Nûnerên Rêveberiya Xweser û hikumeta veguhêz li Helebê civiyan

Nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi mijara kêmkirina rageşiya li Helebê û pêknîna bendên peymana der barê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de, duh bi nûnerên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re civiyan.

Nûnerên Rêveberiya Xweser û hikumeta veguhêz li Helebê civiyan
5 îlon, 2025   08:40
HELEB

Bi armanca kêmkirina rageşiya li Helebê û pêknîna bendên peymana der barê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de, duh êvarî nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û nûnerên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li bajarê Helebê civiyan.

Li gorî aghaiyên ku nûçegihanên me dane, di hevdîtinê de berpirsên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, fermandarên QSD’ê û hejmarek raydarên hikumeta veguhêz amade bûn.

Di civînê de, aloziya vê dawiyê li Helebê rû daye, liv û tevgera hêzên hikumeta veguhêz li derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, domandina pêkanîna bendên Peyama 1’ê Nîsanê ya der barê her du taxan de hatin gotûbêjkirin. Her wiha behsa mekanîzmeya avakirina komîteyên pêkanîna peymanê kirin.

Her du aliyan li ser rawestandina rageşî û tevgera leşkerî ya hêzên hikumetê li derdora her du taxan û lidarxistina civînan di navbera komîteyên têkildar ên her du aliyan de li hev kirin.

Hêjaye bibîrxistinê ye ku 1’ê Nîsana îsal Meclisa Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û hikumeta veguhêz peymanek ji 14 bendan îmze kiribûn. Peyman girêdayî pêşxistina jiyana hevbeş û parastina niştecihên her du taxan, qedexekirina diyardeyên leşkerî, birêxistina ewlehiya navxweyî, hêsankirina tevgera çûn û hatina şêniyên her du taxan, her wiha avkirina komîteyên pêkanîna bendên peymanê ye.

(bb)

ANHA