hêviyê bi cih bê anîn. Eger ev nayê kirin, wê demê çi wateya wan sozên hatine dayin, heye. Çima ev soz têne dayin? Divê mafê hêviyê bi cih bê anîn. Divê Rêber Apo bibe xwedî şert û mercên azad ên karkirinê. Divê karibe rojnamevanan, rewşenbîran bibîne, hevdîtinê bike. Divê karibe bi siyasetmedaran hevdîtinê bike, bi heyetê re tim û tim hevdîtinan bike. Ji ber vê yekê Rêber Apo vê derengmayinê rast nabîne. Bêwate dibîne. Difikire ku ev derengmayin nêzîkatiyeke şaş a li hemberî pêvajoyê û li hemberî wî ye. Ev yek eşkere ye, em jî dibêjin; nêzîkatiya we ya li Rêber Apo wê çi be? Hûn ê rast nêzîk bibin? Hûn ê wî weke muzakerevanê sereke bibînin? Di çareserkirina pirsgirêkan de hûn ê weke aktorê bingehîn bibînin? Yan jî hûn ê li gorî xwe plansaziyekê çêbikin, hewl bidin bi kar bînin, mijûl bikin? Divê dewlet, rayedar xwe zelal bikin. Ev tevger 50 sal in têdikoşe, xwedî tecrûbeyê ye. Rêbertî xwedî tecrûbe, danheviyeke mezin a siyasî ye. Lewma divê nêzîkatiyeke rast bê nîşandan. Eger nêzîkatiyeke rast neyê nîşandan wê zerara herî mezin bigihêje dewleta Tirk. Rêber Apo dixwaze vê pirsgirêkê çareser bike. Vaye dibêje, aştî, civaka demokratîk û entegrasyon. Melbest ji entegrasyonê entegrasyona demokratîk e, yebkûna bi komarê re ye. Lê belê çawa? Li ser bingeha demokratîk. Bi qebûlkirina hebûn û nasnameya gelê Kurd divê pê re bibe yek. Bi vî rengî divê bê fêhmkirin. Naxwe, wê li ser Kurdan polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê dewam bike. Wê demê ne entegrasyon dibe, ne yekbûn dibe, ne jî ev pêvajo bi pêş ve diçe. Ji ber vê jî Rêbertî bi esasî dibêje aştî, civaka demokratîk û entegrasyon. Aştî wê bibe, civaka demokratîk wê bibe. Yanî Kurd wê xwe bi rengekî azad bi rêxistin bikin, xwe îfade bikin, bibin xwedî îrade, mafên wan wê bêne qebûlkirin, nasname, çanda xwe wê bêne qebûlkirin, îradeya xwerêveberiyê wê bê qebûlkirin. Vaye nizanim çi tayînî şaredariyan dikin. Nikarin xwe li şaredariyan jî rabigirin. Civaka demokratîk wê li ser bingeha pêkhatina van, bibe. Piştre entegrasyon tê. Entegrasyon bi vî rengî dibe. Entegrasyona bêyî aştiyê û civaka demokratîk entegrasyon nîne. Ew wê bibe dewama asîmîlasyon û qirkirinê. Ji vî alî ve jî divê nêzîkatiyeke rast bê nîşandan. Rêber Apo bi roleke pozîtîf radibe. Nêzîkatiyeke çareseriyê nîşan dide. Di vê mijarê de bi rastî jî nêzîkatiyeke maqûl nîşan dide. Rêbertî dewletê naxwaze, Rêbertî got, ew li dijî dewletê ye. Lê belê bi dewletekê re jî li ser bingeha danûstandinan yekbûn jî divê. Temam dewlet wê nebe, lê ya din; yanî wê mafên Kurdan neyê