MSF: Xebatên GHF’ê rawestînin!

Rêxistina Bijîjkên Sînor Nenas (MSF) bang kir ku xebatên Weqfa Alîkariyê ya Xurekê ya li Xezayê, demildest bên rawestandin.

MSF: Xebatên GHF’ê rawestînin!
27 hezîran, 2025   17:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Bijîjkên Sînor Nenas (MSF) diyar kir ku ev sîstema alîkariyê ya bi piştgiriya Îsraîl û Amerîkayê, “mekanîzmayeke alîkariyê ya mirovî ya sixte ye” ku Fîlîstîniyan sewqî mirinê yan jî xeteriya mirinê dike.

Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) ragihand ku ji dema belavbûna xurekê ya di dawiya Gulanê de destpê kirî û vir ve artêşa Îsraîlê zêdeyî 410 Fîlîstiniyên ku hewl didan xwe bigihînin qadên alîkariyê, kuştin. Ji OHCHR’ê berdevk Thameen Al-Kheetan got: “Xelkê Xezayê hîna di navbera mirina ji birça yan jî xeteriya were kuştin de, tercîh dike.”

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê 26’ê Hezîranê ragihand ku wê foneke nû ya 30 milyon dolarî bide weqfê.

Îsraîl jî îdiayên sûcê şer red dike û îdia dike ku Hemas tevlî nava sivîlan bûye û bi vî rengî hewl dide êrişan rewa dike.