3 meh û nîv cezayê girtîgehê da jinekê

Jina bi navê Îlham Muîn ku dîzaynera cil û bergên şano û sînemayê ye, ragihand ku 3 meh û nîv cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.

3 meh û nîv cezayê girtîgehê da jinekê
27 hezîran, 2025   17:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Jina bi navê Îlham Muîn ku dîzaynera cil û bergên şano û sînemayê ye, li ser malpera xwe ya tora civakî bi peyamekê ragihand ku cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.

Îlham got, ji ber giliyê polîsên Asayîşa Exlaqî yên Tahranê, bi tometa berhemanîn û belavkirinên torên civakî, dadgeha Aştî û Civakî ya Dadwerî ya Exlaqî, 3 meh cezayê girtîgehê lê biriye.

Her wiha Îlham diyar kir ku li rex vî cezayî, biryar hatiye dayîn ku hesabê wê ya Instagramê jî were girtin.

Îlham di peyama xwe de got; “Cara ewil di Nîsana 2025’an de li ser bingeha raporek polîsên Asayîşa Exlaqî yên Tahranê gilî li min hatiye kirin. 12 sal e ez bi vî karî re mijûl im, niha ev cezayê li hemberî min hatî kirin, bêrêziyek mezin e.”