qebûlkirin û qala entegrasyonê bê kirin. Ew yek wê ne entegrasyon be, ew yek wê bibe dewama polîtîkayên heyî. Rêbertî di vê mijarê de hişyar kiriye, yanî bi vî rengî nabe. Eger bi vî rengî bibe wê bixitime, wê bibe dewama ya berê. Raperînên 100 salî çêbûn, gelê Kurd nerazîbûna xwe nîşan da. 50 sal in şer dewam dike. Wê demê divê hincetên ku bûn sedema vê yekê ji holê bêne rakirin. Di vê mijarê de wê kûrbûnek nebe, nêzîkatiyek nebe, lê belê wê qala pêvajoyekê bê kirin! Di vir de mijara ku Rêber Apo jê re aştî û civaka demokratîk dibêje gelekî girîng e. Di vê mijarê de Rêber Apo dixwaze rola wî rast bê fêhmkirin û nêzîkatiyeke rast li wî bê kirin. Nêzîkatiyên şaş, ku Rêbertî ji vê re dibêje 'Rêbazên mûawiye', xapandina bi rêbazên mûawiye nabe. Weke ku tê zanîn Mûawiye di Şerê Sifrîn de çawa bi hîleyê bi ser ket. Hz. Alî li wir bi nêta baş, bi safbûnê nêzîk dibe. Bêguman li hemberî rêbazên mûawiye divê mirov saf nebe. Ne Rêbertî wê saf be, ne em ê saf bin. Lewma nêzîkatiyên li hemberî Rêbertî û li hemberî me divê gelekî rast bin.

Li qada hundir û derve gelek derdorên cuda nirxandinan li ser pêvajoyê dikin. Nêrînên van derdoran ji gelek aliyan ve cuda jî be lê belê aliyê hevpar ê hemûyan tespîta wan a li ser nêzîkatiya desthilatdariya AKP'ê ya li pêvajoyê ye. Nêzîkatiya AKP'ê ya li pêvajoyê, her wiha hin daxuyaniyên Erdogan û Hakan Fîdan, zimanê neyînî û êrîşkar ê medya AKP'ê li nava van derdoran hîn bêhtir dibe sedema bêbaweriyê. Zimanê gefê dikare pêşî li çareseriyê veke?

Bêguman ev mijar girîng e. Ji sedî 95 ê medya Tirkiyeyê di destê kê de ye? Di destê AKP'ê de ye, di destê tifaqa AKP-MHP'ê de ye. Ev dema derbasbûyî çawa dixebitî? Giranî didan ser mijarekê, hemûyan li ser wê mijarê nêzîkatî nîşan didan, hewl didan atmosferekê biafirînin, civakê bi rê ve bibin. Em niha dipirsin ji rêveberiya AKP û MHP'ê re. Eger hûn bi rastî jî dixwazin vê pirsgirêkê çareser bikin, wê demê divê zimanê tevahiya çapemeniyê biguhere. Divê çapemenî piştgiriyê bide vê pêvajoyê, divê bi erênî nêzî pêvajoyê bibe. Divê bi rengekî rast nêzî Rêber Apo bibe. Hem wê nêzîkatiyeke rast li Rêber Apo neyê kirin, hîn wê bibêje 'terorîst', 'serkêşê terorîst' piştre jî wê bibêjin pêvajoya çareseriyê, em dixwazin pirsgirêkê çareser bikin. Kî wê ji vê bawer bike? Ev wê bibe xapandin. Eger hikumet ji dil be, ku dibêje 'em dixwazin vê pêvajoyê bigihînin encamê', wê demê ev zimanê çapemeniyê divê biguhere, ji ber ku di bin kontrola wan de ye. Çapemeniyeke serbixwe nîne. Medya berî salekê çawa bû? AKP-MHP'ê çi diyar bikira, ji serê sibehê