MSD‘ê sersaxî ji malbatên qurbaniyên teqîna li Şamê re xwest

Meclisa Sûriyeya Demokratîk sersaxî ji malbatên qurbaniyên teqîna li Şamê re xwest û diyar kir ku "Teror hîna ji gefeke rasterast li ser ewlehiya Sûriyeyê ye Têkoşîna li dijî wî jî berpirsyariyeke nîştimanî ya hevbeş hewce dike."

MSD‘ê sersaxî ji malbatên qurbaniyên teqîna li Şamê re xwest
2 tîrmeh, 2026   23:52
NAVEDNA NÛÇEAN

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) têkildarî teqîna li Şamê ya di hundirê qehwexaneyekê de ku di encamê de hejmarek sivîl hatin kuştin û hin birîndar bûn daxuyaniyek nivîskî weşand.

MSD‘ê bûyer wekî ‘‘binpêkirineke mezin li ser ewlehiya welatiyan û silametiya wan‘‘ bi nav kir û diyar kir ku "Terorî bi hemû cûreyên wê û çavkaniyên wê hîna jî gefeke rasterast li ser aramiya Sûriyeyê û siberoja gelê wê çêdike."

MSD‘ê sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest û şîfaya lezgîn ji birîndaran re hêvî kir û wiha domand: " Sepandina ewlehî û aramiye li seranserî Sûriyê pêşaniyek neteweyî ye. Têkoşîna li dijî terorê û jiholêrakirina çavkaniyên wê, berpirsyariyeke kolektîf e. Ji bo parastina canê sivîlan û yekparbûna welat û aramiya wê, pêdivî bi yekgirtina hemû hewildanên neteweyî ya dûrî her şêweyên tundûtûjî û radîkalîzmê heye."

 MSD‘ê destnîşan kir ku ku mafê gelê Sûriyeyê heye bi ewle û azad û rûmet  bijî. Da zanîn ku avakirina Sûriyeyeke aram û bi ewle tenê bi serweriya yasayê, xurtkirina nirxên dadmendî û aştiyê û redkirina terorê bi hemû şêwe û rûyên wê pêkan e.

MSD‘ê di dawiya daxuyaniyê de banga parastina sivîlan û spandina ewlehiyê kir. Her wiha piştgiriya xwe bi malbatên qurbaniyên teqînê re ragihand û diyar kir ku têkoşîna li dijî terorê berpirsyariyeke nîştimanî ya tevkar e.

(bb)