MSD’ê hevdîtin bi saziyên Almanyayê re kirin

Hevserokê NivîsgehaTêkiliyan a MSD’ê li Almanyayê hevdîtin bi saziyên lêkolînan re kirin.

MSD’ê hevdîtin bi saziyên Almanyayê re kirin
9 cotmeh, 2025   11:44
NAVENDA NÛÇEAN

Li gorî mapera fermî ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD), hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a meclisê Hesen Mihemed Elî bi saziyên lêkolînê yên Almanyayê re hevdîtin kirin.

Malperê diyar kir ku Hesen Mihemed Elî bi saziya Friedrich-Ebert-Stiftung ya girêdayê Partiya Sosyalîst a Demokratîk re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de rola civaka sivîl di xebata siyasî de gotûbêj kirin.

Hesen Mihemed Elî bi Heinrich-Böll-Stiftung a girêdayî Partiya Kesk re jî hevdîtin kir û li ser girîngiya pêşxistina rola jinan û beşdariya wan di jiyana sivîl û siyasî de nîqaş kirin. 

Li gorî malpera MSD’ê, hevserokê NivîsgehaTêkiliyan a MSD’ê bi saziya Rosa-Luxemburg-Stiftung ya Partiya Çepgir jî hevdîtin kir û li ser pêvajoya ku Sûriye tê re derbas dibe û edaleta veguhêz axivîn.

(bb)