heta êvarê propagandaya wê dikir. Çima, niha di rewşeke welê de ku pêvajoyek heye, ku ev pirsgirêka herî bingehîn a Tirkiyeyê, pirsgirêkên ne ewqasî pirsgirêkên esasî ne; wê demê ev çapemenî, ev derfetên AKP-MHP'ê ji bo pêşvebirina erênî ya pevajoya aştî û divaka demokratîk rolê bilîze. Divê bi rengekî erênî nêzîk bibe. Belê, berê şer qewimî, lê belê niha tê xwestin ku aştî bê pêkanîn. Aştî çawa dikare bê pêkanîn? Aştî bi pevçûnê, bi sûcdarkirina hev dikare bê kirin? Atmosfera aştiyê tê wateya fêhmkirina hev, lihevkirin, pêvajoya xwegihandina lihevkirinê ye. Di vê pêvajoyê de eger nêzîkatiyên ku ji tevgerê re dibêjin 'terorîst', nêzîkatiyên bi heman rengî yên li hemberî Rêbertî dewam dikin ev nêzîkatiyeke rast nîne. Divê desthilatdarî vê helwesta xwe biguherîne. Ma em fêhm nakin? Em ji wir fêhm dikin, bê ev desthilatdarî çawa nêzîk dibe. Belê, em dixwazin vê pêvajoyê bibin serî, bigihînin encamê. Rêber Apo got, 'Ez li pişt înîsiyatîfa xwe me ku min da destpêkirin'. Rêber Apo dixwaze vê pêvajoyê bimeşîne, em jî gelê me jî piştgiriyeke tam didin vê pêvajoyê, em ê piştgiriyê bidin. Ji ber ku em zanin ku ev pêvajo ewqasî girîng e ku ji însafa kesekî re divê neyê hiştin. Ji wijdan û însafa AKP'ê yan jî hinekî din re nikare bê hiştin. Nêzîkatiya wan çi dibe bila bibe em ê bi têkoşînê, Rêbertî bi têkoşînê, gelê me jî wê li her derê bi piştgiriyê bimeşînin. Belê nayê zanîn bê ev desthilatdarî, sibe, dusib çi bike, em bi wê nizanin. Lê belê divê gelê me bi vî rengî nêzîk nebe. Divê gelê me ji vê pêvajoyê bawer bike û piştgiriyê bide. Bi gotina, em bi fikar in nabe. Bi piştgiriyê em dikarin vê pêvajoyê bi ser bixînin. Bêguman eger dewlet, AKP, MHP bide pey lîstikan, em ê jî li hemberî vê amade bin. Dema ku êrîşek hate kirin, em ê nêzîkatiya pêwîst nîşan bidin. Lê belê îro wezîfeya me ew e ku vê pêvajoyê bi ser bixînin. Divê em hemû bi vê nêzîkatiyê tevbigerin. Bêguman li hundir, li derve gel, hêzên derve jî dikarin rexneyê li AKP'ê bikin, ev yek tê fêhmkirin. Rexneyên bi vî rengî divê bêne kirin, divê ev nêzîkatiyên şaş bêne teşhîrkirin. Em tevlî vê dibin.

Beriya ku derbasî pirsa li ser komîsyonê bibim, dixwazim zextên li ser muxalefetê bipirsim. Di 15'ê Îlonê de dozek heye ji bo betalkirina kongreya CHP'ê. Di demekê de ku nîqaş li ser tayînkirina qeyûm ji bo rêveberiya CHP'ê tê kirin, rêveberiya Stenbolê ya CHP'ê hate betalkirin û qeyûm lê hate tayînkirin. Ev biryar tê çi wateyê? Heta ku li ser rêvebirina Tirkiyeyê ya bi polîtîkaya qeyûm israr dewam bike wê karibe qadek ji demokrasiyê re bê afirandin?

Tayînkirina qeyûman li şaredariyan, tayînkirina qeyûman li rêveberiyên bajaran, betalkirina kongreyê û tayînkirina qeyûm li ser partiyê nêzîkatiyên antî demokratîk in. Bi şênberî jî provokasyonek li hemberî pêvajoyê ye. Hewldana provokekirinê ye. Li her devera cîhanê di pêvajoyên bi vî rengî de desthilatdariyên ku muxatabê vê pêvajoyê ne ji bo piştgiriya muxalefetê, piştgiriya civakê werbigire hewl didin. Bi vî rengî karibin pêvajoyê rast bimeşînin, ji bo pêvajo bi ser bikeve. Niha rewşeke berevajî heye. Ev şaş e, ma tiştekî bi vî rengî dibe? Tu dixwaze pirsgirêka sed salî, pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê çareser bike, ji bo vê tu yê piştgiriya civakê werbigire. Bêyî wergirtina piştgiriya civakî pirsgirêkên bi vî rengî çareser dibin? Di pirsgirêkekê de ku divê piştgiriya civakî bi rengê herî xurt bê wergirtin zext û êrişa di vê astê de ya li ser muxalefetê, bi rastî jî provokasyon e. Bi rengekî eşkere tê wê wateyê ku ji muxalefetê re dibêje, 'Tu tevlî vî karî nebe, tu xwe jê vegire'. Dûrxistina muxalefetê ji vê pêvajoyê ye. Divê ev yek bi vî rengî bê destnîşankirin. Lê belê Ozgur Ozel di bernameya xwe de bi nêzîkatiyeke rast, bi nêzîkatiyeke mafdar got, 'Ew dixwazin me ji vê pêvajoyê qut bikin, dixwazin me ji komîsyonê derxînin, ev polîtîkaya desthilatdariyê ye, em ê nebin amûrek ji vê yekê re'. Bi rastî jî helwesta rast nîşan da. Ji ber ku pirsgirêka Kurd, pirsgirêka demokratîkbûna Tirkiyeyê pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê ye, pirsgirêka bingehîn a muxalefetê ye. Çi li komîsyonê hate bicihkirin? 'Demokratîkbûn' jî hate bicihkirin. Jê re 'Komîsyona Piştevaniya Mîlî û Demokratîkbûnê' hate gotin. Wê demê, ji bo ev komîsyon ber bi demokratîkbûnê ve gavê biavêje divê teqez CHP û hêzên muxalîf di nav de bin. Lê belê helwesta desthilatdariyê jî bi rastî jî ne ya qebûlkirinê ye. Provokasyonek e. Tayînkirina qeyûm, qeyûm tê wateya dijberiya li demokrasiyê. Li şaredariyan qeyûm tayîn bike, li partiyê qeyûm tayîn bike, li şîrketê qeyûm tayîn bike, li filan kesî û cihî qeyûm tayîn bike. Ev yek tê wê wateyê ku îradeyê bi kesî re nehêle. Bi vê re garantiya ti saziyê, ti derdorê nîne. Her roj dikare qeyûm bê tayînkirin. Eger bi vî rengî dewam bike, dibe ku qeyûm tayînî malbatan jî bikin. Lewma em wan hewldanan şaş dibînin. Li hemberî vê yekê jî divê hêzên demokrasiyê helwestê nîşan bide. Divê muxalefet jî nekeve vê provokasyonê, bi rengekî çalak tevlî pêvajoya aştî û civaka demokratîk bibe. Ji ber ku ev pirsgirêk, pirsgirêka Kurd di heman demê de pirsgirêka demokratîkbûnê ye. Ev şaş e; em ji AKP'ê bawer dikin yan bawer nakin, nêrîneke bi vî rengî şaş e. Pêvajoyek heye, ji bo em vê pêvajoyê bi ser bixînin em giraniyê didin ser wê, muxatabê esasî em in, eger em giraniyê didin ser wê demê divê muxalefet jî giraniyê bide ser ku ev pêvajo di çarçoveya demokratîk de ber bi çareseriyê ve biçe. Divê tevkariyeke bi vî rengî bê kirin. Roleke bi vî rengî dikeve ser milê muxalefetê.

Komîsyona ku demeke dirêj li bendê bûn ava bû û heta niha gelek civîn lidar xist. Di asta heyî de hûn rêveçûna komîsyonê çawa dibînin?

Rêveçûn û karê heyî yê komîsyonê bi rastî jî li gorî pêvajoyê nîne. Yanî di nêzîkatiya xwe de hêjayî pêvajoyê nîne. Ji ber ku komîsyona meclîsê divê bi rengekî cidî nêzî pirsgirêka herî bingehîn a Tirkiyeyê bibe. Bi taybetî di vê mijarê de divê nêzîkatiyeke cidî ji bo Rêbertî jî bê nîşandan. Em vê dibêjin; heta ku Rêber Apo nebe xwedî şert û mercên azad ên kar, heta ku Rêber Apo nebe xwedî rola aktîf û muzakereyê weke tevger tiştekî ku em bikin nîne, nema ye. Me partî fesix kir, me têkoşîna çekdarî sekinand û ji bo îradeya xwe nîşan bidin jî bi pêşengiya hevala Besê çek hatin şewitandin. Ya ku em ê bikin ewqas e. Ji vê wêdetir bila kes ji me, ji rêxistinê tiştekî hêvî neke. Rêbertî got, me jî kir. Lewma komîsyon, desthilatdariya AKP'ê divê vê yekê li ber çavan bigire. Devlet Bahçelî got, mafê hêviyê. Divê ev yek pêk were, divê azadiya Rêbertî pêk were. Pêvajo bi vî rengî dimeşe, bi Rêbertî dimeşe. Bi me re nameşe. Gelê me jî Rêbertî weke muzakerevanê sereke qebûl kir, me jî qebûl kir, cîhan jî zane, dewletê jî bi vî rengî qebûl kir. Ji ber ku Rêber Apo xwedî roleke bi vî rengî ye. Ji xwe di roja destpêkê de got, hêza min heye. Got, hêza min heye ku vê yekê li ser zemîna siyaset û hiqûqê çareser bikim. Lewma komîsyon jî desthilatdarî jî divê vê yekê li ber çavan bigire. Bi Rêber Apo re hevdîtin nekirin, bi demê re berdan. Pirsgirêk pirsgirêka Tirkiyeyê ye, pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê ye. Ne em, divê ew bi xwe bi coş û daxwazeke mezin bang li Rêbertî bikin û li Rêbertî guhdarî bikin. Komîsyona meclîsê ye, berpirsyar e. Li pêşberî gel berpirsyar e, li pêşberî dîrokê berpirsyar e. Komîsyoneke ku li pêşberî gel, li pêşberî dîrokê berpirsyar e li Rêber Apo guhdarî nake. Çûyîna komîsyonê ya Îmraliyê li aliyekî divê Rêber Apo biçe meclîsê biaxive. Ji xwe Devlet Bahçelî jî ew got. Lewma divê meclîs, desthilatdarî rast nêzîk bibe. Naxwe bi vî rengî nabe, ev ê bibe mijûlkirin. Bila guhdarî bikin, em nabêjin bila guhdarî nekin. Bila li civakê guhdarî bikin, li nûnerên civakî guhdarî bikin. Lê belê ev guhdarîkirin bila biçe encamekê. Bila mijûlkirinek nebe. Ez careke din destnîşan dikim; Ji bilî azadiya Rêber Apo aktorekî din nîne ku vê pirsgirêkê çareser bike. Me wezîfe dane Rêber Apo, gel daye. Lewma tiştekî em bikin nîne. Bila kes ji me tiştekî hêvî neke. Muzakerevanê sereke Rêber Apo ye. Ew pêvajoyê dimeşîne. Bi destwerdanên Rêber Apo, bi rola wî, bi aktorbûna wî ev pêvajo wê bi pêş ve biçe, bigihêje encamê. Nêzîkatiyên cuda, nêzîkatiyên ji rêzê yên li Rêbertî ti encamê bi xwe re nîne, ew nêzîkatî xapandina xwe bi xwe ye. Lewma divê desthilatdarî jî cidî nêzîk bibe, komîsyon jî divê cidî nêzîk bibe. Naxwe bi vî rengî nabe. Nûnerên muxalefetê yên li nava komîsyonê jî divê cidî nêzîk bibin, divê zextê li AKP'ê bikin. Yekî CHP'yî dibêje, 'Em naçin Îmraliyê'. Tu biçe wê çi bibe, tu neçe wê çi bibe? Diyar e ti eleqeya te bi pirsgirêka herî bingehîn a Tirkiyeyê re nîne. Eleqeya te bi demokratîkbûna Tirkiyeyê re nîne. Tu bêberpirsyar e yanî. Tenê kesên bêberpirsyarî dikarin bi vî rengî bibêjin. Li pêşberî pirsgirêkeke ewqasî cidî ma nêzîkatiyeke ewqasî ne cidî dibe? Bila her kes hinekî cidî be. Bi taybetî bila muxalefet cidî be, zextê li AKP'ê bike, di mijara demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka Kurd de. Bila zextê lê bike ku rolê bilîze. Naxwe di mijara demokratîkbûnê de jî wê li paş bimîne, di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de jî wê li paş bimîne. Ma ev yek ji bo muxalefetê siyaset e? Bi vî rengî divê hinekî cidî nêzîk bibin. Divê nêzîkatiyên seranser bêne terikandin.

We di bernameya beriya niha de gotibûn, eger komîsyon tenê li ser bêçekbûnê bisekine wê nikaribe rola xwe bilîze. Lê belê serokê komîsyonê Nûman Kûrtûlmûş di daxuyaniyeke xwe de mijara bêçekbûnê danî pêş û li ser dema komîsyonê demek diyar kir. Komîsyonek ku xwe tenê li ser bêçekbûnê teng kiriye, gelo wê karibe di çareseriya pirsgirêka Kurd de rola xwe bilîze?

Me rêxistin fesix kir. Me got, li hemberî Tirkiyeyê me têkoşîna çekdarî sekinandiye. Me got, rast nîne ku têkoşîna çekdarî weke rêbazekê bê bikaranîn. Yanî eger hiqûq û siyaset wê bikeve rojevê, wê siyaseta demokratîk bibe çima çek hebe? Me îradeya xwe danîn holê. 15 hevalên jin, 15 hevalên mêr bi pêşengiya hevala Besê çek şewitandin û vê yekê îradeya me nîşan da. Nêta me nîşan da. Rêxistin jî fesix bû, têkoşîna çekdarî ji xwe hatiye rawestandin. Di rewşeke bi vî rengî de rabin hîn vê yekê ferz bikin ev yek tê wateya xitimandinê. Divê êdî mirov li ser tiştên nû biaxivin. Ew derbas bûne, ew hatine kirin. Di wê mijarê de me helwesta xwe nîşan dane, me nêta xwe nîşan dane, me nêzîkatiya xwe ya îdeolojîk û polîtîk nîşan dane. Israra li ser vê yekê tê wateya xitimandina pêvajoyê. Lewma helwest, nêzîkatî û gavên nû divê. Ev yek israra li ser ya derbasbûyî ye. Ev yek tê wê wateyê ku bi pêvajoyê patînaj tê kirin. Wê demê tê fêhmkirin ku ji bo pêşvebirina pêvajoyê îradeyekê nîşan nade. Ji ber vê yekê pêwîstî bi nêzîkatî, helwest û gavên nû heye. Belê, gavên destpêkê hatin avêtin. Bêçekbûn, fesixkirina PKK'ê, rawestandina têkoşîna çekdarî; wateya nîqaşkirina van nîne. Di van mijaran de ji xwe me îradeya xwe nîşan dan. Lê belê karên ku dewlet bikin hene. Ya ku me yê bikira, me kir. Êdî yên divê dewlet bikin hene. Weke ku ev pirsgirêk qet têkiliya xwe bi dewletê re nîne. Weke ku pirsgirêka sed salî, pirsgirêka Kurd eleqeya xwe bi dewletê re nîne, bila PKK bike ew bes e. Baş e dewlet wê çi bike? Tiştekî ku dewlet bike nîne? Ya jî ez dipirsim. Gelo demokrasî hat Tirkiyeyê? Navê komîsyonê demokratîkbûn e. Ma demokrasî hatiye? Pirsgirêka Kurd hate çareserkirin? Na. Di van mijaran de ti gav nehatiye avêtin, radibin rûdinên dibêjin bila çek bê danîn, çekê dînin bila bên, hemû bên bila teslîm bibin. Ka, demokratîkbûn pêk hat? Di çareseriya pirsgirêkê de gavek hate avêtin? Lewma nîqaş, nirxandinên şaş e. Pêwîstî bi nêzîkatiyeke nû heye, divê dewlet jî gavê biavêje. Tu yê bêjî qey me bi yekalî ev pirsgirêk afirandiye ku bi gavên yekalî wê pirsgirêk biqede. Ma tiştekî bi vî rengî dibe? Ev nêzîkatî rast nîne, divê bê terikandin.

Astengkirina axaftina Dayikên Aştiyê ya bi Kurdî ya li komîsyonê, gelo baweriya bi komîsyonê kêm nekir?

Ji kêmkirina baweriyê mezintir e. Wezîfeya vê komîsyonê çi ye? Ma nabêjin, demokratîkbûn e? Pirsgirêka bingehîn a demokratîkbûnê jî çareseriya pirsgirêka Kurd nîne? Pirsgirêka bingehîn a pirsgirêka Kurd jî zimanê dayikê ye, perwerdeya bi zimanê dayikê ye. Serokê Baroya Amedê gotibû, pirsgirêka Kurd ev bi xwe ye. Dipirsin, dibêjin pirsgirêka Kurd çi ye? Pirsgirêka Kurd vaye ev e. Li Meclîsê dayik bi Kurdî diaxivin, destûr ji axaftina bi Kurdî re nayê dayin. Destûr ji axaftina bi Kurdî re jî nayê dayin. Li cîhanê tişta herî rewa axaftina mirov a bi zimanê xwe yê dayikê ye. Ji vê wêdetir tiştekî rewa û xwezayî heye? Lê belê bêdeng dikin. Pirsgirêka Kurd, pirsgirêka demokratîkbûnê ev e. Heta ku ev pirsgirêk çareser nebe ti pirsgirêk çareser nabe. Lewma pirsgirêkeke cidî ye û bi rastî jî zehmet e ku mirov Tirkiyeyê fêhm bike. Li vê cîhanê tiştekî bi vî rengî dibe? Li meclîsê yek radibe bi Kurdî diaxive, lê tê bêdengkirin. Nerazîbûneke cidî nîne. Nerazîbûna DEM Partiyê û partiyên din ên muxalîf kêm e. Ka CHP'yî hûn li ku ne? Çima we negotin, çima axaftina vê dayikê tê astengkirin? Ji axaftina bi zimanê xwe yê civakekê, yê dayikekê rewatir, mafdartir tiştek heye? Ev maf mafê herî rewa ye. Weke mafekî jiyanê ye. Lê belê li komîsyonê nerazîbûn û helwesteke cidî nehate nîşandan. Ev yek rewşa wê meclîsê radixe pêş çavan, rewşa siyaseta li Tirkiyeyê nîşan dide. Nêzîkatiya DEM Partiyê jî şaş e. Diviyabû nerazîbûneke gelekî cidî nîşan bidan. Dayikan jî diviyabû dest jê berdabûna û derketibûna. Pirsgirêka demokratîkbûnê ew e. Weke ku Serokê Baroya Amedê got, pirsgirêka Kurd ew e. Ev yek ji xwe kalîte û asta wê komîsyonê nîşan dide, mejiyê wê nîşan dide. Bi rastî jî ne ya qebûlkirinê ye. Belê, civaka Kurd jî dikarîbû nerazîbûneke hîn mezintir nîşan bida, kêm hate nîşandan. Li her derê dikarîbûn rabûna ser piyan. Çi ye, çi wate ye ku tu bibêje, bi Kurdî neaxive. Ji dayikekê re rabe tiştekî welê bibêje. Ev yek nayê qebûlkirin, ev yek rewşa Tirkiyeyê, rewşa siyaseta Tirkiyeyê, bûyerên sed sal in bi serê Kurdan de tê nîşan dide. Mirov li vê yekê binihêre, dikare her tiştî fêhm bike. Vê komîsyonê kalîteya xwe raxist pêş çavan. Ne ya qebûlkirinê ye.